boçûnî mamosta hejar

Li pirtûka:
Şarî Diɫ
Berhema:
Kamil îmamî (1903-1989)
 3 Xulek  1032 Dîtin

biray hunerdost û xawen mirx kake necmeddîn enîsî - xwa be edebyatî kurdî bihêłê - řojêk wek firîştey bext û hat le kerecCih ke bo min wek çizîrgeyekî çol û hol waye peyda bû, dîwanî şê’rî kake seyd «kamîlî» le bin baxełda bû, ke lêy biřwanim û bîruřay xomî le ser derbiřim, qisêkî seyr bû, minî hejar bîr û biřwam le ser çakî û xirapî şê’rî seyd «kamîlNasnava edebî» derbiřim, çî be ser çîyewe?

baweř ke wek be şwanêkî şarezûy dinya nedîw biłêy da toxwa derbarey nalîKes û mewlewîKes tawegozî, bîruřay xot derbibře. bełam çon dełêm na? helêkî wa başim bo hełkewê ke min komełe hełbestî «kamîl şa» ke ’umrêke be awatî dîtnyanim, destî dawe û detwanim be řaşkawî byanxiwênmewe, çon le dest xomî edem ... meselî kurdîye dełên «ta nesîmêk nebê hejarêk be awat nagat.»

serit neyeşênim, ew boy cê hêştim û min şanim lê daxist û serleberim xwêndewe, yan debê biłêm şew û řojêkî řebeq le naw beheştêkda jyam ke sofî û derwêşîş her be awatî şitêkî wan û naygenê.

şê’ir û hełbestî «kamîl şa» nyazyan bewe nîye min û sed min û nîwminî wek min biłên başe, nexêr ’etir xoy derdexa û pêy nawê ’etar be tełaq û swêndanewe řeş bêtewe ke ’etrî çake.

herkes herwa tozqałêk be qed çawî mêrûle, mirxî şê’rî hebê û edebnas bê, dezanê seyd «kamîl» çon peřîwete ser çiłepope û le gomî edebyatî zimanî kurdida çon melewanêkî taqaneye, bełam fizûlî hełm degrê le naw hełbestekanîda demewê beranberîyek bikem û biłêm beranber be bîruřay xom fiłanem le fiłane pê cwantire keçî hemûşyan le cwanîda bê wênen.

be bîruřay min hîç bwêjêkî kurd wek kak kamîl natwanê beharî kurdewarî wêne bigrê, seyrîş nîye; ew pyawe hemû temenî le ladê û le kwêstanî kurdistan jyawe û zeynî zor řûne û herçî deybînê detwanê le mêşkîda bê kem û kesrî, ’enbarî bika û zor be aman û zaman nîşanmanî bidatewe.

wate eger desełatim bwaye, ḧukmim lê dekird be lanî kem hemû beharan seferêkî naw hewarçîyan bika û wekû mêşengiwîn şîre le gułan hełmijê û be hengiwînî bimandatewe, beřastî kes way lê nazanê; emma eger dełêm lew barewe zor zebir bedeste, manay way nîye ke le ẍezel û şê’rî nîştimanîda becê mawe, małim qebre herçî gutûye meḧşerî kirduwe û xwêndewaranî edebperwer û duřnas dezanin ke seyd «kamîl» zor şa’îrêkî kem wêneye û îḧtyacî be pêdahełdanî min nîye ... .

le xwam tełebe mergî nebînim û le xwam tełebe bitwanê pitir edebyatî kurd geşe pê bida. amîn ya řebbel’alemîn.

şagirdêkî biçûkî seyd kamîl

’ebduřřeḧman «hejar»

kerec 1364/9/18