pêşekî (2)

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 18 Xulek  1531 Dîtin

paş dewam (sirwîs), dway nîmeřo û şewîş ta direngê legeł be’zê řifêqan xerîkî qisekirdin bûyn. min le se’at yekî paş nîmeřowe heta dey şew azad bûm çunka zyatrî karî defterm ekird. ne’ebûm be xefer, yanî kêşkim ne’ekêşa. behoy bengînewe çûme xizmet ḧacî tewfêqî pîremêrdKes_ mudîrî řojnamey jyan û jîn. pîremêrd pyawêkî řûxoş û belutif bû. her behoy bengînewe řêm kewte zanistî kurdan. tabloyekî gewre be şêwexetî neste’elîqî farsî be dirgay zanistîyewe hełwasrabû. pyawî betemen û minałî bêpare û feqîr şewane lewê eyanxiwênd.

em mektebe be serperestîy ḧacî tewfêqî pîremêrd û mudîryetî mamosta mela se’îd efendîKes beřêwe eçû; mela se’îd heweł car kitêbî serf û neḧwî kurdîy danabû. zêwer, teqrîzî be çen şê’rî kurdî kirdibû ke le axra ełê:

wekû min şukirî mamosta se’îd ken
le em asare xotan mustefîd ken

be minałî le seqzî xoman kitêbekeym dîbû, le zanistî nawnûsîm kird ke şewane lewê bixiwênim. legeł zor le cwane řoşnibîr û maqûłekanî silêmanîda ke şewanî cim’e û sêşemme bo

bo (miḧazre) qisekirdin û şê’irxwêndnewe ko ebûnewe bûm be aşna. wekû mamosa îbrayîm kurdî ke xoy qutabîy nawendî bû, şewane dersî pê egutîn.

kuřêkî pêkewtû û cwançak bû; şê’rî kurdîy zor cwan û besoz exwêndinewe.

legeł ’usman beg kuřî şa’îrî benawbang eḧmed ḧemdî begî saḧîbqeran ke kuřêkî aza û pêkewtû û zana û çalak û řeşîd bû, şaystey ewe bû beřêz bigîrê û zorîşyan řêz lê egirt. serperestîy ewane wa meqale ya şê’ryan bixiwêndayetewe bew sipêrrabû. le pêşda timaşay nûsrawekanî ekird ke bixiwênrayetewe, qutabîy sałî axrî nawendî bû.

herwa legeł nûrî kake ḧeme ke şa’îr û qutabîy nawendî bû, ře’ûfî feqê muḧemmed diłsoz, řifêq çalak û, zor debîr û qutabîy nawendî ke nawî hemûyanim lebîr nemawe, be ’elaqe û şewqêkî tewaw beşdarîyan ekird.

le řifêqe bazařîyekanim ke feqîr bûn wekû celalî hîwa misger bû meqaley cwanî bo řojnamey jîn enûsî û şê’rî başî ewt, matem ke xeyat bû dengî zor xoş bû bo sirûd. mijde ke nanewa bû, akam minałêkî zor ziring û wirya bû; şê’rî zor cwan exwêndewe.

dersî tazeman exwênd wekû ḧîsab û hêndese, tarîx, coẍřafya, medenî, êngilîsî û şitî tir... kemê le ḧêsaba koł bûm; le dersekanî tira baş bûm. êsteş her le ḧêsaba kołim egerçî ḧezîşî lê ekem û be çatrîn ’êlmî ezanim.

wekû le serewe basim kird le şewanî muḧazreda řoşnibîran û mamosayan û debîranî karmendanî îdarî û pyawanî nawdarî meḧellî wekû ḧacî tewfêq begî pîremêrdKes, mamosa zêwerKes, fayeq zêwerîKes kuřî, şêx letîfî şêx meḧmûKes, ke qutabîy nawendî řojane bû, debîre ’erebekan, be nore ko debûnewe.

