pêşekî (3)

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 18 Xulek  1225 Dîtin

eḧmed ḧemdî legeł hemû efradî erteşa be muḧebbet bû; hemû xoşyan ewîst û lêşî etirsan. legeł min zor mêhrebantir bû, bo nimûne carêkyan dawam kirdibû ke le beşî pizşikîyewe bimxene dampizşikî ke ḧiqûqekey zyatir bû. bangyan kirdim bo ḧuzûrî amêr, ke çawî pêm kewt pêkenîy û witî: «bo, kuřim, ême xirapîman çî bû wa ḧeywanit be ser êmeda tercîḧ da?!» le serbazîya lay amêr pêkenîn gunaḧêkî gewreye, bełam xom pê negîra witim: «qurban, ḧiqûqekey zyatre.» witî: «minîş biřêkî lê ezanim. bo mebleẍêkî kem ême megořewe be ḧeywan; ewanîş karyan girantire û, bêsebeb nîye ḧiqûqî ewan zyatre. îse qanê’ bûy?» witim: «bełê.» witî: «êste leser ’erîzeket binûsim mwafq nîm?» witim: «bełê.» leber çawî xom nûsîy mwafq nîm hełîgirin. kem kesim dîbû ewende şêwey gewreyî û fermandehî bizanêt. bêynewe ser basî azadîm le zîndan: ḧiqûqim wergirt û çûme ser kar û xizmet, bełam diłim le xizmet hełkenyabû, ew şewqey caranim nemabû, peymanî 5‏ sałem tewaw bibû.

leber şeřî dûhemî cehanî wereqey xatme xizmetyan be hîç serbazêk ne’eda. dway çendê, şeřîş kêşaye ’êraq û şeřî ’êraq û êngilîs û, qezyey řeşîd ’alî geylanî berpa bû. min lew şeředa bûm û besłamet derçûm. lêreda basêkî xoştan bo egêřmewe. zwan bêłê ser siłamete û eger xwaş meylî nebê kes nakujrê. ew kate eçûyn bo şeř destey ême le şarî felluce bûyn le qeraxî çemî forata, be topî zîddî hewayî teyareyekî êngilîsekanyan pêkabû. lay xwarûy şarewe, be endazey dû kîlumîtir û nîwê, tyareke nîştibuwewe. xełkî felluce nizîkey penca neferêk řayan kird (wege’ wege’) «kewt kewt» be dengî berz û be xoşî û hera çûne nizîkî teyarekewe. teyareçîyekan muselselyan lê xistibûne kar û, kuřêkî çwarde sałeyan lê kuştibûn. be şîn û řořo geřanewe bo naw şar. lelayen erteşewe tankyan bo derçû; min û çen serbaz le dûrewe le berzayîyekewe çawman têwe bû teyareke agirî girt. ke pirsîman wityan: «herçî benzînyan buwe řijandyane beser xo û teyarekeda; pêyan ’eyb buwe be esîrî bikewne des ’ereb.» minîş leber xomo witim: «ey aferîn, řołe! em ’erebe bêderpê segbabane axrî hemûman be kuşt eden! dewłetê bem gewreyîye serbazî wa fîdakarî bê, çon şikest exwa?!» em qisem le dem derpeřî û lebîrme witim. mang û nîwêkî pê çû leşkerî ’êraq şika, leşkerî birîtanya beẍday girt fewcekey ême neqłî hewlêr bûyn.

