pêşekî (1)

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 18 Xulek  1276 Dîtin
be nawî ew xuday gewre
mêhrebane û eda xełat
lêy napirsim lêm epirsê
daway lê nakem pêm edat
çonyetîy jînim- beserhatim
 

sertan ne’êşênim; min nawim nafê’e, şoretim mezhere. naznawim le şê’rî kurdîya şipirzeye. kuřî ḧacî şêx meḧmûd, kuřî ḧacî şêx îbrahîm le binemałey şêxekanî «kesnezan»y serşîwî seqizCihm. bineçeman egatewe ser şêx es’edî gewre ke yekê le pyawe nasraw û nawdarekanî řoḧanî buwe. êsteş zor le xizmekanî piştim bem bonewe şoretyan es’edîye. lewêşewe eçînewe ser mewlana mela meḧmûy şemołeKes ke merqedî le şemołey serdeştî kurdistane û nasrawe û beřêzî egirin.

daykim, nawî xatû ḧelîme, kiçî ḧacî şêx mistefay cwanřoCihyîye ke merqedî le şarî seqiz nasraw û beřêze. ḧacî şêx birayîmî bapîre le kesnezan biřê zewîwzar û bax û xanûy ebê; eyda be şêx muḧemmedî kuřî gewrey.

xoy be mał û xêzanewe, ke yekê lewane şêx eḧmedî emîn îslam ebêt, řû ekate şarî seqiz. lewê mizgewtêkî be taybet bo dirust eken û le şara nîştecê ebê.

ḧakmî wext qebałey dêyekî biçûkî be nawî seydi’awaCih bo enûsêt û pê ebexşê. paş ewe ke bawkîşim xwêndinî tewaw ebêt, her le ḧeyatî bawkya lem mizgewte ebête derisbêjî feqê. egêřnewe ew kate çwar ḧucrey tewawî em mizgewte piř ebê le feqê ke le hemû layekewe zyatrî le tałşî gêlanewe bo xwêndin řûy tê eken; em mizgewte mawe û, be mizgewtî ḧacî şêx birayîm nawdare.

paş fewtî bawkim, biray gewrem şêx fexreddîn mezherKes (mezherul’îslam) heta fewtî, le cêy bawkî tedrîsî ekird. cwanekan û ewane taze pê egen be mizgewtî şêx mezher yan mizgewtî mezher nawî eben.

le sałî 1336‏y k. beraber sałî 1292‏ y h. heweł şeřî cîhanîda le seqiz ledayk bûm. min paşeberem; yanî îtir minał be şwên mina nehatuwe. temenim yek sał û nîwêk buwe ke bawkim mirduwe. lejêr talîm û terbyetî daykim û biray gewrem fexreddîn bexêw kirawim. katî fewtî bawkim yekemîn şeřî cîhanî ebêt. ême hemûman be xêłatî û derbederî legeł małî xałoma, ḧacî şêx ’arfKes, řû ekeyne hewraman û merîwan.

her kakem şêx fexreddîn belay bawkimewe ebêt. paş dû sał teqawteqî û derbederî, hatînewe seqiz. le pênc sałeyîmda emnêrne qutawxan. xwêndin û mamostakanim, ewaney lebîrim bêt, be tertîb eyannûsim:

1- heweł car lay mela şêx ḧeme sadqî ’arfî qur’an û kitêbî gułistan û bûstanî se’dîm xwênd.

2- biřê dersî tesrîfî zencanîm lay kakem xwênd.

3- lay mamosta şêx ḧeme kamîlî kuřî mela se’îd cwanřoyî ke le daykimewe xizim bûyn le dêy saḧîbî seqiz û le ḧemamyanî lay bokanCih û le dêy baxçe û serbaxçe biřê dersî neḧum xwênd. mela kamîl le ḧemamyan lay mela sidîq, kuřezay ḧacî mela selamî şêxul’îslamîy bane û, le baxçe û serbaxçey mukiryan lay mela seyd ’ebdulkerîmî wajeyî, ke pyawêkî baş û mudeřsêkî zana û bedîn bû, eyxiwênd; minîş sûxtey ew bûm.

