wextê bo însan îş eçête ser

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  468 Dîtin
wextê bo însan îş eçête ser
endam tewaw bê le pê heta ser
yanî pê ebê wek şatir wa bê
leher satêka gurc û aza bê
ke pê řêy biřî û geyandîtye şar
norey dest ebê ekewête kar
be gurcugołî hîç danamênê
xerîkî îş bê ke řaypeřênê
lepaş îşekey ke tewawî ka
çawî pê ewê nîgadarî ka
be şew û be řoj daym wirya bê
nek lenakawê bedkar peyda bê
ger hat řeqîbê le řoj û şewa
firset nebînê le katî xewa
ba gwê bibîstê qisey bêgane
me’lûme cwabî be dest zimane
le her katêka yan her satêka
řeqîb ewî dî pirsyarê bika
ziman dexîle be lutfî xoşî
etwanî fêłî be mû bikêşî
fesîḧ û řewan be cwabî şîrîn
biłê xerîkî yek karî xêrîn
hemû xerîkîn baxêk ekêłîn
sawaman zore boyan cê dêłîn
bełkû wek xoman dwakewte nebin
daym wirya bin paşkewte nebin
endam tewaw bû biłê aferîn
etwanîn zefer be dujmin berîn