edebî kurdî û farsîy kon

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 15 Xulek  2450 Dîtin

mebest be edebî farsî kon, edebî pêş îslametîye. weya be corêkî tir edbêke ta egate řûxanî sasanîyekan ke tozê dway seretay sedekanî naweřast ekewê. le berawridkirdinî edebekana le hemûyana em řêgeyeman girt bo ewe le seretay sedekanî naweřastewe ta îmřoj bikewête bergekey tirewe.

edbî farsî kon ewî mabêtewe bo îmřo, be hoy hendê awêstawe tenya edebêkî ayînîye. ême natwanîn em edebî ayînî farsî kone legel edbî ayînî kurdî pêş îslam, ya kurdî pêş sedekanî naweřast cya bikeynewe, bełkû ew edbe dînîye ke lenaw kurdida buwe, her ew edebe buwe ke lenaw farsîşda buwe. wekû çon witman ew řîşeye ke farsî lê cya buwetewe le layen řegezewe her ’eynî řîşeyeke kurdîşî lê berhem hatuwe. ca leber eme ême egir bênîn basî edbî ayînî kurdiman kirdibêt lepêş îslamda. ke wa bû pêwîste bizanîn em edbe dînîye çon buwe ke her dûlayan awyan lê xwarduwetewe?.

çe fars çe kurd ayînyan ew ayîne here kone buwe ke hîndî kon heyanbû, lepaşa cya bûnewe û kewtine ser butpiristî ta «zirdeşt» be xoy û ayînekeyewe peyda bû. mêjûnûsekan le dewrî hatnî zerdeşt û lew şwêne ke lêy peyda buwe, her yeke qiseyekyan kirduwe: hendêk ełên: le «şîmalî efẍanistan» peyda buwe. beşêkî zorîş leser ew baweřen ke le binarî «wirmê» û «azerbaycan» serî hełdawe. hendêkîş ełên: le nawçe kêwîyekanî ararat hatuwete dunyawe. herweha zemanî peyda bûnîşî ełên: le beynî sedey bîstem ta pêncemî pêş mîlad buwe. bełam qisey bełge û binawanî zerdeştî ełê: le sedey ḧewtemî pêş mîlad peyda buwe û le dewruberî 620y pêş mîlad kujrawe.

«zerdeşt» ya «ziratşitira» kuřî «purşesp» buwe. efsaney kon ełê: lew wexteda ke hate dunyawe daykî dengêkî hate gwê ke: «em korpeyet payeyekî gewrey ebê û eçête asman bo ewe ferman le xwa «ahûramezda» wergirê». herweha ełên: ke le sikî daykî kewte xwarewe destî kird be pêkenîn. her ke tozê gewre bû nîşaney pêẍemberayetî lêwe derkewt. her be minałî xoşewîstî hemû kesêk bû, ke geyşte 30 sałan destî kird be bangkirdnî merdim bo ewe xwayekî tak û tenya biperistin. muẍanekan lêy hestane ser pê. naçar ewêy becê hêşt û çû bo dewruberî «sîstan» û «efẍanistan». lewêş her leber muẍan hîçî pê nekira, înca çû bo «bełx». lewê ferencîyekî sipî leber kird û hendê agirî girt bedestewe û gałokêkîşî le darî «seru» girt be destekey tiryewe û çû bolay «wîştasp şa» û bangî kird bo wergirtinî em ayînî tazeye. le paş qiseyekî zor wîştasp ayînekey wergirt û be danayî «camasp»y wezîrî wîştasp, em ayîne lewêda perey send, ta le dwayîda cengêk lebeyn eman û «ercasp»y padşay «tûran»da peyda bû, zerdeşt lew cengeda kujra. ayînekey lenaw merdima mayewe. merdimekeş bûn be dû beşewe beşêkyan weryangirt, çunke ayînî dewłet bû, beşekey tiryan her leser butperistî xoyan manewe. em beşeyan çunke layengirîyan nebû be teng hatin, naçar hełatin û çûn bo «hînd» û lewê em baweřî butperistîyeyan gořanî besera hat û bûn be «burehmî» beşekey tiryan her le şwênî xoyan manewe û ayînekeyan řoj be řoj le pêşkewtina bû, hemû ew wiłatey dagirt û hemû padşakanî fars wekû «kûrş» û «dara» baweşyan pya kird, heta îslametî hate pêşewe, îtir hêz û guřî nema û kiz bû.