mamosa ’ebdułła zêwer carê şê’rêkî xoy xwêndewe. fayeq zêwer car car şê’ir û sirûd ke xoy hełî bestibû eyxiwêndewe. şêx letîf dûcar şê’ir û serguzeştî xwêndewe. carê lebarey gełbaẍîyekanî êranewe ke dewrey řeza şa hełyan biřîbûn le zistana û aware bibûn, şê’rêkî besozî xwêndo ke goya zoryan payan serma birdûyetî, çen kesîşyan řeq helatbûn. carê serguzeştêkî gêřawe ke le xizmet bawkya bo cêgayek çûbûn, ḧekayetekem lebîr nemawe, bełam mebestî ewe bû ke netewey kurd hêşta zor pabendî dînin û, eger kesê gerekî bê metłebêkyan pê biłê le řêgey dînewe dest pê bikat û biçête pêşewe eyna mwefeq nabê.

minîş ke qutabîy zanistî bûm zor car şê’ir û meqaley xom ya hîy kesanî tirim exwêndewe. carê debîrêkî ’ereb şê’rêkî ’erebîy zor be êḧsas xwêndewe ke min hîçim lê ḧałî nebû. lam waye zoryan wekû min wa bûn, car car çepleman bo lê eda! ewanîş kemtir le kurdî ḧałî ebûn, bełam car car seryan bo eleqand yanî ḧałî ebîn. carêkyan ḧacî tewfêq pîremîrd witî: «kuřgel! êmey kurdî ’êraqî ebê şukirî xwa keyn ke be’azadî be zibanî xoman qise ekeyn û be zimanî xoman enûsîn; le turkyaCih hîçkes nawêrê bêjê kurdim ya be kurdî qise bikat. le êranCihyiş nûsîn be kurdî qedeẍeye. le dayre û medresekana kes nawêrê be kurdî qise bika ya şê’rî kurdî bixiwênêtewe. min dû çawim heye: yekêkî řojnameke, dûhemî zanistîye. zor tundiřewî meken, nekû xwanexwaste çawekanim lê bisênin. pareke zorî nemabû řojnamekem tewaw dabxen, tenya çwar mang daxra.» dway qise û amojgarîyekanî pîremêrd kuřêkî minałî sefî çwarmî seretayî şê’rêkî tundî qanê’î zor cwan û řewan be êḧsasewe xwêndewe; pîremêrd êḧsasat girtî xoy pê negîra, diłî piř bû witî: «řołe! yaxwa min û qanê’îş û bawkîşt bîn be qurbanit!» bû be çepłeřêzan û hełelayê her nebêto. eme lay min yekê lew xatrate tał û şîrînaneye ke qet lebîr naçêtewe; êḧsasat û ’êşq hemû şitê lebîr ebatewe ba pîrî ḧefta sałeyş bê. wekû le pêşewe basim kird, le suleymanî aşnay zorim peyda kird; legeł qanê’Kes bûyn be dosêkî weha ke bo lay zor kes pêkewe eçûyn. eřoyştîn bo ḧucrey feqêkan.

qanê’ xełkî zor enasî be hoy ewewe legeł mela ’ebdułłay tutniçî_ muftîy pênciwênKes_ bûyne aşna. muftî şê’re cwanekanî le řojnamey jîna ke ḧefteyî bû zor car çap ebû. şa’îrêkî řoşnibîr bû; legeł xerafat û baweřî ’ewamaneda bêbakane be şê’ir û qise mobarezey ekird û, herwa le geł eḧmed şukirî ke mořetêbî (ḧirûfçîn) metbe’ey ziban bû ke řojnameyê bû beledye (şaredarî) çapî ekird, zyatir agahî û ê’lanî şehirdarî û sebtî tya bû, car carîş meqale û şê’rî kurdîyan tya enûsî. beşe edebîykey lejêr çawdêrî û mes’ulyetî ḧacî tewfêqî pîremêrda enûsra, bûyn be aşna. şê’rî amojgarîy bawkanem ke tercimey şê’rî îrec mîrza bû lem řojnameda biław buwe paşan ḧacî tewfêq xoy çapxaneyekî be nawî jyan çap ekird ke le axra muddey çen mangê daxra û naçar be nawî jîn dûbare řojnamey biław ekirdewe ta ew kateyş min geřamewe bo êran em řojname berdewam bû be nawî jîn der’eçû.

