edebî kurdî û mîsrîy kon

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 20 Xulek  2020 Dîtin

edebî mîsrî lewaneye le konyetîda hawşanî edbî keldanî biřwa. kontir şitîk ke le mîsrîye konekanewe mabêtewe «kitêbî mirduwan»e, ke le dewrî dirustkirdnî hereme gewrekey mîsirda leser twêklî «berdî» - ke gyayeke wekû qamîş le twêkłekeyan enûsî - nûsrawete. êsteş nusxeyekî le mozexaney «berîtanya»da her heye lewêda le pêşa basî pařanewe le xwa eka legeł pestey nwêjkirdinda, lepaşa dête ser ewe, ke řojî dwayîda lêpirsînewe heye û eřwaḧ ehênrête jêr ḧîsabewe. nusxeyekyan leme nûsîyewe û legeł mirduwekeda eyannaye gořekewe. lemewe bo ême der’ekewê ke fîkirî edbî le mîsrî konda lebeynî çwardîwarî peristigakanewe derçuwe û beşî zorî edebî mîsrî leser řê û şwênî ayînî buwe. lem řuwewe mîsrî kon û kurd - çe kurdî kon çe taze - le dû şita wekû yekin:

yekem: çon le mîsirda fîkirey edeb sereta le peristigakanewe çûzerey derkirduwe, le kurdîşda her wa buwe. tenanet heta nîwey yekemî sedey bîstemîş edeb le kurdewerîda, çe edebî felsefî û çe ẍeramî û çe ’îlmî her le çwardîwarî mizgewtekanewe serî hełdawe.

dûhem: leweda wekû çon ewan nusxeyek lew nûsrawe yan legeł mirduwekeda exsite gořekewe, le kurdîşda- dyare ke ełên kurd zortir bo řewişt wi’adit, koçerî û ladê nişînekanman mebeste - ew kese le dewrî jyanya le wirde babetî naw mał zortir çî xoş bwîstaye, legełî eyannaye gořekeyewe.

em kirdeweye herçende herwa be sawîlkeyî ekira û wird nekirawetewe, bełam ewe pîşan eda ke le bîr û baweřî konyana her biřwayan be zîndûbûnewe û ḧîsab buwe. we ke ḧîsabî dunyay lê dawa kira, goya biłêt: min her şitêkim kirduwe leber em şitem kirduwe ke êste le berdestimaye, wa legel xomim hênawe!... em fîkire her wa be sawîlkeyî hatuwete xwarewe, bełam seretakey awa buwe dîsan tenanet êsteş le hendê le koçerîye dûre destekana mirdû lew wexteda ke gyanekey der’eçît, le wextî jyanya çe core îşêkî bûbêt, le sere mergekeyda şitumekî ew îşey exene destewe; eger małatî bexêwkirdibêt gałok, eger cengawere bûbêt xencer, eger mîrza bûbêt qełemêk exene destyewe. min xom le kurdekanî «komayn»da çawim pêkewte kabraye k mird, le sere mergekeya gałokêkyan xiste destyewe. dûr nîye em fîkireşe her wikû ew fîkirey pêşû bêt.

înca eme nimûneyeke le «kitêbî mirduwan»y mîsrî kon:

«selamit lê bêt ey xway gewre û řast, hatûm ey xwa bo ewe şahîdî bidem le ser gewreyît, hatûm ey xwa xom be xişłî ḧeq řazanduwetewe û dûr kewtûmetewe le naheq. cewrim lekes nekirduwe, řêçkey pyaw xirapanim negertuwe swêndim be diro nexwarduwe, arezû hełî nexłetandûm bo ewe çaw bibřime jinî xizmêkim, destim bo małî kes dirêj nekirduwe, nafermanî tom nekirduwe, xomim bewewe xerîk nekirduwe ke qulêk leberçaw a-ẍakey bixem û aẍakey lê tûře bikim, ne le kesim dawe ne êşim be kes geyanduwe, kesim nekuştuwe û napakîm legeł kes nekirduwe, bełkû kesîşim hełnexřanduwe bo ewe kesêkî tir bikujît, nanim le mizgewt nedzîwe, małim le kes dagîr nekirduwe, bê qedewî «bê edebî»m beranber be mirduwan nekirduwe, qisey xirapim be dema nehatuwe, şitêkî pîruzim pîs nekirduwe, genmim be nirxêkî giran nefroştuwe û tirazubazîm nekirdiwe, min pakim, min pakim, ta mabûm le gunaḧ dûr bûm. xwaye le řîzî serkewtuwanî lay xota dambinê».