4-‏ sałî 1313 le tałeceř, lay mela şêx muḧemmedî merdûx qizłibiłaxî dersî serf û neḧum xwênd legeł fîqih û qesaydî ’erebî û ... heta hatme lay mamosa şêx muḧemmed xwêndinêkî başim nebû. wextî wa bû sałê ya dû ya sê sał pekî xwêndinim ekewt. minał û hewełî cwanîm bû; serlêşewaw û bêbawik bûm. xom ḧezim ekird biçme medresey taze, emma kakem û daykim be eme řazî nebûn. lam wa bû leber xercekey ke leser şanyan qurs bû ya le ber eme bêdîn nebim. eyanut şwênî bawik û bapîrit kwêr mekewe. minîş gwêm ne’edanê û beřełła bûm!

mamosa merdûxKes zeḧmetî zorî legeł kêşam. zor diłsoz û mêhreban bû; melayekî qisexoş û êctima’î, dengixoş û şê’irnas û ’elaqey be şê’rî kurdî zor bû.

şê’rî şa’îranî zor lela bû ke min nawî zoryanim her nebîstibû, zor cwanîş eyxiwêndewe. lew pyawane bû ke kurdî xoş ewîst, bełam le řeftaryan řazî nebû.

melayekî wişk nebû; bew sin û sałewe ke le penca têpeřî kirdibû, leşîşî zor saẍ nebû, hemewexte dembepêkenîn û řûxoş bû. nedar û perhêzkarîş bû. xełkî naw dê û aẍayanî dewruber betaybet aẍa sałḧî sułtanpena zorî xoş ewîst û beřêzî egirt, min şitê bizanim zyatrî lewewe û be teşwêqî ew bû.

5- sałî 1313y h. heway germên kewte serim. wîstim bo perepêdanî xwêndin biçim bo silêmanîCih; ew kate şêx celaledînî xalozam, le serderey mułkî xoyanda bû ke le tałeceřewe nizîke. bo dîden û xwaḧafzî legeł mamosa şêx muḧemmed û mela ḧesenî sersêfî ke ewîş le tałeceř eyxiwênd û řifêq bûyn, çûyne xizmetî.

zor qedrî lê girtîn û gîskêkî bo ser biřîn û zor qisey xoşî bo kirdîn. êmeyş basî řoyştinim bo germyanman dayr kird, le pêşa witî pêm xoş nîye dûr kewîtewe. ke zanîy ’ezmim cezme, be qisey mamosayşim nekirduwe, kaẍezêkî bo nûsîm bo yekê le murîdanî le «hermêdoł» ke řewanem biken ta egeme lay mirîdêkî tiryan le ««çaj» lay ’ebdałan ke xakî ’êraqe, be nawî sofî ’ewłay řeş. biřê pûłîşî pê dam ke xerîk bûm gerekim newê. fermûy: «xot ker meke! seferî bê pûł nakirê.» lebîrim nemawe pûłeke çendê bû bełam kem nebû.