nawhełbjardnî kurdî: lem axreda heryek le kuře řoşnibîrekan û qutabîyekanî zanistî û nawendî řojane nawêkî kurdîyan bo xoyan heł’ebjard, wekû serdar ke nawî ’usman begî eḧmed begî saḧêbqeran, yan ẍembar nawî şêx meḧmû bû, herwa bêbak, diłsoz, hêmin, hejar, hîwa, matem, nakam... minîş nawî şipirzem bo xom hełbijard; em nawe yadgarî ew zemaneye. celalî hîwa bem bonewe desteyê şê’rî danawe, bo yadgar le xwarewe eynûsim. eger mawe yadî bexêr eger neyşimawe xwa bîbexşê:

gelman xerîke zibanî berxat
be zanîn eyewê nîştiman serxat
nawyan egořn be kurdîy petî
emeyş le sayey hoşî zanistî
yaxwa her bijî zanist û zanîn
çunka ewanin řehberin bo jîn
minîş be bîrî bêhoş û pestim
awa bem cure hełyan ebestim
şêx letîfî şêx meḧmû «ẍembar»e
eḧmed beg «serdar»e
teha aẍa «cehangîr»e
’arf nawî «jîr»e
ḧeme se’îd aẍa «cengawer»e
’ebduřeḧman «dilawer»e
nûrî kake ḧeme «bêbak»e
se’îdîş «çalak»e
emîn aẍa «şêrzad»y nawe
ḧemorî mîrza eḧmed «hokeł»y nawe
nûrî emîn ke «zana»ye
celal qadrîş «hîwa»ye
celal ’ebduřeḧman le cêy «şêro»
ḧusên eḧmedîş buwe be «şêrko»
ḧememîn «serbest»y pêxase
miḧemmed xizrîş «kesnenas»e
ḧemey ’umer nawî «ẍemgîn»e
ḧacî baqîyş «bengîn»e
ḧemey şêx ’arf «ẍemnak»e
sidîq muḧemmedîş «diłpak»e
kerîmî mîrza eḧmed «newroz»e
ři’ufî feqê muḧemmed «diłsoz»
’ebdułła ’ezîz «řêbwar»e
emîn ’elîyş ke «hejar»e
ḧesen se’îd nawê «cwan»e
ḧesen ferec «nerîman»e
ewřeḧman ’ezîz «zarî»ye
muḧeřem emîn «dilawerî»ye
muḧemmed meḧmûd «dûr’endêş»y nawe
’elî kerîm le cêy «kawe»
řeşîd ’ebdułła «aza»ye
ferec řeşîyş «wirya»ye
kerîm sałḧ «bênewa»ye
kerîm ewřeḧman «şeyda»ye
ḧisên muḧemmed «lawçak»e
’usman şerîfîş «bêbak»e
necmeddîn mela «estêrey ayîn»
şêx nafê’ «şipirze»ye bo jîn
enwerî ḧeme aẍa «diłsûtaw»e
meḧmûd se’îdîş «salar»y nawe
’elî ḧemetîke «řeşpoş»e
şêx mustefaş be «peroş»e
ḧemey şêx ’elî nawî «mijde»
eḧmed şerîfîş «neberd»e
ẍefûr se’îd «şêrkuj»y nawe
mecîd ’ezîz be «nakam»y mawe
ḧemol ẍefûr «pełehewr»e
şêx ’ewl nawî «diłxoş û bêcewr»e
nûrî celal «diłşad»e
fayeq meḧmûdîş «ferhad»e.

emane kurteyek bû ke celal hîway misger ewî lebîrî bûbêt nûsîwyetî.

etwanim biłêm hêşta heşt yekî lewaney nawyan gořîbû neynûsîwe, çunka min xom zor kesim lebîre ke nawyan lem şê’raneda nîye.

ał û gwêz: paş sał û nîwêk ebû ke dîsan le silêmanîyewe nêrram bo kerkûk. kerkûk merkez bû. lewê terfî’im kird, yanî derecem wergirt; bûme «cindî awil tibîErebî» girûhban 3‏y pizîşkî. paşan nayb ’erîfî tîbbî girûhban 2‏y pizîşkî. le kerkûkewe şê’irim enard bo řojnamey ziban û jyan çapyan ekird û abûnman bûm.

