awatî tazey pênciwênî wêran

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  468 Dîtin
awatî tazey pênciwênî wêran
pêşkeş be mîrî û be karbedestan
ax egwêzrawe bo ew pêdeşte
ewsake emut pênciwên beheşte
girdêkî lêye pêy ełên «gełke»
hewargey hawîn bo şar bekełke
cêy wesman paşaNava taybet û meḧmûd paşaNava taybet
hawîn û payîz zor diłguşa bû
teyarexane heta ber bû ban
bikiraye be şar bazař û dukan
aw û çeşmekey wêney kewsere
zîx û berdekey zêř û gewhere
dû cadey qîrtaw em ber û ew ber
ferşî ḧewşekan be berdî meřmeř
sera û mekteb û xestexaney cwan
çayxane û geřac lem şan û ew şan
her wekû beẍda řûbar leberya
her awê pirdê bikirê le serya
bên bo bînînî le dûrułatan
ya le beẍdawe yaxud le şaran
zorî pênaçê wa ebê be şar
hezar bê ebê be heşt no hezar
ew řêga biřwa řast bo merîwanNava taybet
bê qorit û bê pêç wek tîr û kewan
bikirê be cêgay hawînehewar
nawbangî biřwa dyare û dyar
lubnanNava taybet le çawya wek şarezûrNava taybet
bên bo zyaretî herçende dûr bê
aşemekîne û çiray ferengî
legeł sînema biřwane dengî
ax weha ekira, be dîn û îman
nek wek bengełey zistan ke dîman
cêy çî bo girtim de hezar dînar
sed parçe lewḧ û sed bar şûł û dar
eger karbedest hîmmet binwênê
awatî muftîNasnava edebî wek dar eřwênê