ey şewe le serdere xewtîn; beyanî geřaynewe bo tałeceřCih. kitêw û esbabman ko kirdewe û legeł mela ḧesen xwaḧafîzîman le mamosa kird. mamosa diłî piř bû. aw za çawî û du’ay xêrî bo kirdîn. xor weban kewtibû, řê kewtîn bo hermêdoł. ’esrêkî direng geyştîne naw dê. be pirsyar małî kabraman dozîyewe. çun kaẍezî şêxman pê bû, minîşyan be xizmî şêx ezanî. ew şewe zor qedryan girtîn û, beyanî yekêkyan bo bełedî legeł nardîn bo çaj, małî sofî ’ewła. be dar û dewen û řêgey wa pêçeł piłûça řoyştîn meger her ewan seryan lê derkirabêt; nazanim çon eyandozîyewe. ber le nîmeřo geyştîne çaj, sofî ’ewła mirîdêkî muxlîs û pyawêkî aza û baş bû. heweł şitê ke serincimî řakêşa tifengêk bû ke be małekeya hełî wasîbû. lam wa bû bo bergirî le çete û pyawxirap û ḧeywanî diřendey wekû wirç û beraz bû. polîsîş hatuçoy ekirdin, dengyan legeł ne’ekird. sofî ’ewna zor ḧurmetî girtîn û xêratnêkî germî lê kirdîn, zorî pê neçû polîsê xoy kird be mała lîbasekanî zor şêwey cilubergî emnyey êranî eda; dyar bû sofî ’ewła ḧałîy kirdibû min kêm. paş selam û merḧebayî witî: «lam waye em mîwananey to êranîn û beqaçaxî hatûnete êre; toş her wa bêtirs řêget dawin.» min le diło zor etirsam bełam hîçim newt. sofî witî: «nexeyr, her xełkî em nizîkanen.» biřê serî xiste serman û witî: «eger xełkî em nizîkanen, kwê bełedin?» witim: «hemû cêgayek.» witî: «dû dê lemane biłê.» legeł pirsyarekeya pêkenî. êmeyş bełed nebûyn. sofî zanîy lewaneye bitirsîn, witî: «bira, ew le êwe êranître; xełkî saḧêwî lay seqzî xotane.»

minîş witim: «ey bo xot le ême gořîwe?» witî: «bizanim etirsin ya ne; wa dyar bû ne’etirsan.» zor bexêrhatnî lê kirdîn û qawetûn nanî legełman xward. eyut bawik û bapîrim xizmetkar û mirîdî şêx ḧeme ’arf bûn, minîş biçûktanim; yaxwa bexêr bên û lêy da royşit. sofî ’ewła witî: «bira, daroxan lêrewe nizîke; şêx ḧememîn melay ewêye. ta beynê lewê bixiwênin ke polîs netannasin û netangirin ta bełed ebin, car car min sertan edem. êweş bên bo êre.» řazî bûyn û dway nîmeřo çûyn bo daroxan. şêx ḧememîn melayekî be dił nizîk û cwan’umir û ziring û lexořazî bû. sê çwar feqêy axer madexwênî la bû.

sofî ’ewła minî nasand û witî xoşkezay şêx ḧeme ’arfî seqze. witî: «min xoşim le şêx û mêx nayet!» min zorim pê naxoş bû; dyar bû sofî ’ewłayş le minî pê naxoştir bû. le axra zanîy kuřî ḧacî şêx meḧmûy seqzim, zor qedrî girtim û witî: «ḧacî şêx meḧmû ustadî bawkim buwe û ḧeqî be sermanewe zore, emma lêre cêman nîye. bot enûsim le mela ’umerî hewlêrî ke řifêq û aşnayekî nizîkîn bełkû le pênciwên damerzên.» le sofî ’ewła xwaḧafîzîman kird. ew şewe le daroxan xewtîn. bo beyanî řê kewtîn bo pênciwênCih. kaẍezekey şêx ḧememînman da be mela ’umer, ke be xetêkî cwan be kurdî nusîbûy. hewełcar bû ke dîbûm kaẍez be kurdî binûsrê; zorim pê seyr û xoş bû! nizîkî nîmeřo geyştîne pênciwên. le mizgewtê ke nawekeym lebîr nemawe çûyne xizmetî mela ’umer. mela ’umer pyawê cwan çak û teřpoş û pêkewtû bû. qewareyekî zelamî bû; kaẍezekey mela şêx ḧememînman pê da. zor bexêrhatnî kirdîn. her le xoyewe bê muqeddîme qisey le syaset ekird be zwanî hewlêrî; minîş kemê ḧałî ebûm. eyut: «min le kes natirsim û muteseřêf be kîrim dezanim!» pyawêkî meẍrûr û lexořazî bû, êsteş nemzanî mebesî çî bû!