lebnidest em edebewe ew edebeşman buwe ke be seru bałay padşakanyana hełda bêt û leser zimanî şe’bekewe efsane ḧîkmet û yasaş yan bûbêt lem řuwewe kitêbî «wisaya» yan heye, ke hî «baḧ ḧuteb»e. le çîrokîşda kontir çîrokî misîrî kon ḧeqaytî «uzîrîs» û «îzîs»e. bekurtî em çîroke:

«uzîrîs» řewane kirawî xwa bû ke dad lesir zewîda biław katewe. merdimî fêr kiştukał û dozînewî «kan» kird, «tiḧût» xway zanîn û zanyarî em şitaney fêr ekird. înca wîstî be hemû ser zewîda bisûřêtwe bo ewe řaspêrîye bigeyenêt, xoy be leşkirêkî zorewe řwêşt û «îzîs» jinî leser textî mîsrewe leşwên xoy dana, îşî xoy kird û geřayewe. birayekî hebû «sît»y naw bû. «sît» wîstî uzîrîs le naw berêt, hênay bangêştinêkî bo kird û gelê le pyawe gewre kiłanîşî ko kirdewe, le jûrî nanxiwardinda sinûqêkî benirxî nexşikirawî ałtûn û zimřût dana, hat be danîştuwekanî wit: hir ke çuwe em sinoqewe û piřî bû, eydem be xoy. danîştuwekan yeke yeke xoyanyan taqî kirdewe sinoqeke le endazey kesyana nebû. hate ser uzîrîs ke çuwe nawî piř be piřî derçû! sît û destupeyundekey hatin ser sinoqekeyan daxist û mişemayan tê girt û xistyane řûbarî «nîl»ewe. em bas û xwase biław buwe ber gwêy îzîs kewtewe. zor xemgîn bû û pejare daygirt. hesta destî kird be geřan le nîlda, dozyewe hênay leşekey uzîrîsî lê dirhêna û gořêkî bu hełkend û naştî. sît emey pê xoş nebû, çû leşekey le goreke derhêna û parçe parçey kird û her parçeyekî firê daye şwênêk. îzîs dîsanewe distî kirdewe be geřan her parçeyekî le her şwênêk edozîyewe, her lewêda gořêkî bo heł’ekend û eynaşt û da’enîşt beseryewe û eylawandewe. înca legeł «ḧûrîs»y kuřya hana ebene ber xwakan, ewanîş sît le padşayetî exen û ḧûrîs le şwên bawkî da’enên.

em çîrokî uzîrîs û îzîse û peristinyan le mîsrîyekanewe perey send û kewte yonan û řoman. le sedey çwaremî pêş mîlad le dołî «pîrye» le yonan, peristişgahêk bo îzîs dirust kira. dîsan le «puzul» le lenî îtalîşda le yonan peristişgahêkî tiryan bo dirust kira. le «busb yekêk bo îzîs dirust kira. lewêşewe em peristine geyşte espanya û ferensa û îngiltere. leser em base nûserekan zor řoyştûn.

mîsrîye konekan wekû çon le edebî çîrokîda hengawyan hawêştuwe, herweha le edebî nefsî û komełayetî û syasî û ayînîşda ew hengaweyan hawêştuwe. ca bew bonewe eme nimûneyeke le amojgaryekanî «betaḧ ḧuteb» (3500 sał pêş mîlad), bo kuřekey:

