řeş û sipî

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1044 Dîtin
řûm řeş buwe be me’syet û mûm sipî be xem
çarey řeş û sipî bike, ey xawenî keřem!
lêburdine le řûřeşî wek min, be hoy ewe
pîrêkî řîş sipîy û feqîr, řû le to dekem
dergat kirawe bo hemû çak û xirapeyek
řêm lê mebeste, tobî xudayît, herçî hem!
hênd şermesar û çareřeşim, řoj û şew xuda
her wa desûtê cerg û diłî min be çeşnî şem
«kamîlNasnava edebî» bîsatî cwan û ciḧêłî bipêçewe
katî sefer geyşit û biłê têşûyek debem