le derkî meykede

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  630 Dîtin
le derkî meykede kewłim be ’erza dawe ey çawim!
desa saqî dexîlit bim, kerem ke pyałe ta mawim
be boney pîrî meyxane minîş pîr bûm û lê kewtim
keçî her cwanemergîm pê demênê wek diłî lawim
be awrî dûrî yařeb cerg û dił sûtawe yekcarî!
neyarî bedmeseb pêy waye hêşta min nebirjawim
kutim sed car şukur bûme bełagerdanî bałakey
wekû zeynîş dedem hêşta, keçî ey daxekem mawim
le beḧrî swêrî firmêskî, «îmamîNasnava edebî» bang deka: yaran!
werin bo yarmetî, êwe û xudatan, ta nexnikawim