pařanewe

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  742 Dîtin
yaxwa! xudayî ’ezzewecel, bêye ser kerem
ser lutif û ’efû û merḧemet ey saḧêbî nî’em!
ew ’aleme be towe denazin le ser zewî
serberz û serfîrazin û wa hełdeden ’elem
dûrin le řeḧim û ’efûy to waney ke sernewîn
şêwaw û şêt û perit û perêşan û dił beẍem
herdem be fikirê řû le derî řeḧmetî etom
řeḧmê be ḧałî emnî feqîr ke nemawe dem
her çaweřêm hemû dem û jem luqmeyek berim
têrim şukur be nî’metî to, min le katî jem
şerte kulêreyêkî eto gewre bê le lam
hênde ke ew nwałe nedem min be miłkî cem
«kamîlNasnava edebî» bibexşe to be kerem çunke her dełê
çawim le řeḧim û merḧemetî toye herçî hem