edebî kurdî û hîndîy kon

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 23 Xulek  2430 Dîtin

ême lêreda mebestiman berawirdêke le me’bênî du edebda, ca ba yekêkyan gelê kontirîş bê, le mebestekeman lanada; çunke edeb perdey qewme û berawridkirdin le beyn edebî dû qewmda me’nay berawird kirdinî dû qewmeke xoyane. bełê, eger bihênrê beranberî edebî êstey ferense bikirêt legeł edebêkî wekû çînda eme zor bê cêye; boye bê cêye, çunke ew şa’îre ya ew edîbe ke edebekey êstey ferense da’enê le ber ewe ke êste dewrî xwêndewarîye û çap, hemû şitêkî wekû ewî wit ewe gumanî têda nîye ke lewî wergirtuwe. bełam eger qewmêk xwêndewarî têda nebû we le hemû barêka aşnayetî legeł ’alema biřabû, eger edîbêkî-tenanet lem sedey bîstimeşda- hat şitêkî dana, her be kon ejmêrrêt û her wekû te’bîr le şi’ûrî edebêkî dû hezar sał lemewpêş lew qewme bidatewe waye, çunkit xwêndewarî le nawa nebuwe û nîye ke biłêt behoy xwêndinekeyewe aşna buwe be fîkirî edîbî qewmekanî tir- çe tazeyan çe konyan- ’elaqey hatuçoş le beynyana nebuwe, ta botrê em edîbe çuwete ew şwêne û le bonî demyan têgeyştuwe û hatotewe şitêk ełêt ke wekû hînekey ewan waye!. bełku her şitêk biłêt her le; řûy şi’ûre sadekeyeweyetî newek le řûy hełsukewtî řoḧî, ya cîsmî bê legeł bêganeyekda!.

ke wa bû ême eger beranberî edebî kurdî bikeyn legeł edebî qewmêkî tirda - ba edebî qewmekey tir zor kon bêt û emîş zor taze bêt - her wekû beranberî konêk legeł konêka kirabêt waye, çunke aşnayetî řoḧî û cîsmî nebuwe, ta biłêt ḧeq nîye em kon û tazeye beranberî pê bikirêt, řengibê tazeke le koneke wergîrabê. eme le layekewe, le layekî tirîşewe edebî kurd leber ewe leser kaẍez hełnegîrawe wekû çon ewe heł’egrê ke edebî dûsed sał lemewpêştir bê eweş heł’egrê ke edebî dûhezar sał lemew pêştir bê. her cor bêt: hî dûsed sał bêt ya hî dûhezar sał, her te’bîr le şi’ûrêkî saqî nawçe edatewe. ew nawçeye bebê ’elaqatî xarcî dûhezar sał lemewpêş çe te’sîrêkî kirdote edîbêkî ew wexte ’eynî nawçey dûsed sał lemewpêşîş her ew te’sîre ekate ser edîbêkî wextî xoy. ca emaneye ke êmey hełxiřanduwe bo ewe edebî kurdî berawird bikeyn legeł edebêkî konî ẍeyrî kurdîda!. kewabû êste ełêyn edebî hîndî û kurdî:

deştekanî dewruberî «qezwîn» nîştimanî qewmêkî «arî» bûn. leber nakokî beynî xoyan hendêkyan wiłatekeyan becê hêşt û serewxiwar bûnewe bo «asyay naweřast». hatin, hatin ta geyştine kwêstan û daristanekanî řojełat. maweyek lewê manewe, înca çawyan biřîye deştekanî «hînd» û boy kişan. danîştuwe esłîyekan xoyan ke pêyan ewtin «dasî» beřengaryan bûn, ke zor bû qewałe betałe. neyantiwanî byangêřnewe, lewêda cêgîr bûn û naw niran «hêndos» û dasîye esłîyekanyan xiste jêr suxrey îşukarî xoyanewe. ewanîş nawekeyan gořa, naw niran «şudras» -ke bûzîyekan hendêkin lemane-. hendêkî tir lem dasîyane her seryan danenewand bo em lêşawî arîyane û hełatin û çûn bo «deken» û êsteş her lewên.

