cejnî ême

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  848 Dîtin
wek dełên azad buwe sed şukir kak seyd mistefa
boye dinya piřbuwe ewřo le diłxoşî û sefa
cejnî ême bû be dû ewsał be lutfî kirdigar
ba le dił derkeyn xem û ḧesret hemû cewr û cefa
ba wexřibîn şukirî yezdanî mezin bênîne cê
buẍiz û kîne laberîn û bêyne ser sîdiq û sefa
her şew û řojêk hezar şukirî xuda hêşta keme
çon bikeyn ême be carêk û be sed car îktîfa
her le êstawe heta demrîn biłêyn yařeb şukur
her ewe ew, xawenî lutif û ’eta, mîhir û wefa