ḧacî bengîne hemû ḧefteyek boy enardim, be hewîrekey desî xoy ke nanewa bû ’inwanî ser řojnamekey eçespan, ke nîşaney ’elaqe û şanazî be karekey xoy bû. paş çendê nêrram bo řewandiz. lewêş zyatir le caran řojname û namem le řifêqekanewe wer’egirt. lebîrme mamosa qanê’ nameyekî bo nardibûm le serekey nûsîbûy:

siłamit lê bê ey dûr wiłatan
mer kotir be bał bigate latan

le řewandiz ewne namey řifêqanim bo ehat ke kabray posteçî (nameber) eyut: «dayerey berîdî řewandiz leser to tapo buwe.» paş çendê neqłî kerkûk kiramewe. sałê tewawî pê eçû, řojê kitupiř hatne şwênim, wityan le merkezî leşkerewe bangit eken. her ew bangkirdne bû şeş mangî tewaw ḧebsyan kirdim. hîçyan lê ne’epirsîm. le goşe û kenarewe eyanut êranîye û casûse, hemû řojê xewyan bo edîm ke ê’damî eken. emma cwan bûm û hîçîşim le xoma şik ne’ebird. ne’etirsam her meqamêkî gewre namem enûsî cwabyan ne’edamewe.

řifêqe zorekanim hîçyan neyanwêra bên hewałim bipirsin. her řifêqêkim nebê be nawî eḧmed êsma’îl ’esrî, xełkî dêy xerabedrawî řewandiz ke melayekî zor baş û řoşnibîr bû. paş êcazewergirtinî melayî, le daxî bêḧurmetîy mela bibû be ’esker. hemû carê em şê’rey exwêndewe û pê’ekenîy:

fîkirî ’esrî wa nebû ewřo ke kewte ’eskerî
meḧzî teqdîrî êlahî ger bikey lomey kerî!

her ew eywêra serim lê bat, ewîş çûbû herçî řojname û kaẍez û medrekim bû, bê eme temaşayan bikat, hemûy agir dabû_ sûtandibûy. witim: «bira, hîç mewzû’êkî syasîy tya nebû, boçî wat kird?» witî:« wełła ça bê û xira bê sûtandim û a!» minîş zanîm le diłsozîya way kirduwe pêm naxoş nebû, witim: «çakit kirduwe; destit xoş bê.» cwanêkî bałaberzî řeştałey şûş û řezaşîrîn û başehamet û netirs bû. eḧmed ’esrî paş qezyey şehrîwerî 20‏13 legeł ’ela mistefa barzanî û mistefa xoşnawda hatin bo êran bo mehabad û lay qazî muḧemmed. lew wexteda mehabad lejêr sełtey êran derçûbû. eḧmed ’esrî paş min bibû be efserî serřişitedarî (zabit ala’aşeErebî) bew řutbe û meqamewe řaykirdibû hatbuwe naw desey mela mistefa. ew le mehabad û min le seqiz sifarşî demîman bû, kes ney’ewêra kaẍez řed û bedeł kat. daxekem yektirman nedî. min mu’elêmî ’ecem bûm ewîş efserî kurd bû. herdûkîşman nasraw bûyn.