em şeř û şořî beynî arîy koçkirdiwane û beynî «dasî»ye nîştecêkan serçawey zortir le efsane û dastanekanî hînde. em efsanane heta zeman ehate pêşewe ewan leberçaw hêndosekan pîroztir û gewretir ebûn, heta wayan lêhat kitêbe pîrozekey hêndos «vîda»y lê dirust kira û kewtine ser ew biřwaye ke eme xwa nardûye bo hendê le pyawegewre řabirduwekanyan!. lem hêndosane «burehmî»yekan peyda bûn - ke emane sereta desteyek bûn kahîn û xizmetî «vîda» yan ekird û pasewanî bûn - lepaşa pereyan send û ayînî «burehmî» yan lê peyda bû, le şudrasekanîş ayînî «bûzî» hate nawewe.

qisekanî «vîda» hemû řû le hêzî tebî’et ekatewe, beyanî ke tarîkî şew la’eba, xorawa ke îşêkî wa eka pyaw nexate şew û ’ezyetî řojî le koł ebêtewe. baran ke deẍił û dan eřwênê. emane hemûyan bo ewe eşên ke pyaw supasyan bo bika. dîsan her le «vîda»da ełê: pyaw ebê le xwa bipařêtewe bo ewe deẍił û dan û małat zor bika. ’umir dirêj bika û řołey çak bida pyaw... herweha ełê: bipařêtewe ke arîyekan biparêzê û załyan bika beser dujmina û her le serewe bin. le basî ew dunyaşa ełê: řoḧ ebê her bimênêtewe, tyaçûnî nabêt.

ke hêndosekan le deştekanî «pencab»da cêgîr bûn, dîsan řuwew řojełatî ewê pelamarêkî tiryan dayewe, le dewruberî «kenc»da gîrsanewe. betaybetî dû tîreyan - ke «pangała» û «beharata» yan pê ewtin - beser ewanî tirda zał bûn. lew wexteda ke eẍrîqekan abłoqey şarî «tirwade» yan dabû, em dû tîreye ceng le beynyana hełgîrsa, em cenge bû be serçawey şeř û şořêkî «melḧeme» şî’rîy dirêj ke tarîx û efsaney hîndî têkław kird û pêy ełên «mahabeharata» be kurtî em çîroke ełê: «pando» padşay «beharata» mird, pênc kuřî minałî leşwên becê ma, legeł birayekî kwêrda ke nawî «zirîtariştira» bû. birakey nîşte ser text û kuřekanî pandoy legeł kuřekanî xoyda bexêw kird. be kuřekanî pandoyan ewt «serokekanî pandava» û be kuřekanî zirîtarştirayşyan ewt «serokekanî kurava». «dirupada»ş padşay «pangała» bû, leser şitêk «diruna» - ke pyaw maqûłêkî şareke bû - zîzî kird. diruna barî kird û çuwe lay zirîtariştira le beharata û bû be mamostay ser û swarî kuře padşakan û fêryanî kird. zirîtariştira le tołey em kirdeweyeyda leşkirêkî daye ke biçêt tołey xoy be dirupada bikatewe. çû gelê le wiłatî pangałay girt.

ziryaştira pîr bû, wîstî yekê le kuřekanî pando bixate ser text. kuřekan xoy neyanhêşt û naçaryan kird ke «dirîwzan» - ke kuřî gewre bû- bîka be cênşîn. em kuře tirsî paşeřojî le amozakanî hebû, hênay agirî berdaye xanuwekeyan, emanîş naçar hełatin bo bêşełanekan.

