mafî gel

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  920 Dîtin
le qazanî xemtida hełkizawim
wekû qawirme birjawim, xurawim
leber ew bextî sersextî kiłołim
le yar û aşnayan hełbiřawim
be awrî dûrî axir bûme qeqnes
eger řastit dewê hêz û henawim!
be zîndûyî debînim ḧałî mirdû
be gořewşarî dûrît her nemawim
werin ey aşna bo dił newayîm!
hejarêkî kizołey dił şikawim
erê ey tawî hawînî hejaran!
bike řeḧmê be serbergî diřawim
eger sed çel be dûrîşt bisûtêm
le des nadem ḧeqî dagîr kirawim
dełêm her mafî gel dermanî derde
eger çî min be carêkî nemawim