maweyek legeł ře’îs mistefa xoşnawda le dêy seydi’away xoman bûn. bo herdûkyan dyarîyekî naqabîlim nard, pêyan geyştibû. bedaxewe ḧikumetî giławî ’êraq ře’îs mustefay ê’dam kird, îtir nazanim eḧmed efendîy ’esrî çîy beser hat; eger mawe siłamet û kamřewa bêt, egerîş nemawe xwa bîbexşê. bêynewe ser basî zîndanîbûnim: le cejnêka fermandey leşkerî kerkûk qasim meqsûd legeł efsere erşedekan hat dway amojgarî û diłxoşîdanewey zindanîyekan xerîk bû biřwa. min hełsame pa û neřanim: «serwerim! mintan boçî ḧebis kirduwe, sûçim çîye? bo lêm napirsin û cwawî dawakanim nadenewe? eger xetakarim bimkujin û, eger bêxetam berim den.» ênsafen tewaw gwêy bo qisekanim şil kird, zanîyan min turkî nazanim be turkî legeł efserekana û mudîr tîpî (mistişfî almîdanErebî) ke duktur ’ebdulḧelîmî ’elewîy sûrî bû qisey zoryan kird û, fermandey leşker ser û destî be ’înwanî tesdîq řaweşan û lêy da řoyî. nazanim em qise çon çûbuwe derewe ke le ḧebis necatim bû le silêmanî wityan: «to be serleşkerit wituwe min derbes nîm; ê’damim biken.

sed hezar kurdim ’eleyhî êwe hirûjanduwe!» witim: «newełła, bira, diroye nemni’ewêra hîç bêjim û her epařamewe bełkû berim den!» ca lêreda seyrî ’eqłî minałî û cwanî biken. taze fêrî dûçerxeswarî bibûm leber ewe pêm xoş bû zû beřełłam ken û çen dewrêkî tir be şeqamekanî kerkûka be dûçerxe bixulêmewe, îtir derbesî hîçî tir nebûm!

îman be me’newyat û xew: min wixiwalêxoşbuwan qanê’ û muftîy pênciwên û zor melay řoşnibîrî tir qiseman be zoran eda. ewan eyanut ewey ke to eyłêyt tełqînî minałîye. minîş her emut û êsteş êjim milwênê mela û feylesûf û danşimendî daxił û xarc qisem bo biken îmanim be me’newyat û xew heye: le zîndana bûm xewm dî fermandey hengekeman serhengî řokin eḧmed ḧemdî beg (aḧimd ḧimdî ’ibdalcilîlErebî) xełkî kerkûk û turkemen û le danişgay řuknî beẍda be yekem derçûbû û, melk ẍazî espêkî sipîy ’erebîy pê bexşîbû. efserêkî řeşîd û cwançak û bame’lûmat wiserşinas, ke her be xoy ekewt swarî esbekey û fewcekey beřêwe berêt, le tewawî menteqeda eyannasî û desî eřoyî. le xewekema hate ber zindaneke û witî: «ewe to lêre çî ekey?» minîş witim: «ey be zyadim nekird, eme şeş mange wam lêre, awam lê epirsî? gewre ebê her wek to wa bê!» witî: «dey umêdewarim şeş mangî tirîş bitgirin!» witim: «boçî?» witî: «bo xeberit be min nedawe?» witim: «ewey ke lebîrim nebû her to bûy!»

bo beyanî kuřê serbazî jêrdesî xom ke nawî cemîl û kurd bû hat bo hewałpirsîm. witî: «fermande hewałî epirsît; witûye dyar nîye!» minîş witim: «eme beynêke gîrawe; ke xewekem dîbû bo beyanîy zû le nameyeka tefsîlî xewekem nûsîbû ke bînêrim bo amêr.» witim: «bexwa birakem cemîl wa kaẍezêkim bo amêr nûsîwe; bîderê!» witî: «baş!» ber lewe em kaẍeze bo amêr binûsim name û