hêndosekan řewşityan wabû: eger kiçêkyan şûy bikirdaye, meydanî tîrendazî û şeř da’emerza, herkes tyaya serkewtaye kiçeke şûy pê ekird. «dirupadî» kiçî «dirupada» padşay pangała cařçîy nard bo ewe cař bida merdim bên meydandarî biken, herke serkewt şwî pê eka. «erçûn» ke kuře gewrey pando bû we zor şarezay tîrendazî û swarîş bû, emey bîst û hat bo pangała, cilî kahînêkî burehmî leber kird û řûy kirde meydanî tîrendazan. meydaneke piř bûbû, «dirupad hat û bû be çepłeřêzan. meydandarî be şeypurêk kirayewe. tîrukewanêkî gewre danrabû bo taqî kirdinewe, goya herke hełîgirt ewe ew kese serkewtuwe. zor kes hat, kes pêy hełnegîra. «erçûn» hat û hełîgirt û tîrî pê hawêşt û nîşanekey şikand. dirupadî çû çepke gułêkî pê bû, kirdî be bersingî erçûnda, yanê kirdî be mêrdî xoy. xełkeke leber ewe dujminayetî lebeyn kahîn û pyawmaqułanda hebû, we erçûnîş cilî kahînî leberda bû, tûře bûn û wityan: çon ebê kiçî padşa kahînêk be zyatir bizanê le pyawmaqułêk!?. erçûn emey bîst cilekanî leber xoy dakend. xełkeke seyryan kird eme kahîn nîye, kuře padşaye!.

erçûn kiçî padşay mare kird û serlenwê estêrey serokekanî pandava hełhatewe. dirupaday xezûrî erçûn hawpeymanêkî bedestî hebû, erçûn û birakanî dawayan lê kird ke yarmetîyan bida bo ewe biçin «beharata» le «zirîtariştira»y mamyan werbigirnewe, ewîş piştîwanî kirdin û çûn. zirîtariştira hênay nîwey řojaway wiłatekey - ke şwênêkî bê xêr bû - pê dan û nîwey řojełatekeşî - ke şwênêkî be pît bû - day be kuřekanî xoy!. em serokaney pandava kewtine çawêrîkirdinî wiłateke û awedanyan kirdewe û gelê şaryan tyaya dirust kird - «delhî» yekêke lew şarane. em miłkidarîyey eman leceryekî le diłî «dirîwzan»da hełgîrsand. kewte ser ewe fiřufêłêkyan lê bika. hênay hemûy bangihêştin kirdin û qumarî bo damezrandin. le qumarekeda gizî kird, heriştêkyan hebû nebû lêy birdinewe û kewtine ser sacî ’elî!. înca emey bo damezrandin û pêy witin:

ebê dwanze sał xotan win ken, lepaş dwanze sałe sałêkî tirîş le şarêka danîşin. eger ême -ke serokekanî kuravayn- lem syanze sałeda nemandozînewe ewa ew wexte mał û miłkeketan edeynewe. em hejarane çûn û be bêşełan û cengełistanekana wêł bûn. «dirupadî» jinî «erçûn» yişyan legeł bû, meger xwa bizanê em dwanze sałeyan be çe cezrebeyek birde ser?!. řaz û nyaz û beserhatî em dwanze sałeyan le bêşełanekana ko kirawetewe û naw nirawe «kitêbî cengeł». beřastî şitî zor benirx û seyrî têdaye, payey edebî hîndî be tewawî berz kirdotewe.

le paş dwazde sałe hatne şarî «matsya» û xoyan gořî; dûyan bûn be şwan, yekêkyan be derkewan, yekêkyan be meyterî wiłaxan, yekêkyan be aşçî koşkî şay xanedan, dirupadîş bû be karekerî şajin le enderûn. em sałî syanzehemeyş de mangî řoyşit, kewtine xoşî ke goya zorî nemawe lem dîlyetîye řizgaryan bibê. lem maweyeda serkirdey leşkir çawî be dirupadî ekewê û diłî lê eçê!. zorî xerîk ebê boy dest nada, lepaşa tûşî cezrebey eka. leser eme yekê le birakan azayetî dête coş û serkirde bê şermeke ekujêt!. lem maweyeda «dirîwzan» le hemû wiłatî hîndida her çawe çawî bû, bełkû em birayane bidozêtewe, be hîç negeyşit. bełam řojêk ewey bîst ke bişêwî kewtuwete «matsya» we. serokekanî kurava emeyan be hel zanî bo ewe matsyaş dabgirin, leşkiryan bo kird... padşay matsya - ke minałêk bû - ewîş leşkirî kird û çuwe derewe. erçûn ciłewî wiłaxekey bo ekêşa. padşay minał ke çawî be leşkirî dujmin kewt bê hoş bû û kewt!. er çûn pelamarî da û nirkandî û witî: «min erçûnim!» û řûy kirde leşkirî serokekanî kurava û tarumarî kirdin. em mawey syatre sałe tewaw bû, înca hatin daway mał û miłkekeyan kirdewe. dirîwzan witî: êwe be pêy qisey xotan nebzetûnetewe, hêşta syatre sałeke twaw nebûbû erçûn xoy aşkira kird. em biř û byanuwe buwewe be hoy damezrandinî şeř lebeynî herdû berekeda. le axra em pênc biraye - serokekanî pandava - serkewtin û dirîwzanîş kujra.

