xozge bew řojey ḧerbî ełman bû

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  442 Dîtin
xozge bew řojey ḧerbî ełmanNava taybet
le erz û asman agirbaran bû
şekir û ça û kûtał zortir herzan bû
ne kes bê berg û ne kes bê nan bû
***
ḧefta û pênc ẍeram çayî bê lacanNava taybet
yek kîlo şekir bo yek serxêzan
le serî manga ḧazir bû laman
têr û tox ḧacî û beg û gedaman
***
ew řojey ke dîm gîrabû berlînNava taybet
kewtîne şewq û bezim û hełpeřîn
bo ewey witman be xoşî ejîn
şeř û şoř nema leřûy ser zemîn
***
keçî wa êsta xozge be parîn
hemû sergerdan bê îş û karîn
heta tenanet bê sûxt û darîn
bê kes û bê der bebê xemxiwarîn
***
no mange çaman bote çay lacanNava taybet
ke boman dênin le xakî êranNava taybet
derd û nexoşî xistote nawman
wexte kwêr bibîn nebînê çawman
***
xo min bîstûme lepaş tengane
nobey diłxoşî û şadîy însane
bo ême geřa be pêçewane
şikur be caran nek bem zemane
***
îtir ewaney wan leser kursî
têrin napirsin le ḧałî birsî
ta key her bo xow her nefsî nefsî
kujrawî hîç nîn ẍeyrî bêkesî
***
xo her qewmêkîş pena be xwaye
sergerdan û kiz daym le dwaye
duçarî zułim û derd û bełaye
newîstî beşer xiłtey dinyaye
***
derdî zelzeleyş serbarî giran
xanûy řûxandîn xoman sergerdan
diłxoşyan kirdîn bo yarîdedan
be parey xanûy zistan û dûkan
***
hemûy hate ser bengełey teyman
cêgey dû nefer bedtir le zîndan
bê pare û berg, bê řêge û bê nan
têyda bigewzîn pena be yezdan
***
heta cût nekey genim neřwênî
ya be destî xot serit nexurênî
***
ne sik têr ebê ne ałoş emrê
ne yarîdey kes kełkit bo egrê