êwareyê le ḧewşî xestexane ’eskerîyekey hewlêra ge cêgayekî basefa û dirext û gułî tya bû, çen kesêk mêz û bisatî xwardineweman bû. lenawmana nayb zabtêkî kwêremûşey ḧîsabdarî ’erebîş bû. zimnî qise û xwardinewe witî: «nafê’, to kuřêkî ’aqil û têgeyştûy. lebîrte ke fiřukekey êngilîs le felluce kewte xwarewe witit em ’erebe pêpetîye baweḧîzane dereqetî êngilîs nayen?» witim: «a.» witî: «be xeyałit min kurdî nazanim; min ew tewhînem zor pê naxoş bû û, witim eme kurde ẍayêne: êngilîsî xoş ewê. hatim bitkujim, nazanim çon peşîman bûmewe. bes nebû nemkuştî!» ke emey wit wek mûsayîyekey zirêbarim lê hat û miçûrk û tez hat be ser piştima; heway xoşî betewawî leserim derçû, bełam xom neşłejan. ewîş mest bû bepêkenînewe. leserxo witim: «ca ewe kerîş eyzanî ke ême şîkest exoyn!» witî: ««çon?» witim: «ḧefteyê ber le şeřeke, ewe nebû êngilîsekekan hatin teftîşî hemû şitêkyan kirdîn? her çekî koney xoyan bû be êmeyan firoştibû. dyare wez’î êmeyan cwan lê me’lûm bû.» witî: «aferîn! hemû kes em teşxîsey nîye.» serî maç kirdim û pêkenîy.

bigeřêynewe ser basî şeř: zor le řifêqekanim— nizîkey sed kesêk— kujran. paş ewe ke ’êraq şika û êngilîs zał bû, fewcekeman geřanewe bo beẍdaCih. lay efsere mafewqekanim zor beřêz û ḧurmet bûm. betarîfî xom nebê lam wa bû xizmetî cwanim kirdibû. bo nimûne, le seretay şeřa efserêkî dukturman bo hat; ke zanîy xerîke şeř da’egirsê, hełat û xoy gum kird. naçar min ke çwar kuřî başim leber desa bû duwanyan kurd û duwanyan ’ereb bûn, tesmîmman girt xoman yek bigrîn, gwê bo serperest şil nekeyn û le xomanî neşewênîn. çwar sinûqî gewrey dewa û dermanman pê bû ke be qatrî bareber ta axrî şeř le gel fewcekey xomanda hełman girt. le her cêgayek biḧesayetînewe zû çadrî xoman heł eda û, amade bûyn bo tedawîy nexoşekan. ta axrî şeř min cêgay duktirêkim girtibû. efser û derecedar û nefer ke êḧtyacî be êstiraḧet bwayê, bom enûsîn û fermanim eda swaryan ken û be pyade neřon. egerçî cibhey şeř bû, kes le fermanim serpêçîy ne’ekird û minyan xoş ewîst. ke şeř tewaw bû dîsan hatînewe beẍda. şeş fewc le dû sê baẍî gewrey tû şîrîna ke tûy cwan û qełew û şîrînî bû xoman ḧeşar eda.

ew fewcane be hemûyan sê duktiryan bû. her min dermanî zorim pê mabû. dukturekan wayan ezanî gencyan des kewtuwe. fewcekanî ewan nexoşyan zortir bû. dukturekan aferînêkî zoryan lê kirdim çunka be’zê le řifêqekanim le fewcekanî tira tenanet kołepşitîyekanî xoyan ke sûk bû, kemê dermanî tya bû, fiř dabû. çen kesyan ke řifêqî konim bûn be gewcyan ezanîm ke ewende diłsozîm bo erteş kirduwe, bełam ewan gewc bûn; kes agay le kes nebû. her xoman bûyn û bo nexoşî xoman bû, kes nebû memnûn bê ya nebê.