***

beranber bem çîrokî hîndîye le kurdîşda çîrokêk heye, wenebê le bîrubaweřda zor lêk dûr bin, eger dûrîş bin, ême ewende koşiş her ekeyn ke bikewête ser kaẍez û leme zyatir le jêr perdey le fikir çûneweda nemênêtewe!. çîrokeke egêřnewe ełên:

«bergird» û «fergird» dû bira bûn her le bapîre gewreyanewe deste ciłewî ’eşretekeyan le wiłatî «paktirîn» be gewreyî bo mabuwewe. fermanřewa û kam řwa bûn. řojê le řojan «bergird» danîştibû, çolekeyek beser serya têpeřî û piryaskeyekî lê kewte xwarewe û kewte koşî em. ke kirdyewe dû dane gewherî şewçiraẍî têda bû, herke çawî pêyan kewt awî çawî hat û herdû çawî kwêr bûn!. pizîşk û daw û derman nema, hîçî kełkî negirt. lewlaşewe mał û dewłetekeyan řojbeřoj le kurtî eda, tenanet segêkî konîşyan hebû ke sałehay sał bû leber qapîyekeyana kewtibû, herke «bergird» eçuwe derewe, ya ehate jûrewe segeke pêy eweřî û eger yekê le xizmetkarekanî legeł nebwaye eyxiward. herweha espî taybetî swarî xoyan hebû - ew espe ke caran herke eman der’ekewtin piştî da’enwan - êste ke çawî be yekê leman ekewt destî ekird be cûte weşandin û heł’ehat. be kurtî řojbeřoj le kurtîyan eda; řojê fiłan xizmetkar û kareker lêyan heł’egeřayewe, řojê fiłan ’eşret û xêł lêyan etura. bemcore estêreyan kewte lêjî û dunyayan lê bû be çermî çoleke!

lem karesate be carê seryan siřma, hîç şexis û pyawçakêk nema negeřan, çarêkyan pê nekira. dayke pîrêkyan hebû, řojêk witî: min le bawkitan û bawkîştan le bapîregewretanewe, bîstûme ke em binemałeye ekewne coşî cwanî û berizbûnewe, kutupiř serewlêj ebnewe, îtir nazanim heł’estinewe ya heł’estinewe. etirsim ew řoje em řoje bê ke ême tûşman buwe?. em qiseye ewendey tir diłî «bergird» û «fergird»y teng kird. şewê fergird bem wit û wîrewe etlayewe ta xewî lêkewt. herke çawî çuwe xew û neçû kutupiř dengêkî hate gwê wekû le demî perî der biçê wabû, witî: «biřo, ḧewt cût bidře, ḧewt şar bigeře, ḧewt şit bigoře, ḧew xêr wergire» her emey bîst û le xeweke řaçenî, îtir herçendî kird xewî lê nekewtewe. ew şewey řoj kirdewe û beyanî xewekey bo daykî gêrayewe. daykî witî: řołe min her ewendey lê ezanim heste biço ḧewt cût pêławî asnîn dirust ke ta eyandiřît bigeřê, îtir leme bewlawe nazanim.

