zimanî dił

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  776 Dîtin
muddêke nûkî xame le wesfî cemałî dił
dedwê, bełam zimanî lete, bê wîsałî dił
ew řoyîwe, keçî minîş hełbestî bo dełêm
qasîd! hełê heta degeye derkî małî dił
namêkî řêkî xame bide destî dił, biłê
deygut çilone daxo bira mał û ḧałî dił?!
’erizit deka: zemane syakarî xoş dewê
boye le mil minî begunahe webałî dił
ey aferîn qełem! be zimanî şiř û letîş
tarîf dekey le dił, be zimanî zułałî dił