paş munteqîlbûnim bo hewlêr nizîkey şeş sałîk ebû xizmetim ekird. gerçî wez’î dinya nacor û têkeł û pêkeł û şêwaw bû, bełam barî jyanî min baş bû; le karî xom serudłixoş bûm, le daxił û xarca zor beřêzyan egirtim. le goşe û kenarewe embîst ke daykim bo dûrîy min zor bêtaqetî eka; her egrî û da’ebarênê. le layekî tirîşewe hîway zorim bû dinya bişêwê û kurdî wiłatî êmeyş tozê řoşin bibnewe, tirs û perde le ser çawyan laçê, pey be ḧiqûqî xoyan berin. bo çawpêkewtinî daykim û bem arezuwewe daway mangê merexesîm kird bo yekê le şare merzekanî nizîkî êran. ew kate şeř hêşta tewaw nebbû; řûsCih û êngilîsCih pêkewe heřeşeyan le êranCih ekird, merexesîyan be kes ne’eda. bełam çun minyan xoş ewîst mwafeqetyan le ser merexesîyekem kird. ew kate min le hewlêr bûm. zor amşoy ’ekasxanekey ’ebduřeḧman gîwî mukiryanîm ekird. eyut: «ême le esła xełkî suncî lay seqizCihyin.»

ew eyut: «meçorewe bo êranCih. êngilîs û řûs heřeşe le êran eken; ewîş epařêtewe.» bełam beqsem nekird û geřamewe bo êran.

geřanewem bo êran: le mangî murdadî sałî 1320y h. be êcazey kełanterî merzî bane, serheng ’ezodpûr, hatme bane û le małî mîrza ’elî ’elayîKes, ke tacrêkî nawdar û pyawêkî baş bû, mîwan bûm. paş sê řoj legeł me’mûrî jandarmirî řewaney seqiz kiryam. bedaxewe emanîş zîndanîyan kirdim. pêşhatî şehrîwerî 1320 řûy da. her sê řoj le zîndan bûm û bêmnet azad bûm û îtir negeramo bo ’êraq û le êran nîştecê bûm. ew wexte seqiz piř bû le desey tifengiçîy ḧeme řeşîd xan û malîke zordar û nefamekanî dewruberî seqiz. danîştinî nêw şarim pê xoş nebû. çun karekanyan hemû na’ênsanane û tałan û biřo û zułim û zor û bêdad bû; naçar çûm bo dêy seyd awayî, lay merqerenî miłkî xoman. maweyê ke le ewê bûm řoḧim zor le sextî û ’ezaba bû, çun min be corê tir û řewştêkî tira řahatbûm; ne exlaq û řeftarim ne qisem ne legeł ewan û ne legeł xełkî şarekey xoyşimana řêk ne’ekewt, çun bas û qiseyan ya řawřût ya xewarêqî meşayx gêřanewe bû ke min meylim be hîçyan nebû. meger xwa bizanê çenê nareḧet bûm, le diłî xoyşima peşîman bûmewe le geřanewe bo êran. neyşim’etwanî taze bigeřêmewe, be ferarî û hełatû le qełem dirabûm.

sałî 1321‏ h. ke dewłet damerza, le ferhengî seqiz bûm be amozgar. ḧiqûqî zor kemyan pê edayn û beşî ne’ekird. min taze hatbûmewe bo êran, eyanut em ḧiqûqe caran baştir buwe; êsta de beraber şit girantir buwe.

dewłet hîç derbesî mu’elîm nebû; her hawaryan ekird û kes cwawî ne’edanewe, her kesêk zor le serî biřoştayê berçespî tudegerî (komunîstî)yan pêwe eçespan û deryan ekird û, desî le hewanewe der’eçû. yekê wek min ke hîç humêd û hîwa û řoşnayîyekim nebû, mecbûr bûm niqe nekem, egerçî le zor kes zyatir niqem ekird welê faydey nebû.