herwa mat gwêçkeman şil kirdibû serman lew qisane derne’eçû. nizîkî se’at û nîwêk lem barewe dwa. le axra witî: «babe zorim ḧez dekird eger cêgeman biba lêre biban, emma be xuday cêgay xałîman bo yekêktan heye; bo herdû nefertan nîye.» êmeyş witman: «ême le yek cya nabînewe.» ew şewe le pênciwên xewtîn. min û mela ḧesen lêfe û mewcêkman dabû be xomana û lenaw ḧucreyş bûyn.

ta beyanî le bin desî xomanda û le serma xewman lê nekewt. lam wa bû hewełî payîz bû. agiryan nebû, bełam şewî pêşû le daroxan le heywanî mizgewtîş bûyn, sermaman nebû. darî zilezle û koteyan nabû be agirî kwanûy naw dîwara; ta beyanî hêłehêł egřa. her yekêkman piłasêkman dabû be xomana germiman bû. le pênciwên le ḧucrey mela ’umer berqilyanman kird. xor germî kirdibû. be swarî lorî řê kewtîn bo silêmanî. lorîyê bû ke le beynî silêmanî û pênciwênda karî ekird û hîy şaram nawêkî ermenî bû. her xoyşî eyxiste řê û lê’exuřî. heweł carim bû swarî maşîn bibûm; zorim pê seyr û xoş bû. le ’esra geyştîne silêmanî lay mizgewtî kak eḧmed (mizgewtî gewre) dabezîyn. lewê wa řêk kewt çawim be kuřekanî ḧekîmî wesa sen kewt; çawim pêyan řoşin buwewe. merḧebayîy germî yektirman kird. (małî ḧekîmî wesa sen le geřekî xoman bûn le seqiz. nawî ḧeme qasim bû; meşhûr bû be ḧekîm, çunke dermanî zexim û serişkan û ceřaḧîy wirdeştî ekird. xerîkî řawî masî û sonekêwî û bałendey tir ebû. xasoybey jinî ke le şêxekanî derezyaret bû, amşoy małî êmey zor ekird. legeł kuře gewrekey, cafir, hawqutawî bûyn. min ke le ’êraq geřamewe, ewan zûtir geřabûnewe bo êran. cafrî řifêqim cwanemerg bibû. minałekanî tirî pê geyştibûn û wez’yan baş bû. êste dû sê kuřî heye le seqza serşinasin be nawî famîlîy zare’mend.)