«eger etewê xełk çaket biłên xot le çiłêsî û tema’ biparêze, çunke çiłêsî derdêke dermanî nîye û hawřêtî legeła nagîrêt; herçî xirapeye lewda ko buwetewe, tûrekey hemû sûkîyeke. eger lepaş zebûnî gewre bûyt û lepaş hejarî dewłemend, wirya be zemanî zebûnî û hejarît lebîr neçêtewe. koşşî xot bixere ser zanîn û qisey beřê û cê. lepêş eweda ferman be şitêk bideyt fîkirî lê bikerewe, hełeşeyî zor xirape; înca ke fermaneket da lexolayî mebe, le qise û fermanda tund û tîjî menwêne. hemûdem be şwên eweda bigeřê ke fermanit neşkêt. hêmnî gelê kosp text eka, tûřeyî jyan tał eka. emeş nimûneyek le amojgarî syasî ke «xîtî sêyem» eyka bo kuřekey ke «xîtî çwarem»e: «qisezan û ziman paraw be, behêz ebît. ziman, bo padşa çaktir û bekełkitre le şîr bo şeř. pyawî îşzan û lêhatû bixere ser îş, çawit lewewe nebê ke kuřî pyawî gewreye ya biçûk. dest bigre be dawênî dad û ’edłewe. wirya be xirape legeł hetîw û bêwejnan meke. yekê mîratêkî le bawkyewe bo mawetewe destî bo dirêj meke. ta gunaḧ le yekêk nebînî cezrebey mede.»

nimûneyek le bestey goranî şe’bî mîsrî kon:

«nexoşim hîç nexoşîyekîşim nîye, dirwasêkanim serim lê eden, xuşkekeşim her serim lê eda. gałtey pê dêt ke pizîşkekanim ebînêt, çunke ezanê derdekem bewan çar nakirît. małî xuşkim! birya derkewanî małekey bûmaye bo ewe eger be tûře bibwaye gwêm le dengî tûře yîyekey bibwaye. wekû minałîk leberdem yekêka bwestê û zor şermî lê bika bew core leberdem xuşkima ewestam!» -mîsrîye konekan be dostyan ewt xuşk-.

nimûneyek le ẍezelî kiçî mîsrî kon:

«min ke bîrit ekemewe, diłim elerzê û dest eka be tep tep, xoşewîstî to wam lê eka lew jyanem der’eka ke hawřêkanim tyaya ejîn. nazanim çon cilekanim leber kem? çon şitumekekanim řêk xem? çon çawim biřêjim û çon xom bon xoş kem?»

le edebî ẍeramî mîsrî konda gelê car řeşayî mûy dostyan kirduwe be tarîkî şew, birîskey didanekanî bew piřşe û şewqe ke le berd ebêtewe. nawî bałay berz û singî teř û memkî xiřîşyan hênawe.

***

înca edebî kurd beranber be edebî mîsrî kon:

wekû witra edebî kurdî nenûsrawetewe wihełnegîrawe, tenguçełemey zeman û jêrdesteyetî hemûy lenaw birduwe ke îme bitwanîn edebêkî zor konî kurd beranber be’edebî ayînî mîsrî kon pîşan bideyn, her ewman be desteweye ke çen diře û şitêkî bîr û baweřî ayînî - ke êste lenaw kurdida mawtewe - bixeyne berçaw, we lemewe fîkirey dewrêkî zor konman bo der’ekewî: ke kurd beranber be bîrubawřey xwaperistî çe fîkireyekî buwe? yekim fîkirey şexis «qisin», dûhem berdî kêl, sêyem şitî mizgewt.

carê le pêş emaneda tîrey yezîdî - ke yekêkin le tîrekanî kurd - ewan le hemû kes zyatir agadarî bîrubaweřî konî kurdyan kirduwe. ke ełêyn agadarîyan kirduwe, wate tozê leserî mawnetewe, egîne be hoy nebûnî xwêndewarî lenawyana û nenûsînewey ayîneke, ewîş her têkçuwe, bełam şitêkî lê her wer’egîrêt.

ewan le mebde’î esasîyda biřwa be «ahuramezda» û «ehrîmen» eken, ewyan bo xêr û emyan bo şeř. we le ’enasurda «řûnakî» û «tarîkî» biřway pê eken ke emane binaẍey ayînî «zerdeşt»e. pakjî em ayîne sê şite: «çak biłê, fîkirit çak bê, kirdewet çak bê». mebest be çak witin eweye însan peyman becê bênê, qerz bidatewe, ewî çake bo xełk, ewe biłêt, be qise merdim azar neda. mebest be fîkirî çak eweye ke pyaw fîkirî bixate ser xwanasî, lenaw merdima řûxoş û qise xoş bêt. le wextî tirsa agay le merdim bêt, xełk fêrî xwêndewarî bika, řêgey çakeyan bo danê. mebest be kirdewey çakeş eweye ke yarmetî hejar bida, kiştukał bika, awî şîrîn û xoş bo xwardinewe bijînêtewe, koşiş bika bo asankirdinî ew řêgayane ke jyanî jin we mêrdayetî asan eken, ewey le xoy zyade le řêgey çakeda biławî katewe. ayînî «zerdeşt» řiqî le pyawî temeł û tewezel ebêtewe, zor xerîkî kiştukał û dar naştin û małatdarî ebê. em sê şiteyan aya leber îstiratîcî kurdewarî bê, ya leber ew pabende koneyan bê be ayînewe kurd zor xerîkî ebin.