wez’î îdare: min le hewełî karekemewe le defterî ferhenga karim ekird û ewey ke serincî řakêşabûm zorim pê seyr bû, eme bû ke emdî îdarekan be’aşkira bertîl exon û dizî eken û karî xelk řê naxen ta şitêkyan pê neden. tozê wîcdanyan nebû, zor lew kesaneyş ke karyan be îdare bû desey hejar û bêçîz bûn. însafen em new’ karanem le ’êraqa nedîbû, zorim pê seyr bû, serim siřmabû. karmend boye ḧiqûq wer’egrêt karî xełk beřê kat, ne le xwa û ne dewłet û ne le xełk ne’etirsan. çen carîş le ser dû sê feqereyş hatme cwab, dîm bêdeng bim çatre. min her xom pê eparêzra nem’etwanî xełk biparêzim, bełkû zorîşyan xoşyan lêm ne’ehat, eyanut to xot naykeyt karit be ser xełkewe çîye? min tenha kesê bûm xoşim le dizî ne’ehat û zorî pê qełs bûm! eyşimzanî ke be pyawêkî bê ’urze û pexme hatûmete pêş çawyan. emeyşim lehemû pê seyrtir bû, ne mela ne şêx ne hîçyek le pyawe musłimanekan dengyan ne’ekird û le layan karêkî ’adî bû û, min herwa mametewe wixełkîş her wehan! bełam ebînim biřê le lawe tazepêgeyştuwekan dizî û řişweyan lela xirape û, ezanim em deseyşe lay zor kes tenanet lay kes û karekanî xoyşyan sûkin, ca wirde wirde nûrî humêdê le diłma peyda buwe; emeye ke em bere ke teşrîf berîn, ew berey wa dên zor ebin. leser eme zor řoyştim, derdedłê bû leser diłma bibû be girê bimnûsyayet çatir bû; ewey mwafêq bêt řeḧmet û ewey muxalîf bê le’netim bo enêrê (gerdinî herdûkyan aza bêt.) bêmewe ser basî xom: zorî pê neçû le amozgarîyewe bûm bu debîrî ’erebî û dînî, bełam her nawî bû û ḧiqûqim her ḧiqûqî amozgarî bû. le salî 1322da jinim hêna û xercî xom giran kird û, řêwî hejgêkî‏ best be kilkyewe! le sałî 1341‏y h. leber eme ke le şinasnameda ’umirim zyad nûsrabû bazinşesityan kirdim û ḧiqûqim bû be nîwe û herçî hawarim kird û teqalam da û kar kêşaye dadga, be qewlî qanî’ mîka’îl her ewendey meyl bû, faydey nebû; naçar le sałî 1343‏y h.da le darûxaney şêr û xorşîdî seqiz, le ber ewe serim le dewa û derman der’eçû, be ḧiqûqêkî zor kem damezram. em mangane kemukuře kumekêkî naçîz bû be jyanî xom û mał û mindał. êsteş her lêrem û çunka xizmetî xelkî feqîr û hejarî wiłatekeme, pêy řazîm û serudłixoşim û, ezanim xełkîş le xizmetekey min zor řazîn û du’ay xêrim bo eken. ta êre herçonê bû jyanim birde ser. êste şukirî xwa mindał gewre bûn û zoryan lê řazîm û şukir êḧtyacyan be min nîye û xemî ewan naxom. dû kuřim heye be nawî ’ebdulletîfKes û ’ebdulnasirKes û sê kiç be nawî serwerKes û mufîdeKes û gewherKes. kiçekanîşim beqey kuřekanim xoş ewên û, ta ew cêga le twanama bûbêt pêm xwêndin, bełam min ḧezim ekird zyatir bixiwênin; her ewende qismet bibû. ełbete hîçyan le dîplom kemtir nîn. êsta her tenya xom û daykî minałekanîn bem ḧiqûqe ’adetman kirduwe bijîn, xoşî řa’ebwêrîn. eme bû ta êre mesîrî kar û