eman lem qiseda bûn hera dakewt, her ewendeyan zanî dewryan gîra, tumez eme kone dujminêkî ’eşret daryan hebû, ke ezanî eman bemcore řojgar piştî tê kirdûn, be helî ezanî leşkir eka û dêt nawestêtewe ta tenanet abłuqey koşkekeşyan eda. ew leşkire ta egene ew şwêne hîçkes nabê berengarîyekyan bika. fergird her ewendey pê ekirê destî pîrejnekey daykî û bira kwêrekey egrêt û hełdên û eçin le aşe konêka emênnewe û serî xoyan kiz egirin. lêreda fergird be tewawî diłteng ebê û hîç be diłya nayê tenya ewe nebê ke řêgey ’ewdałî bigrête ber û biřwa. heł’estê ḧew cût kewşî asnîn legeł xoy eba û deşt egrête ber û dayk û birakey le aşe konekeda be kesasî emênnewe. ḧew sał herdegeřîy kird, çoł û byabanî pişkinî û wiłat nema nesûřêtewe û cezrebe nema neykêşê. dastanî em ḧew sałey gelê kitêb le çîrokî kurdîda piř ekatewe, bełam ême çawman lê poşî.

řojêk le řojan bê deretan û sergerdan, be çołêka esûřayewe, mandû û mirdû, birsîy û tînû, le dûrewe çawî be askêk kewt, dest leser şan naye ser askeke, ha lêre, ha lewê, řawî ena heta aske le zewyêkda xoy kird be konêka.

fergirdîş be kuneda be şwênya çuwe jûrewe, seyrî kird eme deşt û kanyaw û dar û daristane. hîç soraxêkî le askekewe nedî, belayewe seyr bû, hendêkî tir çû, temaşay kird wa dû axur ekêkyan segêkî leser besrawetewe û yekêkyan espêk, bełam piř axuřî segekeye le «ka» û hî espekeye le «êsk». ewanîş her nûzeyekyan têda mawe. zorî bezeyî pyana hatewe, hênay êskekey leber espeke hełgirt û kirdye ber segeke, kayekeşî le berdem segeke hełgirt û kirdye ber espeke.

hendêkî tir řoyşit, temaşay kird eme darêke û gomêkî le nizîkeweye, dareke leber tînûyetî hemû liq û popekey wişk hełgeřawe, gomekeş leber ewe berekey gîrawe, aweke pengî xwardotewe û bogenî kirduwe, zor diłî bo dareke sûta, çû kunî gomekey bereła kird û aweke xuř çuwe bin dareke, him dareke bûjayewe, hem gomeke bogenekey nema.

hendêkî tir řoyşit, pişîleyek û meřêkî berçaw kewt besrawnetewe, bełam pişîleke bêçûyekî heye besrawe be meřekewe, meřekeş berxêkî heye besrawe be pişîlekewe ne pişîleke şîr eda be berxeke, we ne meřekeş şîr eda be beçke pişîleke. berx û bêçuwe pişîleke le birsana zerd hełgeřwan, pişîle û meřekeş leber ewe çawyan le korpekanyane û destîşyan nayangatê, herwexte le tawana bał bigirnewe, emîş hênay berx û beçke pişîlekey heryeke xiste ber daykî xoyan û berełayşî kirdin. bařey meř û berx û myawey pişîle û beçkey le xoşîyana geyşte ’asman.

hendêkî tir řoyşit, geyşte kanyawêk, tînûy bû, çuwe ser karêzeke aw bixiwatewe, seyrî kird wa le binewe qefezêk dyare û kotrêkî lenawaye û perdeyekî řeş lenaw qefezekeda dirawe beser kotrekeda. destî bird qefezekey derhêna û dirgakey kirdewe, kotir he nustuwe!. herçinde destî pêwe jend xeberî nebuwewe, înca peřwekey leser serî labird, xeberî buwewe, bełam hełnafřê, seyrî kird şitêk le demyaye, destî bird derî hêna, temaşa eka eme engusîleyeke, herke engusîley le dem kotir derhêna kotir day le şeqey bał û hełfiřî be asmana. ke kotir hełfiřî hewake gořa û kij û bayek peyda bû, temaşay kird leşîşî xerîke têk eçê, çarî nebînî bêcge lewe nebî ke berewdiwa bigeřêtewe.