înca şitekanî pêşû:

fîkirî şexis «qisin»: êsteş le kurdewarîda bawe eger pyawçakêkî gewre mird, lepaş ewe ke naştyan peřoy sewz û sipî eken be beydax û leser gořekey eyçeqênin. řêbwar û xełkî tir dên tîlme tîlme lew peřwe ekenewe û eyben be mifeřk. wekû eyben, boyşî dênin. em řewşte bepêy gêřawnewî pêşînyan ke bere bere le yekyan bîstuwe, řewştî pêş îslametîye û lenaw kurdida mawetewe. ewan her ewende egêřnewe û her ewendeyan aga lêye. bełam ke pyaw lêy bikołêtewe ewe der’ekewê ke: kurd le bîr û baweřî ayînî konyana pyawçakekanyan be mezherî nûrî xwa zanîwe, ta le dunyada bûn ewe řêzyan lêyan girtûn, ke le dunyaş derçûn belayanewe wa buwe ke řoḧ aşnayetî legeł leşekeda nepçiřawe, emanîş bew core her nepçiřawe, ke řoḧeke emey dî, beramber beman ew mîhirbanî û parêzgarîye le dewrêka le leşekeda buwe beramber beman twandûyetî, êsteş her eyniwênê, we ew tîlmane leber ewe katêk ke leser gořeke buwe, bonî řuḧ û leşekey girtuwe, ke kewte her małêkewe řoḧeke eçê beşwênyana û ew małe pîroz eka.

kêl: hendê le pyawçake mirduwekan -le bîrubaweřî kurdewarîda- jinan eçne ser gořekanyan û mirazyan pê egirnewe, řêzełe berdêk le ser gořeke heł’egirin û le diłyana mirazekey xoyan ełên û berdeke enûsênin be kêlekeyewe, wekû asnikêş kêleke řêze berdekey wergirt û girtye xoy, ewe mirazekey cêbecê ebêt. eger xo neygirt ewa hîç. em kirdeweyeş wekû hî qisneke her mezherêkî řoḧî bîrubaweřî ayînî kon pîşan eda.

meseley mizgewtekeş: êsteyş ew qise her heye lenaw kurdida ełên: eger çîlkeyek le małî mizgewt kewte małî her kesêkewe ew małe agirî tê ber ebê. ca leber ewe nawêrin bo dizî û diroznî tuxnî mizgewt bikewn. min lam waye eme řewştêke hî pêş îslametîye mawetewe, lepêşa bîrubaweřî ayînîyan beramber be peristişgakan wabuwe, ke îslametî hat ew bîrubaweře le peristişgawe kewte ser mizgewt. boyeş ełêm hî pêş îslametîye, çunke em baweře zyatir lenaw ew kurdaneda biław botewe ke dûrin le şar û ladê û lew şwênane ke pêşeway ayînî îslamî têda heye.

***

beranber be çîrokî «uzîrîs» û «îzîs»y mîsrî, çîrokî «pûşîn» û «pamêř» heye le kurdîda. bełam le çe wext û dewrêkda buwe, eme nazanrêt. ewende heye keyn û beyneke dewrêkî zor kon pîşan eda. be kurditî çîrokeke ełê:

«padşayekî zeber bedest hebû le şarêka, qełemřewêkî zorî hebu. şarekeş merdimêkî firey têda bû, ew şare tenya kanyawêkî hebû, mîrawî leser hebû, xełkeke be nore ehatin bo aw. řojêk hera û zena kewte şarewe, padşan tê geyand ke «dêw» êk çuwe mîrawî derkirduwe û ber kanîyekey girtuwe û nayełê kes belay awekeda biçêt. ewa ehlî şar hemû le tînuwana wexte bixinkên. padşa be xoy û pałewan û supawe çûne derewe bo çarkirdinî dêwe. seyryan kird wa dêweke leber karêzekeda lêy kewtuwe û ebołênê û aweke pengî xwardotewe û buwe be deryaçeyek. padşa pałewanêkî narde serî, dêwe her pelêkî bo dirêj kird girtî û xistye jêr danî û her be kałî kirmanî!. yekêkî tir û yekêkî tir çû, hemûy xwardin, bem core de kesî le naw bird û tozê ahêkî tê kewt; înca bořanî û witî: ey padşa eger be gil řoj çwar minałim edeytê bîkem be kebab û be meze, başe, egîne em awe beřeła nakem heta ebê be deryayek, ew wexte beřełay ekem û ebê hemû şareke aw bîba. we eger her kesêkîş bê be lama bew core eyxom!. padşa le geł pyawe jîrekanya kewte řawêjkirdin, hatne ser ewe ke her be çil řoj çwar minałî bidenê, ewe baştire leweke hemû xełkî şareke ya leber lafaw, ya leber lafaw, ya leber bê awî bixinkên. padşa be dêwey wit: başe, çît ewê etdemê û aweke wirde wirde beřełake. her ewkate carê çwar minałyan daye, ewîş hêdî hêdî le şwên xoy bizût û minałekanî hełgirt û eşkewtêk bû le serawirdî şarekewe, řûy kirde eşkewteke û řizgaryan bû. îtir her be çil řoj ebwaye çwar minałyan bo binardayete ber qapî eşkewteke!

em îşe çend sałêk bemcore mayewe û minałî le şareke biřî û cergî hemû kesêkî sûtan. heç pałewan û qaremanêk le wiłatekeya hebû neyantiwanî çarêk bo em derde bidoznewe. padşa û ehlî şar êcgar kewtine naxoşî û pel û poyan lê biřa cařyan da be hemû wiłatda: her kes bitwanê çarî em dêwe bika her şitêkî bwê, padşa eydatê. řojê seyryan kird wa kuře gencêk le dûrewe řûy kirde naw şar û řuwew baregay padşahî xoy kuta, kuř, kuř nîye! kełegetêkî bałaberzî nawsingipan, her baskêkî ełêy kołekeyeke û şîr û tîr û řim û qełẍanî le xoy dawe û çuwe jûrewe. witî: padşahim! min em bełayetan leser la’ebem, bełam nyazêkim heye ebê becêy bênît! padşa witî: başe, biłê. witî: min «pamêř»m nawe, kiçêkî amozam le şarî todaye «pûşîn»y nawe, demê sałedłiman be yekeweye. êste mamekem namdatê û naşmewê be kuştin û biřîn lêy wergirim, emewê îşeke be xoşî bibřêtewe. eger îşêkî wa ekey mamekem kiçekem bidatê ewa başe, egîne her êste egeřêmewe!. padşa witî: başe, çît ewê bot cêbecê ekem. înca «pamêř» witî: ke geyşte ser çil řoje, minałekanî bo menêrin ba dêweke xoy bête derewe, ew wexte çarî ekeyn!. ke çil řoje beserçû dêwe minałî bo neçû, ehlî şar ewendeyan zanî dêweke be bołeboł û boře boř le eşkewteke hate derewe û řûy kirde ser karêzeke. xełkeke hemû zeneqyan çû!. pamêř wit be padşa: ba ehlî şar hemû le dûrewe řawestin û seyrî em karesate biken. têkřa merdimî nawşar hurujmyan bird bo derewe, «pûşîn»yiş legeł merdimî tira çû, hemû westan..

înca pamêř xoy le dêweke nizîk xistewe û pelamarî da, dêwekeyş destî řakêşa bo pamêř. pamêř şîrî dahênayewe û day le meçekî dêwe., seyrî kird wekû asin ziringey dê û şêrekey peřî!. henaseyekî hełkêşa û witî: kujarim, înca řimî bo hawêşt, řimekeş şika!. be gurz hate wîzey herçî gurzî lê eda her deng edatewe û hîçî tir!. paşan kewte zoran girtin, yektir dênin û eben, pamêř şeket bû, dêwe hêşta her taze pişuwe, ehlî şar be tewawî wireyan berda, yekeyeke wa xerîkin hełdên!