řewřewey jyanî min. çon bûm be şa’îr? nazanim bo buwe be řesim her ebê şa’îr çarenûsî xoy binûsêt ya bînûsin. ey xełkî tir ke şa’îr nebin bo naynûsin?! îtir cwabî eme be min nîye; be xełkî tire! bêmewe ser basî şa’îryetîy xom: şa’îrîy min le netîcey xem û nařeḧetî û nalebarîy jyanê bû ke be pêçewaney awatim pêk hatbû. her le seretay minałîma zewqî şê’ir û qafyem bû, bełam le sałî 1307da herwa carubar şê’irim ewt, hem be farsî hem be kurdî. xom şê’ir witnim be kurdî pê xoştir bû û lam asan bû çunka zibanî daykîm bû, bełam lew zemaneda le lay ême, mexsûs le şara, kemtir şê’rî kurdî řewacî bû û, xełk şê’rî kurdîyan be goranîy dêhatî ezanî û le layan bêqedir bû û gwêçkeyan bo şil ne’ekird. naçar hewłim da be farsî zortir şê’ir bêjim. mexsûs le hewełî şa’îrîma şê’rî farsîm zortire le şê’rî kurdî, emma şê’re hewełe farsîyekanim kałn û serenciřakêş nîn. şê’rekanim be sê destey xwarewe teqsîmbendî û dabeş ebin: -1‏ destey heweł, hîy zemanî minałîye le temenî 12 ta 18 sałeyî ke zortirî sikałaye û derdedłe le meḧdûdbûn û nařeḧetî le meḧellî xoma le şarî seqiz û bêzarî le wez’î jyanî em cêgame û eşkencey řoḧî be hemû corî. -2‏ destey dûhem hîy zemanêke le ’êraq bûm le temen 19 ta 20‏ sałeyî teqrîben şê’rî nîştimanî û ’elaqe û meyl be aw û xak û komełayetî û ziban ta ḧidûdê xoşbînî be pêçewaney zemanî desey heweł. 3-‏ desey sêhem hîy zemanêke le seqiz paş geřanewem bo xakî êran le sałî 1320‏y h.da, le temenî 29‏ ta 30‏ sałeyî û pêşhatî şeřî cîhanîy dûhem ta em tarîxe ke le hemû coreyê têkełe be tertîb nûsîwmin, bełam zor muřeteb nîn û paknûs nebûn. ewey ke tarîxim bo danabê, tarîxekey enûsim û, ewey ke le bîrim nebûbê tarîxî bo danêm le serî enûsim desey heweł ya desey dûhem ya sêhem. le hewełî şê’ir witnima daykim û kakem û xałekanim pêyan naxoş bû şê’ir biłêm çunka eyanut naxwênê û teḧsîlî lekîs eçêt. lew wextewe şê’ir ełêm heta êste. wextî wa buwe çen sał bekullî şê’irim newtuwe ya le zerfî sałêka, sê ya çwar qet’e şê’irim wituwe. lam waye pyaw eger mecbûr nebê şê’ir witin karêkî baş nîye û ḧeyfe wextî ’ezîzî xoy be şê’ir witin řabwêrê, mexsûsen bew qisane ke lelayan xełkî tirewe zor car witrawin. min ḧezim ekird nûserêkî baş, ya duktirêkî baş, ya muhendisêkî baş, ya pîşesazêkî (sen’etkar) baş, yan wênegerêkî baş bim, nek şa’îrêkî baş. eme ’eqîdey xome û nabê řexne û întîqadim lê bigirin; ’eqîde azade. lam waye eger xawendim bibwayê, ebûm be yekê lew hunermendane ke xom ḧezim lê ekird. mexsûsen ’eqîdem waye ke qutabî ebê le wextî xwêndinya le dû şit labda, yekê le şê’ir witin dûhem le syaset. paş ewe ke le xwêndin buwewe, le herdûkyan bidwêt zor başe, çunka emcare be silaḧêkî mudêrin û techîzatêkî tewawe deçête meydanewe; xoyşî û xełkîş kełkî lê wer’egirin. legeł rijîmî pêşûda çon