ya kerîm

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  702 Dîtin
herçend nexoşî ’îşq û zedey penceyî perîm
herçende bê mişûrim û herçende serserîm
çunke le ḧałî xom weřezim, mat û ’aczim
mawim ’eceb le řeḧmî xuda, boçî min berîm?
yařeb be xatrî diłî xasanî bê řyat!
řeḧmê be ḧałî zarim û wez’î qelenderîm
çunkî be ẍeyrî to nîye kes bigrê destî kes
destî şikaw legeł diłekem bigre yakerîm!
bimhêne der le gêjuxulî çerxî çep řewt
’aciz mebe le diłpiřî emin û le zorweřîm