řeş û sipî

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  1045 views
řûm řeş buwe be me’syet û mûm sipî be xem
çarey řeş û sipî bike, ey xawenî keřem!
lêburdine le řûřeşî wek min, be hoy ewe
pîrêkî řîş sipîy û feqîr, řû le to dekem
dergat kirawe bo hemû çak û xirapeyek
řêm lê mebeste, tobî xudayît, herçî hem!
hênd şermesar û çareřeşim, řoj û şew xuda
her wa desûtê cerg û diłî min be çeşnî şem
«kamîlPen name» bîsatî cwan û ciḧêłî bipêçewe
katî sefer geyşit û biłê têşûyek debem