befrî xem

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1122 Dîtin
befrî xem dîsan le ser kwêstanî dił
kewtuwe, řûxawe derk û banî dił
barî xem daygirtuwe, qurs û giran
bû cidew bew kołe, koł û şanî dił
bê serusamanî xom sed çel be tûn!
daxekem bo bê serusamanî dił
her benasore, birînî karîye
řoj legeł řoj zore êş û janî dił
wek dełên mîrî ewînî pêwe dê
zor beřêz û gewreye mîwanî dił
awrî ’îşqî hełîqirçanduwe
cerg û dił bote kebabî xwanî dił
řêgeyî hat û nehatit dête ber
bîbře «kamîlNasnava edebî» be piştîwanî dił!