bûm? beřastî çun her le minałîyewe xûm be nařeḧetî girtibû herçî bîrim lê ekirdewe řêgeyek bo necat pêş çaw ne’ehat; naçar bûm legeł małî xoman legeł dewłetî xoman ke hemû karekanyan dij be arezûy min bû bisaçênim. bem bonewe legeł dewłetî pêşûş sazandibûm. çon legeł dewłet sazabûm? legeł sawak hawkarîm nekirduwe, lêşyan netirsam. ewey bimzanyayê xelafî qanûne nem’ikird; şê’re syasîyekanîşim bo hemû kes ne’exwêndewe. beynê legeł řadyo qahîre _beşî kurdî_ hawkarîm ekird, bełam wextêk mîsir legeł êran beynyan tewaw têk çû, sefîrî yekyan bang kirdewe, minîş qet’î řabîtem kird çun emzanî kaẍezekanim sansoř eken û tûşî derdeser ebim. ḧez nakem diro bikem! biřê karî şam pê baş bû wekû êsłaḧatî erzî, egerçî xoyşim kone malîk û çekmeřeq bûm. wekû azadîy jinan, gerçî min le xanewadey řoḧanî bûm, eme lay ewan gunaḧêkî gewre bû, wekû kutanî be’ze melayek ke min le xełkî tir baştir emnasîn, herwa sipay zanîn û çen karî tirîş. zor karîşim pê xirap bû ke minîş wekû xełkî tir nem’ewêra deng bikem le şê’rekanma emnûsî û emşardewe. le zor şê’rî farsîma tarîfî şam kirduwe her mawe. biřê le dos û řifêqe diłsozekanim ełên ew şê’rane la bibe û bîdřêne û bîşarewe, bełam min ewey ke ’eqîdem pê bûbêt lay nabem. lam waye em şa dwacorî şayîye le êran, bo yadgar ba her bimênêtewe. min em yadgarem be şêwey qedîm becê hêştuwe; xełk herçî efermûn azadin. ełên êran ebê be dêmokirasî, ew wexte kes ḧeqî beser minewe. nabêt emřo tarîf ekem, beyanî cinêw edem, meylî xome. eger zanîm baz dîktatorî û sansore emanîşe wa eşarmewe cinokeyş řêy pê nebat! řijîmî tazem pê çone: ême her le minałîmanewe bangî ełłahu ekber dirawe begwêçkemana û ’elaqeyekî qûłman be wişey êslam heye. min lam waye ayînî êslam zor pêşkewtuwe; eger betewawî beřêwe bibryet, hîç nalebarî û natewawîyek le komeła řû nadat. em dewłete ke be nawî řijîmî êslamî damezrawe zor pak û pîroze. eme lelayekewe, lelayekî tirîşewe hemû çîne syasî û řoşnibîrekan le zindan řizgar bûn û, ewane sitemyan le xełk kirdibû be sizay kirdewey xoyan geyştin. beme şad bûm û zorim pê xoş bû. bełam em dewłete hêşta karêkî wayan nekirduwe ke cêgey umêd û diłxoşî bêt, weku xudmuxtarîy kurdistan ke qerar wa bû mwafeqetî le ser bikirê. zor karî xirapîşî kirduwe, wekwî kuştarî gunbed, sine û neẍede... wekû kar be nezan sipardin, wekû sansorî řadyo û têlwîzyon û řojnamekan, wekû řiqeberî û dujminayetî legeł ew kesaney ke muxalfî ’eqîdey xoyan bêt. bebê delîl û mentêq berçesp pêwenanî zêddî êslam û êntesabyan be kufir û bêdînî, eger bifamin kelemeyekî zor gewreye û, pêçewaney îslamî řasteqîneye ke mebnay leser çawpoşî û ’eqił û dad û bîr û baweře ke xway gewre le zor cêgay qur’ana êşarey pê kirduwe. ezanim le xet derçûm bełam nûsînî biřêkim be wacb zanî.

îtir xoşîtan hîwame.