«zerdeşt» kitêbêkî hêna be nawî «awêsta»we. em kitêbe le seretada piçiř piçiř û her tozêkî le singî yekêka bû. le dewrey ḧikûmetî madekana «550-700y pêş mîlad», be koşşî ewan leser pêst û berd nûsrayewe. le dewrey hexamenşîyekana dû nusxe lem kitêbe hebû: yekêkyan le «textî cemşîda» bû le padşayetî «daryûşî sêyem» padşay hexamenşî, ke «eskenderî meqdûnî» (357 - 324) pelamarî îran û textî cemşîdî da, ew nusxeye tyaçû. yekêkîşyan kewte dest «yonanîyekan» lepaş ewe ke ewanîş ’îlmî pizîşkî û estêrejmêrî û şitî tiryan lê wergirt ew nusxeyeş win bû. ke kewte dewrî eşkanîyekan «bilaşî yekem» padşay eşkanî (6-78y mîladî) koşşêkî başî kird bo ko kirdinewey awêsta, îtir bebê řêk xistin. ke kewte dewrî «erdeşêrî babekan» -serzincîrey sasanîyekan- (224-241y mîladî) fermanî da be yekê le muẍanekan ke «tenesûr»y naw bû, awêstay leber yek hełweşaw řêkupêk bika û her şitey le şwênî xoy danê û ayînî zerdeştî kird be ayînî řesmî dewłetî «sasanî» - wekû serçawey hemû kitêbe mêjuwekan ełê: eweman nabê le bîr biçê ke em erdeşêrî babekane kurd buwe - le durey «şapûrî yekem» kuřî erdeşêr «242-271y mîladî» ew beşe awêstaye ke kewtibuwe yonan û hînd û basî le pizîşkî û estêrejmêrî û felsefewe ekird, koy kirdewe û legeł emî lay xoyana lêkî dan.

«awêsta» zor giran bû, her le dewrey sasanîyekana şerḧêkyan be zimanî «pehlewî» bo kird, nawyan na «zend». înca leber ewe xwêndinewey pehlewîş giran bû, şerḧêkyan bo zend kird û nawyan na «pazend». lepaşa şerḧêkîşyan bo hendê le wirde babetî em pazende kird û nawyan na «dînkerd». awêsta 21 namîlkeye -(niske)- leser sê beş: 1- baweř û xwaperistî. 2- kiřîn û firoştin. 3- felsefe û ’îlim. ewî ke mabêtewe hendêke le beşî yekem û dûhem, beşî sêyem betewawî tya çuwe.

«zerdeşt» le kitêbekeya «awêsta» le barî lahûtîda xełk bang eka bo peristinî xwayekî tenya ke «ahûramezda»ye û agay le hemû şit heye, bełam le barî felsefey ’alemda ełê: dû hêz heye û em duweş be dirêjayî sał le cengidan. duwekeş yekê «řast» û bekê «diro». yekê «řûnakî» û yekê «tarîkî». yekê «pak» û yekê «pîs». yekê «çake» û yekê «xirape». «ahûramezda» nîşanêke bo řastî û řûnakî û pakî û çakî, «ehrîmen - engiremîno»yiş řemzêke bo diro û tarîkî û pîsî û xirapî. herweha ełê: dû mebde’ le teyî’etda heye ke her yeke pêçewaney ewî tiryane, řoḧî dirustiker û řoḧî têkder. ahûramezda ferman be hemû ademîzadêk eka yarmetî řoḧî dirustiker bida bewe ke kiştukał bika û dar binêjê û małat bexêw bika û seg û kełeşêr řabgirê û şeř legeł řoḧî têkdera bika bewe ke mar û dûpişk û ew canewerane ke bo kiştukał zyanyan heye byankujê, we pêwîste leser hemû kes aw û agir û xak û ba le pîsî biparêzê.

pyaw ke seyrî em qisane eka wa eçête diłyewe ke zerdeşt dû tebî’etî peristuwe le dû xwada: tebî’etî çake le ahûramezdada û hî xirape le engiremînoda. bełam le řastîda wa nîye, çunke ełê: «ahûramezda ezanê ehrîmen heye, welê ehrîmen nazanê ahûramezda heye, ahûramezda leser hemû şitêkeweye û agay le hemû şit heye û hîç şitêk wekû ew nîye». ca leber em qiseye gelê kes le peyřewîkerekanî zerdeşt witûyane: ba dû hêzîş lem kewneda bibê, - hêzî xêr û şeř - we pêkîşewe ceng biken, xway têkřay kewn her yeke. ewende heye şeřeke wekû çon eçête pêstî zistanewe aw emeyênê û erz ebestê, dar û dewen le gewrebûn exa, ebê be xeyałêkî pîsîş şik û kafirbûn dênête berhem. eçête pêstî hejarî û temełîyewe, ebê be gizî û diro kirdin, ebê be but û butperistî, ebê be tarîkî û bêgenî naxoş û nexoşî û derd, ebê be diřinde û xişnide û marmêlke û dûpişk. ca em hêzî şeře îşî her xirape û lenawdane û hîçî tir.