destî kird be geřanewe, ke çî le piştewe ewa yekê bangî eka, pêy ełê meřo, lay kirdewe hîç dyar nîye û dengekeş her dêt, hîç guyê nedaye, pêy pya hêna heta geyştewe meř û pişîleke, gwêy lêye înca dengeke be meř û pişîleke ełê: bîgirin, ewanîş ełên: naygirîn, korpekey dawînetewe. destyan kird be xosin dan be dengeke. hat geyşte dar û gomeke, dengeke witî: dar û gom bîgirin, wityan: awî dawîn û bogenî labirdûn. geyşte seg û espeke, dengeke bangî kird: seg û esp bîgirin, ewanîş wityan: naygirîn, alêk û xwardinî dawînê. hatewe heta geyşte ber kuneke. seyrî kird dû şîr řast û çep be ber kunekeda hałusrawe û řêge nîye biçête derewe, gelê xerîk bû řêgeyekî bo nedozrayewe, şimşêrekey xoy derhêna û wîstî be şimşêreke şimşêrekan labra, herke şimşêreke kewt le şîrekan dunya bû betoz û ba û gerdelûl. şirîxeyek hat le mêşkya dengî dayewe û kewt!. lepaş tozê serî berz kirdewe hîçî berçaw nekewt, ne daristan û deşteke, ne kun û şîreke!.

tozê xwên řijawe û hîçî tir. bełam leşî zor sûke û diłîşî le xoyewe zor xoşe. îtir kewte ew deşte û nazanê bo kwê eçî û em şwêne kwêye?!.

pêławekanî diřabû, pêławî tirîşî nemabû le pêy ka. le şeketîya û leber janî qaçî le bin kanî û darêka danîşt, bo ewe tozê biḧesêtewe, zorîşî birsîye. kutupiř le dûrewe biře swarêk derkewtin û hatin bo ser kanîyeke, dabezîn û danîştin, herwa kewtine qise kirdin lebeyn yekda, fergirdîş daway nanî lê kirdin, nanyan daye, înca lêy pirsîn: em şwêne kwêye û êwe kên û bo kwê eçin? ewanîş wityan: ême pyawî «bergird» şayn. eme ḧewt sałe birayekî bê seruşwên řoyştuwe, ême eme çil řoje be şwênya esûřêynewe û epirsîn, hêşta hîçman lêwe dest nekewtuwe, «fergird» lem wełame serî siřma, witî. bergirdişa xoy kêye û birakey kêye?

wityan: bergirdişa pyawêkî binemałebû, birayekî hebû «fergird»y nawbû, le pêş ḧewsałda bergirdişa xoy çawî kwêr bû, dunya piştî tê kird, heriştêkyan hebû û nebû le destyan çû, dujmin hat wiłatekeyşî le dest sendin, lepaşa derbeder bûn, îmsal bergirdişa çawekanî çak bûnewe geřayewe, hat dujminî le wiłatekey derkird û mał û mułkekeyşî sendewe, le pêş ḧewsałda fergirdî biray bê ser û şwên řoyştuwe, êste pyawî xistote hemû memleket beşwên birakeya, we êmeşî narduwe bo em nawçeye, em çil řoje esûřêynewe, řê bedîyekman nekirduwe!.

fergird witî: kewate min «fergird» m, swarekan hemû hestan û kiřnûşyan bo bird û têkira pêkewe lêyan da û řoyştin. fergird witî: min ta em wiłate hemû le dujmin pak nekemewe û hemûy negirim, naçmewe małewe!. pyawekan wityan: her fermanêk bikeyt ême le destayn. înca bênî pêwena û destî kird be pelamardan, řûy ekirde her şar û leşkirêk, eygirt û eyşkandin, heta ḧew şarî ḧew memleketî ew dewrey girt û be pîrozî û serberzî řûy kirdewe wiłatekey xoy. leber ewe em biragewre bû, leser text danîşt û bergirdî bira biçûkî bû be wezîrî û fermandarî wiłatekeyan kird».

