befrî xem

From the Book:
Şarî Diɫ
By:
Kamel Emami (1903-1989)
 1 minutes  763 views
befrî xem dîsan le ser kwêstanî dił
kewtuwe, řûxawe derk û banî dił
barî xem daygirtuwe, qurs û giran
bû cidew bew kołe, koł û şanî dił
bê serusamanî xom sed çel be tûn!
daxekem bo bê serusamanî dił
her benasore, birînî karîye
řoj legeł řoj zore êş û janî dił
wek dełên mîrî ewînî pêwe dê
zor beřêz û gewreye mîwanî dił
awrî ’îşqî hełîqirçanduwe
cerg û dił bote kebabî xwanî dił
řêgeyî hat û nehatit dête ber
bîbře «kamîlPen name» be piştîwanî dił!