hat behar
Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
2 Xulek
1404 Dîtin
hat behar, hênay be bar towî guł û muşkî xeta
sewz û sûr bû, xwar û jûr û çîmen û deşt û çya
dûrzenî hewrî behar û řinwe befrî bendenê
lêk beranber bûn wekû leşkir le ’erzî ta sema
day be ser befra şebeyxûn, bû be ardî nêw diřû
daynewand piştî kilîle, řayřfand me’mûrî ba
her heres bû, leşkirî zistan le tirsan hełwerî
dyare qełẍanî sehoł bû, dwê ewîş piştî şika
tawłî sewzî le cêy befrî sipî hełda behar
çûne pêşwazî, girûhî swêsne û hełz û kema
çehçehey bulbul wekû mûzîke bo sanî gułan
fîtefîtî şwane, sûtî efserî tîp û supa
lem supa û tîp û qişûney şay behar hênawye
şoqî řoj nûr’efkene carcar le naw hewruheła
swêsin û şewbo û nêrgis, şeşpeř û guł’ateşî
pakî pişkûtin, buwe dunya be yek ḧeşruḧela
bulbule zawa û guł wek bûk û dił herwek dełał
dê û deçê boyan, bexořayî, bebê maf û beha
kurkekurkî teyre dê şew, yane sozî sîneme?!
em hera û bezme behare, yane perdey sînema?!
wa řeqîbîş derpeřî, cûtey le ba da, ta biłên
ey le ber em xoşîye, ḧetta kerîş tirsî nema
ḧeqyetî ew gwêdrêje hełpeřêt û derpeřê
her le însan ta cenabî ker yekê birsî nema
herkesê xawen dił û guł bû ewa çû bo geřan
kes nema, pîr û cewan, çak û xirap, şêx û mela
ey seba! xo to dełên peykêkî tund û xoşřewî
heste, pyawane biřo lay yarî bê mîhir û wefa
pêy biłê hestê le xew, xunçe hemû pişkûtuwe
bête der, ta ser le ber xoy nê wekû çawî ḧeya
bulbul û dił bo gułan, ew hełfiřî, em derpeřî
hełfiřîne, derpeřîne, pêkenîne, «kamîlNasnava edebîa»