«pûşîn» ke ebînê wa diłxiwazekey bew core kewtote daw, oqrey lê hełgîra, ne etwanê biçê yarmetî bida, ne eştiwanê carêk bîbînêtewe, be aşkiraş ebînê ha êste dêwe pamêř bida be zewîda û bîxwa, ha tozêkî tir!. serî berz kirdewe bo asman û nizay ekird, kutupiř çawî kewte qapî eşkewteke, seyrî kird wa qefezêk lewdîwî qapîyekeweye, şitêkî têdaye le pîrêjin eka. herdem eda be yeka û fû eka beser dêwekeda, herçende ew dem eda be yeka, lêrewe dêweke behêztir ebê. witî: bibê û nebê heç şitêk heye le jêr ser em qefezedaye. xo gyanî min le gyanî pamêř zyatir nîye. min em jyanem nawê ke leberçawmewe em dêwe dest bixate cerg û diłî pamêřî xoşewîstimewe widerî bênê. emey wit û heřay kird bo ber qapî eşkewteke. řoyşit û řoyşit heta nizîk buwewe, lew kateda dêweke hestî pê kird!. destî le pamêř hełgirt û çû beşwên pûşînda. pamêř ke seyrî kird dêwe destî le yexey berda û heřay kird, serî siř ma, ke çak temaşay kird wa pûşîn wabeřêwe bo eşkewteke eçêt û dêwekeyş bo pûşîn eçêt!. ke emey dî agirî tê berbû û emîş heřay kird beşwên dêwekeda, bełam çon heřa kirdinêk. dest leser şan!

bem core hemûyan le nizîk qapî eşkewteke yekyan girtewe. dêwe destî dirêj kird bo pûşîn û pamêř le pişt seryewe. pûşîn bangî kird: pamêř xemî minit nebê bełkû xot bigeyenîte ew qefeze ke le nawewey eşkewtekedaye. pamêř xoy kird be eşkewtekeda, qefezekey berçaw kewt, her destî pê geyşit, dêweke lem lawe sard buwewe û hêzî tya nema û kewt!. pûşîn newî le şaxî û eywîst řaykêşê bolay pamêř bełam leber giranî boy kêş na’ekira. pamêř ke destî geyşit be qefezeke temaşay kird eme şitêkî têdaye le wêney pîrêjnêkî zor peřpût û be cadû û efsûn dêwekey řagirtuwe!. destî naye ser demî û xinkandî, ke em xinka dêwekeş lewê topî!. tumez eme kûlekey řoḧî em dêwe buwe!. înca petî kewanekey xiste laqî û řaykêşa û legeł pûşînda hatnewe bo lay padşa û ehlî şar çûne pêşwazîyanewe û hênayannewe, ḧew şew û ḧew řoj şayî û aheng bû, padşa pûşînî le bawkî send û be řa û tekbîrî hemû layan le pamêřyan mare kird û be xoşî řayan bward».

***

beranber be amojgarîyekanî «betaḧ ḧuteb»y mîsrî, emeş nimûneyeke le edebî komełayetî kurdî ke ełê: «mirov xirape neka, xirapey nayete pêş, kesê esp řagrê pêwîste dirgay bo biłind bika. mirdû gunaḧbar nebê gořî lê teng nabê. mirîşk çawî le qaz kird qingî diřa. pyaw ke zor şîrîn bû le geruwewe eyxon. hezar bertîl qerzê nabjêrê...». le edebî syasî ełê:

«kar be kesêk espêrrê le nîwey îşa becêy neyełê. destêk bom nebřirê maçî ekem. destê ḧakim bîbřê xwênî nîye. qise bîgêje, bîbêje, bîwêje. zuřna bidere dest naşîyewe fû be ser gewrekeya eka. pyaw be gewreyî fêrî piław xwardin bû, dest bo lûtî eba. min aẍa û to aẍa kê cêman bo řaxa?. gêre şêwênî sûçî gay bineye. xetî xwar le gay pîreweye. ke şa hat mîr betałe...».

emane nimûneyek bûn kem û kurt le barî çonyetî edebî kurdîda beramber be edebî mîsrî kon. le şwênî xoyda basî em vise kurdîyane û em pendî pêşînane kirawe.