edebî kurdî û çînîy kon

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  1713 Dîtin

«çîn» ew wiłate pan û dirêjeye ke le dewrêkî zor konewe aşnay edeb û pabendî hendê xeyałat bûn, êste her çende eken natwanin bigenewe bew edebe ke heyanbuwe. newek her ewende, bełkû nayełn hîç edebêkyan labden lew edebe ke heyanbuwe. ca leber eme çînîyekan le layen edebewe êste le hemû qewmêk wişkitrin û le hemû kes zyatir pabendî koneperistîn. edebî çînî ba hemû core liqêkîşî lê bibêtewe, hemûy her le dewruberî mebadî’î exlaqîdaye. řewştî pêşînanî xoyanyan ko kirduwetewe bo ewe paşînekanyan leserî biřon û lewe laneden.

serçawey edebî çînî hemûy mebadî’e berzekanî «kunfuşîwis»e. em feylesûfe pêẍemberî edebî «çîn» û danerî binaẍekeyetî. le sedey şeşemî pêş mîladda lenaw qewmekeya hełgiřa; seyrî kird yasay derebegî, wa çînî pilîşanduwetewe û buwete hoy lenawbirdinî qewmî çîn, çe be şeř û şoř, çe be karubarî abûrî; legeł eweş ne fîkirî ewey bû dyanetî lahûtî û kehenûtî dabnê, we ne xoyşî be şa’îr û cadûger ezanê, hênay destî xiste edebî çîn û hemû koşşêkî xiste ser xerîkbûn be jyanî tak «ferd» û jyanî dewłetewe bo ewe biřwa û řeçełekî derebegî le bin derbênê.

em û suqrat cyayîyekyan leweda bû ke: «suqrat» xerîkî exlaq ebû le barî nezerî û wird bûneweda, bełam «kunfuşîwis» tenya kameranî takî ewîst le barî kirdewe û ’emełîda. her em řêgeye bû ke le çînda naw niraye ayînî «kunfuşî». çunke em biřwaye dan beweda nanê ke hêzêk heye û çawêrî karubarî ademîzad eka, bełkû ełê: madam dunya ’îbaret le jyanî kirdewe «ḧeyatî ’emelî» eyê hemû şitêk le dest ademîzadeke xoya bêt, wa nebê hemû kar û firmanêk bikewête dest ḧikûmetêk ke bitwanê be puxtî îş beřêwe berê.

ḧîkmetekanî kunfuşye le pênc kitêbda heye: kitêbî mêjû, kitêbî gořan, kitêbî şî’ir, kitêbî řewişt û bas û xwasî behar û payîz. em kitêbane her çende maddekeyan pêş kunfuşîwis kewtuwe, bełam ew boyeyekî tirî besera hênawe û be hî ew enasrên. tenya şitêk ke be tewawî be danrawî kunfuşîwis binasrê her «bas û xwasî behar û payîz»e. eme nimûneyeke le edebî ew kitêbe çîne:

«ademîzadî tewaw be şwên pêwîstî xoya egeřê lelay nefsî xoy, ademîzadî bê xêr lelay yekêkî tir be şwênya egeřê. ademîzadî tewaw bebê hera hera îş be puxtî û řêkupêkî egrê, bebê ewe meyl belay qewmîyetî xoyewe bika, însanîyetî xoş ewê. pyawî dana wa nebê nirx le qise binê leber xawen qiseke, ya be sûkî bizanê leber ew, bełkû temaşay qiseke eka. pyawî tewaw eweye ke řewştî leser şi’ûr be wacb dabmezrênê, ke emey bo ebê eweşî bixate pał ke hełeşe nebê be çîşa eme der’ekewê? beweda ke řoḧî bextkirdnî bibê; ke wa bû pêwîste leserî be exlaq bêt û legeł emeşda řastî û diłsozî binwênê; eger emaney kird beřastî ewe îtir pyawî tewawe...».

***

înca beranber bem edebî çînîye bizanîn edebî kurdî çone? kurd ne kunfuşîwsî têda buwe, we ne nawî kunfuşîwis, ya jîleyekî tirî bo hêłřawetewe, eger kunfuşîwsî çîn nexrayete ser kaẍez êste ewîş le hînekanî kurd xiraptir win ebû, emeş înkar nakirê ke hîç qewmêkbê pyawî jîr nebuwe, ca ba ew qewme kêwîyekî petî, ya beřbeřîyekî řût bûbêt leçaw xoya şitêkî her buwe; çunke mîllet wekû baxçey padşahan waye, hemû core mêwhu gułêkî têdaye, bełam ke nawyan win bû, eme ewe nageyenê ke bibřay bibřay kesyan nebuwe... ca ême dênîn beranber bem edebî çînîye çend edebêkî pendî pêşînanî kurd exeyne berçaw ke payey exlaq û ’eqłîyetî ew řabirduwaneman bo der’exa. kurd ełê:

«yan pyawêkî baş be yan bîwir û das be, yan bimre bo xot xelas be «bîwir: tewr». hawałî hawałan zorin, pyawî kirdinî kemin. çî biçênî ewe edrwîtewe. ziman û diłit wek yek nebin bo mirdin çakît...». temaşa ekeyt em çend pende wekû legeł qisekanî kunfuşîwis û çîna le yek boteda qał kirabêtnewe waye.