lewan xwaḧafîzîm kird. çûyne ḧucrey feqêkanî mizgewtî gewre, ke merqedî kak eḧmedî lêye, lewê hewałî mela feyzułłay kuřî ḧacî mîrza ’ewłay ẍerqîm pirsî, ke texelusî muxlîs û şoretî şafê’îye. ḧacî mîrza ’ewnay bawkî xeyat û xoy feqê bû, be mał û xêzanewe hatbûne silêmanî. min legeł mela feyzułła dostî qedîm bûyn. pêkewe şê’irman ewt û şê’irman exwêndewe. ew be’emirtir bû le min û, payey teḧsîl û me’lûmatî zor zyatir bû. wityan mela feyzułła le mizgewtî bin tebeqe; be pirsyar mizgewtî bin tebeqim dozîyewe. lewê lay mela fetḧułłay paweyî damezrabû. dersî lay şêx ’umerî qeredaxî exwênd ke zanayekî benawbang bû le xaneqay mewlana xalîd tedrîsî ekird. (le zorbey mizgewtekana le suleymanî feqêkan lay mudeřîsî ew mizgewte damezrabûn, bełam lay şêx ’umer eyanxiwênd. çunka feqêy şêx ’umer zor bûn, be ḧelqe dersî pê egutin; ewane dersyan be kê bibwayet ya sema’yan bikirdayet, lew dayereda ḧazir ebûn.) çûyne mizgewtî bin tebeq û mela feyzułłam peyda kird û be dîdarî yek şad bûyn. feqêyekî tirîşî lê bû be nawî mela fexrey hewramî, zûtir le seqiz le gel mela muḧsîna ke eyanut xizmin lay kakem pêkewe eyanxiwênd, nasîmnewe û be dîdarî ewanîş xoşḧał bûm. ew şewe le heywanî mizgewtî ewê xewtîn. be pêçewaney pênciwên, leber germa beřûtî xewtîn yanî êḧtyacman be pêxef nebû. her êware bû ke kełeşêr desî kird be xwêndin. zorim pê seyr bû; lay ême kełeşêr lew wexteda bixiwênê serî ebiřn. feqêkan zanîyan min pêm seyre û bełed bûn, wityan: «kełe şêr lêre herwa zû exwênê, her ser le êware des eken be xwêndin.» beyanî be nasyarîy mela feyzułła min le mizgewtî kanî askan lay mela ’ewłay ’ereb (şoretî wa bû. xełkî gułey hewraman bû) damerzam. mela ḧesenî řifêqim le mizgewtê ke nawekeym lebîr nemawe damezra çunka le şarêka bûyn zorim pê naxoş nebû ke le yek cwê bûynewe. mela ’ewłay mamosam lay şêx ’umer eyxiwênd, minîş lay ew dersî camîm exwênd. zor be dersekanma ne’egeyşit; çunka xetim baş bû, her ḧaşyey «abin alqiredaẍyanErebî»y şêx ’umerî pê enûsîmewe û, feraẍetim bo dersixiwêndin nebû. emzanî ke kełk le dersixiwêndin wernagirim; naçar çûm bo kerkûkCih. le yek dû mizgewt ke nawekanim lebîr nemawe çen řojê bend bûm. mamosay çakim nebû, le axra le meḧliley begler le mizgewtêka lay melayekî dizeyî ke nawekeym lebîr nemawe benasyarîy mela kerîmî ferîdî kanîkeweyî damezram.

geřekeke geřekê feqîr bûn û çen małe ermenîşî tya bû. mamosa û xełkî geřek zor baş û beḧurmet bûn. حەفتەێی dû car eçûm bo lay mamosa mela kerîmî ferîdî le mizgewtî ḧacî mistefay qerdar; lay mela nasiḧ eyxiwênd ke melayekî pîr û mudeřsêkî meşehûr bû. her le kerkûk ke mamosa mela kerîm îcazey wergirt û, şerbetxorîyekî mufessełyan bo girt, em cejne le řojnamey «kerkûkCih» ke řojnameyekî meḧellî bû be zibanî turkemenî enûsra, be abutab derc kirabû. min her le mizgewtî meḧelley begler bûm, bełam bew new’e ke lazim bibêt û kełkî lê wergirim mamosa dersî pê ne’ewtim. çîştan lê bişarmewe nanî feqyetîm lela core swałkerîyek bû. naçar le sałî 1936y zayînîda ke sałî řesmîy ḧikûmetî ’êraqe le şarî kerkûk bûm be serbazî beşî pizşikîy erteşî ’êraq (alcindî alqisim altibî fî alcîş al’iraqErebî.) sê mang le mistûdi’ bûm yanî medresey meşqî serbazî. paş ewe nardimyane (alimistişfî al’iskirîErebî) ke tenya xestexaney ’eskerî bû le kerkûk le geřekî «qurîةCih.» zor muřeteb bû. ceřaḧ û duktirî daxłîy tya bû legeł (mixtbirNava taybet) azmayşga û (sîdlîNava taybet) darûxane û ḧemamda.

