pařanewe

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 1 Xulek  1068 Dîtin
řûřeşî dergay xudam û serifkendey mustefa
şermesarî řojî ḧeşir û milkeçî alî ’eba
çareřeş, şew ta beyanî her em û ew la dekem
herwekû marî birîndar hełdesûřêm bêseda
řû le kwê kem yařebî, çibkem le des ’îsyanî zor
ẍeyrî dergay to nîye derkê ke řeḧmim pê bika
dême dergaket ke bo çak û xirap awałeye
kewł û pêstim řadexem ta hem le dinyay bêwefa
her ewendem bes ke tom nasî û le to dawa dekem
lêm bibûrî û xoş bibî lêm û nesênî lêm ceza
řûm řeşe, emma ser û řîşim wekû befrî sipî
bew ser û řîşem bibexşe! nek be řûy hênde sya
«kamîlNasnava edebî» e nêwim, bełam naqîs le dunya mamewe
çunke bêmeylî etom zor kird, heta twanîm xuda!