teqazam bo ewey bizanim desî eřwat nûsîbû. tenanet bo ře’îsî erkanî ceyş taha paşa haşmî, hîçkes cwabî nedabûmewe. taha paşa fermanî dabû be leşkerî menteqey şerq ke zû řesîdegî biken be karim legeł dû nayb zabêt (astiwar artişFarsî) benawî mecîd efendî û tewfêq efendî ke legeł min zîndanî bûn. êmeyan bang kirde meqeřî leşker. heweł legeł ew duwane ke řutbeyan zor le min zyatir bû le min gewretir bûn, ḧakmî ceza ke ’eqîd řeşîd ’elî bû zor betundî qisey kird û zor qisey pê witin; ewanîş zor etirsan. min ne’etirsam; emut bełkû muḧakmem biken û netîcey karekem des kewê. ke hate norey min, leḧnî qisey gořîy. witî: «kê ew kaẍezey bo xistye postewe bo wezîrî difa’, dijbanî xoman bû ya xełkî tir?» witim: «her musłimanê.» pêkenîy û witî: «kuřim, pyawî merd nabê le ḧebis bitirsê; toyş xetayekit nîye!» minîş be diłêkî xoşewe hatmewe naw zîndan. hawbendekanim wayan ezanî necatim buwe. witim: «newełła be qisey xoş wa dyare çen sałêkî tir bimhêłnewe.» dway çen řoj bangyan kirdime ser û legeł eḧmed aẍa nawêka, mudîrî hotêl pałas řûbeřûyan kirdîn. zorim pê seyr bû; hotêl pałas cêgey e’yan û pûłdarekan bû, her le dûrewe tablokeym dîbû naw hotêleke her neçûbûm. dwayîş her nemdî! eḧmed aẍay hotêlçî biřê su’alî lê kirdim be kurdîy lehcey turkemenî ke xelkî kwêy? nawit çîye? nawî bawkit çîye? aya hatûyte hotêl pałas? axrî be ’erebî pêm ḧałî kirdin ke min kesî wam nedîwe; nawîşî le defterî êmeda nîye. efserê lêy pirsîm: «cinsyet heye?» (şinasnameFarsî) witim: «belê, lay êweye; tewqîftan kirduwe» be tûřeyî witî: «kê em cinsyey pê day?» witim: «dayerey tecnîs (adare amarFarsî)» wityan: ««başe, biřo cêgey xot.» ew name ke le zîndanewe bo amêrim nardibû xwêndibûyewe û zor nařeḧet bibû, be cemîlî witbû wek xoy nûsîwyetî êşełła şeş mangî tir bîgirin; ebwaye zû xeberî be min bidayê. her ew şewe telefun eka bo mes’ulî zîndan û bo leşker û bo çen cêgay tir, betundî ełê: «em kuře bêçaretan bo girtuwe?» semedêkî kone sineyî giruhban bû ke zor pyawêkî bedcins bû, car car ehat û eyut: «çet kirdige, małkawil? xwa řeḧim bikat.» minîş emut: «hîçim nekirduwe; eyşimkujin be gun to!»

eyut: «ca ewe qises?! be gun mino boçe?» ew şewe be xêlafî caran hat û witî: «mijdet bem pê necatit ewê; îse amir fewceketan wa be tundî qisey legeł ře’îs dijbanekey ême kirdige ke ew serbazî mintane boçe ḧebis kirdige û gunaḧî çes?» witî:«êjin êranîye; ewîş betûřeyî wityesî êranîye êranîye xo yehûdî nîye!» be qisekanî zor diłxoş bûm û sipasim lê kird. paş sê řoj le leşkerewe destûr hat eger le zîndana xetayekî tazey nekirduwe, merexesî ken. ḧiqûqî şeş mangyan be ser yekewe pê dam. pułêkî kem nebû. zabit řewabtêkman bû xełkî silêmanî, pyawêkî bedcins bû, lewane bû dîq bikat, be ’erebî witî: «em êmzay to dirûs nîye, řołe! eme mebleẍêkî zore!» witim: «ta êsta herçî ḧiqûqim wergirtibê bem êmza buwe, naşîdey mecbûrit nakem, her kes ḧez eka pułî wa zorî des kewê be derdekey min çê!»

egerçî min serbaz û ew efser bû, îtir niqey nekird, le tirsî amêr neywêra hîç bêjê, mořeyekî lê kirdim witî: «bê pûłeket wergire!»

paşan çûme derewe. amêr witî: «kuřim, çendê ḧebis bûy?» witim: «şeş mang.» witî: «ey bêçare, pûłeket wergirt? tewaw bû?» witim: «bełê.»