ayînî zerdeşt gelê xerîkî ewe ebê ke ademîzad ebê çon biparêzrê le řoḧî xirape û le hawřêkirdinî xirape. mebestîşî ewe bû ke řoḧî xirape le řîşe hełkêşê leser zewîda, bêcge le awedanî û koşk û sera hîç nehêłê. herweha koşşêkî zorîşî kirduwe bo hoy leşsaẍî û bo řêkupêkî yasay «qanûn» komeł û tak. «awêsta» yekem şitêk ke lepêş hemû şitêka bas eka çarekirdinî leşî mirduwe bo ewe derd û bałay lêwe netenêtewe bo zînduwekan tenanet ełê: řoḧî şeř ke seyrî kird wa leşî mirdûyek kewtuwe, ebê be mêşêkî pîs û be leşî mirduwekeda esûřêtewe, lepaşa eçê benaw merdima derd û beła lenaw ewanîşa biław ekatewe!. lepaşa basî ewe eka ke pyaw ebê çon řêz le řoḧî çakewe bigrêt? we leşî mirdû le kwêda dabnirêt? we çon ew jûre ke mirduwekey têdaye ebê pak û xawên bê? we ebê cilubergî mirduweke çî lê bikirê? înca dête ser îş û karî têkřay merdim û ełê:

bo ewe danewêłe û dar bête berhem, ebê kiştukał bikirêt, ebê ew şwêne ke wişk û beyare, ademîzad awêrî bika û zongaw le zewîda neyełêt, her ademîzadêk pêwîste le jyana darêk binêjêt; zewî bo ewe dirust nekirawe ke mirdûy têda binêjrêt; zewî bo kiştukałe, bo eweye ke jyan le dunyada pere bisênêt; mirdû ebê leser kêwekan dabnirê bo ewe diřinde bîxwa, ya bo xoy biřzê. lepaşa dête ser keynubeynî xêzanî û ełê:

ebê hemû kes jin bênêt bo ewe xêzan zor bêt, wekû çon zewî ke xizmet kira be pît ebê, jin û jinxiwazîş awa însanîyet be pît eka. ebê zor zor çawêrî jinî sikpiř bikirê bo ewe xoy û minałekey bêmzeřet bin. pêwîste leser hemû kes xanûyek bo xoy dirust ka û jinêk bênêt û mitałî bibê; ebê parçe meřêkî byêt û le małîşa hemû dem agirî bibê. înca le barî gyanleberî tirda ełê:

ebê pyaw bezeyî pyana bêtewe, ewey ke pêwîstyetî serî bibřê û bîxwa, ewey pêwîstî nîye -wekû kuştinyan be řaw û şikar- ewe nabê bîka û xwa xoşî lê naye. lemewe eçête ser ewe ełê:

ademîzad ke dête dunyawe dû eqłî legełaye: eqłêkî çake û eqłêkî xirape. her yek lem dû eqłe eyewê destecłewî xawenekey bigrête destewe û le kirdewe û witin û bîrubaweřya bo lay xoy řaykêşê.

awêsta jyanî merdimî kirduwe be sê beşewe baweřî çak, qisey çak, kirdewey çak. basî emaneman le meyaney edebî mîsrî kon û kurdîda be dirêjî eka. lêreda dwayî be qisekirdin le jyanî dunyawe dênêt û eçête ser jyanî ew dunya û ełê:

řoḧ her emênêtewe eger çak bû serewjûr ebêtewe bo beheşt û çaweřêy leşeke eka ta řojî zîndûbûnewe dêt eger xo xirapîş bû tûşî hemû cezrebeyek ebê heta ew řoje. ew wexte çarî her dûkyan ekirêt. ayînî zerdeşt karî le her dû jyanekeye, jyanî em dunya û hî ew dunya. zerdeşt agirî kirduwe be nîşane «řemz»y her dû jyaneke. ełê: jyanî maddî bebê koşiş û teqala nabêt, agirîş ew koşiş û teqalaye têdaye. jyanî řoḧîş bê xawênî û pak û puxtî nabêt, agirîş ’amîlî em xawênî û pak û puxtîyeye. ke wa bû agir le ayînî zerdeştida bo peristin nebuwe, bełkû bo řemzî ew dû jyane buwe.

emey xwareweş tozêke le te’alîmî exlaqî û komełayetî awêsta ke zend û pazend û xurde awêsta û dînkerd basyan kirduwe:

yekê le řoḧî ḧîkmetî pirsî witî: çon eme ebê ke ademîzad leşî bexêw bika û řoḧîşî azar neda? ya řoḧ biparêzê û leşî azarî negatê? řoḧî ḧîkmetekeş wełamî dayewe û witî:

«ew kesey le xwar xoteweye bew çawewe seyrî bike hawşante, ew kesey hawşante be çawê le xot beriztir seyrî bike. ew kesey le to beriztire bew çawe seyrî bike ke goya aẍete, ew keseş ke aẍete be çawî fermandarewe seyrî bike. beranber be xawen ferman «awlî alamirErebî» řastigo û fermanber û kiřnûşber be. dû ziman mebe ba řûzerdît besera neyet, çunke dû zimanî le cadûgerî xiraptire. arezû û tema’it le endaze dermeke, çunke eger wat lê hat şeytanî çiłêsî beserta zał ebê û kamyabî le xêrubêrî dunyat le dest der’eçê. zor ciłew bo tûřeyî şil meke, yekê eger ciłewî bo şil kird, wacbatî xoy lebîr eçêtewe û řêgey ew kirdewe çakane ke pêwîste bîka lêy têk eçê û cewr û xirape abłoqey eqłekey eda. pyawî qînawî lew wexteda ke qînekey exwatewe wekû ehrîmen «řoḧî şeř»y lê dêt, kewabû her le seretawe karêkî wa bika ke řiq neygirê ba way lê neye. nefsî xot be xem û pejare azar mede, çunke pyawî xembar hest be xoşî dunya wixoşî řoḧ naka, leşî řoj be řoj peřpût ebê û řoḧîşî bê tîn... legeł dujmina kewtîte cengewe be ’edił û çak cengî legeł bike... eger hawřêtî dostit kird be corê bîke ke lêt xoşnûd bê. eger legeł lecer «ḧiqud»da bûyt, hîç berberekanê meke, lecerîyekey ewendey tir mebziwêne. hawřêtî pyawî arezûperwer meke û îşî xot mexere berdestî. wirya be ew kesey nawêkî başî nîye nawbangî bednawî heye, dostayetî legeł damexe. legeł pyawî nezana peyman mebeste û hełsûkewtî legeł meke. eger legeł pyawî gewcda bûyt, berberekanê meke û legełya be yek řêgeda meřo. wirya be xot be mał û parewe hełnekêşît, çunke bekêyan dêłît û hîç kełkyan bot nabê. wirya be fîz be baw û bapîr û îş û kartewe nekeyt, çunke ewane her ewe bo to dêłnewe ke to be destî xot lepêş xotewe bînêrît. agat lê bê xotit lê negořêt û be jyanî xot bayî nebît, çunke mûçet le axirda her řoyştine û tołet ebêtewe bewe ke biçîtewe naw zewî!...

le bindest em te’alîmey awêstawe soraxî hendê padşakanî konî fars wekû «dara» leser texte berdekanî wekû «îstexir» mawetewe. edebekey ewîş têkřa her edebêkî ayînîye û hemû řû le ahûramezda ekatewe.

bekurtî edebî farsî kon her ’îbaret buwe le edebêkî zerdeştî û awêsta. edebî padşakanîşyan hemûy basî şeř buwe ke be şêwey farsî mêxî leser berdekan hełyankenduwe. em şêweye ẍeyrî şêwey nûsînî awêsta buwe. şêweyekî tirîş buwe ke pêyan wituwe «pehlewî», emeyan lepaş şêwe zor koneke buwe be şêwey dewłet û ’îlim û edeb. em şêweye mamnawincî buwe legeł şêwe zor konekeda şêwey farsî îmřojda. ta em şwêne qiseman le edebî farsî konewe kird, ew edebe ke ta řûxanî sasanîyekan (652y mîladî) le nawa buwe. lem tarîxe be dwawe ber farsî taze û sedekanî naweřast ekewê, eme le bergî dûhemda bas ekirêt.

wekû witra, natwanrê edebî konî fars le edebî konî kurd cya bikirêtewe le barî ayînîda. ca bem bonewe - wekû seyr ekirêt - gełê şit êste lenaw kurdida mawetewe ke egeřêtewe bo dewrey pêş îslametîyan bo edebî konyan ke edebî zerdeşt buwe, betaybetî le edebî exlaqî û komełayetîda; wekû ewe arezûy geledarîyan heye ḧez be kiştukał eken û kem mał heye segî têda nebê û çawêrî jinî zikpiř neken. her çende leweda pêçewaney ewe ke ḧez be řaw û şikar eken, dyare emeyan edebî îslametî gořîwyetewe. herweha ba leber sardî nawçeş biş agiryan kem û zor her lê nabřêt. betaybetî lenaw kurdida bawe ke mirdûyekyan mird, cilubergekey ebexşin be hejarêk. em şitane ke mawetewe îslametîş biřyarî leser dawe. dîsan kurd be tebî’et ḧez be dar naştin eka û be pence xizmetî zewî eka.