ême ke seyrî em dû çîroke bikeyn - çîrokî hîndî û kurdî - ewe bixeyne ewlawe ke eweyan zor kone û emeyan wekû nazanrê zor kone, eweş her nazanrê ke tazeye. gelê lêk eweşênewe wekû le bîr û bawřî řegezêkî taybetî seryan hełdabê wane!. emane ya efsane bin ya dastanêkî řasteqîne bin, lem řuwewe herdûkyan le takî tirazûyekdan. emênêtewe ser ewe efsane, ke yekêke lew pirdane ke payey řewişt û ’eqłîyet û edebyatî qewmêkî pê der’ekewê, le her yekeyana şitêk heye ke wêne řabirdûy qewmeke bidate dwawe wekû ewe:

çon le efsaney hîndîyekeda dunya piştî hełkird le serokanî pandava ke kuřekanî «pando» bûn - le hî kurdîyekeşda bewcore piştî kirde bergird û fergird. le hî hîndîyekeda cezrebey dwazde sałey serokekanî pandava - ke serçawey gelê efsaney hîndîye - le hî kurdîyekeşda cezrebey ḧewt sałe bergird û fergird, ke emîş gelê dastanî kurdî têdaye, le hî hîndîyekeda şeř û şoř û meydandarî serokekanî pandava legeł serokekanî kurava, le hî kurdîyekeşda şeř û şorî bergird û fergird legeł wiłatanî dirawsêyana bo sendinewey wiłatekeyan û girtinî wiłatanî tir. hîç efsaneyek le barî edebî û ’eqłîda nabê xałî bê le derz û pend û efsane û çîrokî kurdî êsteş her le kwê agirdanda piř û pîrêjnan eygêřnewe bo ewe aẍey mał xewî lê bikewê, ya minał û řewałî pê bixłetênin. legeł eweda eger bêne ser řastî, efsane bo ewe nîye; bełkû pend amojgarîyeke, ke qise le sûřanewey mîçî dunya eka û şanoy asman pîşan eda, wekû lem çîroke kurdîyeda eme der’ekewê:

yekem, ew derzane da’eda ke pişt be dunya bestin îşî pyawî jîr nîye. dunya wekû mîçe exulêtewe, wekû xoşî têdaye naxoşî têdaye, wekû berzî têdaye nizmîşî têdaye, hemûy wekû perdey sînema dêt û eřwa!!.

dûhem, pyaw ta řenc neda nagate genc, ta çermeserî û şewnexûnî û cezrebe nebînê naga be mirad.

sêyem, le xirape xirapit tûş ebê û le çake çake, hemûdem pyaw ebê xerîk ewe bê le îşî çake bewlawe hîçî tir neka. eger ferkird ew çakaney legeł seg û esp û şitekanî tirda nekirdaye, her lew şwêneda serî tya eçû.

çwarem, pyaw nabê koł bida, destî daye her îşêk ebê ta ser legełî bêt eger neybirde ser hem xoy nahumêd debê, hem îşekeş naçête pêstêkî wehawe ke yekêkî tir kełkî lê bibînê.

***

emanewê ême le hemû sûçêkewe berawirdî edebî hîndî û kurdî bikeyn, boyeş emanewê miştê nimûney xerwarêke. le çîrok û efsaneda ewendeman derbiřî le pendî pêşînîyanîşda çend daneye derbiřîn. pendî pêşînanî hîndî ełê:

«lêqewman berdî meḧeke bo taqîkirdinewey dostî řasteqîne». nexoşî û xem û meynet û azar hemûy le paşerokî ew hełaneye ke pyaw le řabirdûda kirdûnî. bezeyît bêtewe bew keseda ke daway bezeyît lê deka, xêr û bêrit wekû baran bêt, mang řûnakîyekey beser saẍ û nexoş û aẍe û nokerda biław ekatewe şwên dujminî řast bikewe newek dostî nařast, dostayetî û dujminayetî be qise û be naw cya nakirêtewe, bełkû be ’eqił û kirdewe cya ekirêtewe. le wextî dewłemendîta le xobayî nebît, wekû çon kiç yarî be bûkeşûşe eka çarenûsîş bew core yarî be pyaw eka!.

pendî pêşînanî kurdî ełê:

«kes eweye le řojî tenganeda firya kewê.»

«řojan řojî lewedaye. heta hatim bû her hat hatim bû, ke nehatim bû řojî tarîkîm bû.!»

«wextî kar û bar emankey be yar, wextî ciz û biz emankey be diz.»

«negbetî xoy başe, qortekanî xirape.»

«dostî dostim dostime, dujminî dujminim dostime.»

«dujminî dana bû, çaweřêke bikewê kostim.»

«xêrî wekû baranî behare.»

«dujmin eger biçkûkîş bê her îşî zil eka.»