min û şadî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  612 Dîtin
fikir û ḧewas û hoş û ’eqił, řêk biřawe lêm
řêgey humêd û sebir û qerar bestirawe lêm
çit kird xuda! legeł minî pîregemałî xot?
şûşey diłim be tîşeyî ahim şikawe lêm
wey wey çi awrêke ke berbote cerg û dił
her xatratî toye diłim wa şikawe lêm
xoşî meger be xew be diłimda bika ’ibûr
řîşey birayetî min û şadî pisawe lêm
«kamîlNasnava edebî»! meke ewende sikała û derdî dił
hergîz mełê ke derkî xuda daxrawe lêm