řołe her karê ekey hoşt nebê bê beş ebî

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  636 Dîtin
řołe her karê ekey hoşt nebê bê beş ebî
’îlim û ’eqiłit ger nebê wek serserî serkeş ebî
hem leber çawî em û ewda becarê řeş ebî
hawdemî zana be emca wek sinewber keş ebî
***
bê meḧek herkes ebînî řazî diłtî la meke
bo qisey pûç û diro hergîz legeł kes řa meke
ta nekey to tecrebey xełkî be kes biřwa meke
’umrî şîrînit bebê nefi’ û semer berba meke
***
ẍeyrî ’îlim û pare firyay derdî to qet nakewê
şêt û weḧşî der’eçî em dû şite ger natewê
merde herkes wa le fikirî her dû da’îm naxewê
xawenî serwet lejêr barî girana natewê
***
qîmet û bê qîmetî sinfî beşer her pareye
şêr be gwê bigrê kesê neybê ełên bêkareye
qareman û feylesûfî bê fils awareye
her feqîr û bênewa û dîl û kiz û bêçareye
***
pare lêfey ’eyb û ’ar û aletî siřpoşîye
pare esbabî sirûr û zînet û diłxoşîye
pare dermanî nexoşî û ’aczî û bêhoşîye
herkesê parey nebê îşî netîcey boşîye
***
ba bizanî kêye eşraf û necîb û xanedan
dewłemendî paredar û xawenî lîre û qiřan
emřo teklîfî řewaye lay wezîr û mîr û xan
ba nezanin hîç biłên û danîşin her bê ziman
***
ba be kurtî pêt biłêm qaym eka îman û dîn
herwekû luqman eka dermanî sed zam û birîn
la’eda cerde û diz û weḧşî le řêgey desbiřîn
ger ḧecîşî kird ebête mi’timd lilimsilmîn