řêberî syadet

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  588 Dîtin
biřwane karubarî xudawendî îns û can
qudretniwênî berz û newî, ’erz û asman
çî kird qeza ke ême serasîme bûyn hemû
bo em diłe peroşe hemû bûyne şemi’dan
bakey xezan dirext û gułî dařnî hemû
sed baẍewan be pûłê, nema şoqî gułistan
dar û çinar û ’eř’eř û kacîş kiz û kułoł
serwîş welerze kewt û le xakî çemen çeman
yanî xezanî herdû guł û dił degeł yeke
bote řeqîbî bulbul û kewtûne ser fuẍan
ah û fuẍan û nałeye, haware, newḧeye
şîne, girîne, soz û gudaze le çîmenan
ew zîbî gułistanî îrem boçî řoywe?
ew řêberî seyadete boçî buwe nîhan?
mizgewt û ḧewş û medrese çoł bû, nema kesî
bê şewq û zewq û zemzemeye êste ḧucrekan
dewrî feqê be nałeye, dersî be şîwene
emřo melaş be laremlî boy deka beyan
«kamîlNasnava edebî» fîraqî mamte toy kirde koy zuxał!
«alilh mi’kErebî» wedûy kewe, bimre be êş û jan