eme çend sałe teqela edem

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  488 Dîtin
eme çend sałe teqela edem
tane le şêx û le mela edem
bo ewey ke wa qewmî xewałû
hełsênîn le xew yek yek û dû dû
xełqî bał egirin beser hewawe
êmeş paşewpaş hatûyne dwawe
wek hîndistanî şeředîn ekeyn
daym le yektir peşim û qîn ekeyn
sofî eřwanê bo derwêş be qîn
derwêşîş ełê tif sofîy bê dîn
leber birsêtî û bê berg û nanî
her ełêyn «saḧêb» to xot eyzanî
yeg pîrêjnî ẍeyre dînman
lêman wer’egrê řoḧ û jînman
gelan awa bûn geyştine ser kel
êmeş le pêdeşt wek ḧeywanî şel