paş sal û nîwê ke le kerkûk xizmetim kird, nardimyan bo nexoşxaney serbazî le silêmanî (alimistişqî al’iskirî fî alsilîmanîة)Erebî. em întîqalem zor pê xoş bû, çunka silêmanî hemûy kurd û hawziwan û piř bû le aşnay baş le hawşarîy seqzî. zaten xełkî silêmanî mîlletêkî ẍerîbdos û mîwandarin. zor le xelkî seqiz hatbûn bo silêmanî. lewane ke bizanim małî ḧacî mîrza ’ewłay ẍerqî û małî ḧemey ḧacî şukire û małî ḧekîm û çen kesî tir. zyatrî eçûme małî ḧacî mîrza ’ewłay ẍerqîy bawkî mela feyzułła û ser dukanekey, ya ser dukan ya małî mîrza ewřeḧmanî me’rûfî baneyî ke be seḧḧaf meşhûr bû; tacrêkî nawdar û pyawêkî teḧsîlkerde û zana bû. zaway ḧacî mîrza ’ewła bû. dayme dukane xałîyekey piř bû le pyawî aza û qaçaxçî ke le êranewe dehatin. herwa eçûme małî mîrza muḧemmedî ḧacî şukire ke tacrî nawdar bû le seqiz û lêkewtû bû. be mał û xêzanewe hatbûn bo ewê û meḧmû kuře gewrekey be şagirdî lay ḧeme se’îd, ke xeyatêkî nawdarî kot û şelwardar bû damerzabû. eçûme małî ḧekîm ke legeł cafrî kuřya rifêqî qutawxan bûyn le seqiz û lepêşewe basim kirdin.

be boney małî ḧacî mîrza ’ewławe legeł ḧacî baqîy bengîneda, ke xełkî seqiz û le famîlî kełanterî seqiz bû, bûm be aşna. ḧacî baqî eçuwe mektebî zanistî kurdan ke mektebêkî şewane bû (medresey ekabir). lewê kwêre xetêkî peyda kirdibû; be nîsbet me’lûmatî xoy şa’rêkî kurdî zor baş bû. şagird nanewa bû. car car eçûme ser dûkanekey ewanîş. westakey zû naneway ’eskerekanî şêx meḧmûy nemir bû, pyawê qisexoş û ’elaqey be mîllyet zor bû; nawekeym bedaxewe lebîr nemawe. legeł mela feyzełła egeřayn û eçûme ḧucrey feqêkan lay kone mamosam mela ’ewłay ’ereb û ḧucrekanî tirîş legeł qanê’a zyatir, ke lem axrewe bûyn be aşna.

şewane ta dêrê le çaxanekanî silêmanî ke zor xoş û pak û temîs bû hemû new’e şitî xwardinewey ẍeyre elkulî wekû çayî û qawey tał û şîrîn (şekerlî) û çayîy tirş û şitî tirî tya bû, legeł řifêqe ’eskerekanim da’enîştim, biřêkyan zor kuřî baş bûn. herwa wirde wirde řifêqim lenaw şarîş peyda kird.

le silêmanî bo pyaw û maqûłekan çûnî çaxane ’eyb nîye; êware paş nwêjî meẍrîb xełk hemû şam exon û bo tefrîḧ řû ekene çaxanekan. heryek duwan duwan û syan syan ya zyatir le dewrî mêzê

ko debnewe û des eken be qise ya kayekirdin wekû domîne, texte, wereq. ẍeyrî feqê û mela nebê hemû cor pyawêkî tya heye. min zyatir eçûme çayxaney qadir aẍay koyîy ’ettar; yadî bexêr! egerîş nemawe xwa bîbexşê; pyawêkî baş û çaxaneyekî gewre û xoşî bû. tabloyekî be farsî nûsîbû:

şihirtim ’itar û min xuş‌xatirimFarsî
binde‌y درگاە ’ibdalqadirimFarsî

ew çaxane qera’etxaneyş bû, çen new’ řojnamey ’erebîyşî tya bû wekû «albilad, al’alim al’irbî.Erebî» enwa’î bazîyşî tya bû wekû domîne û texte û eskemîl, wereq û bîlyardo. herkes meylî le her kayeyek bibwayet eykird û ya řojnamey exwêndewe ya gwêy le qewan şil ekird, ke zyatrî hîy seyd ’eskerî sineyîyan exsite serî, ya çen dos û řifêq le goşeyekewe mêzêkyan eşẍał ekird û, xerîkî qisey xisûsî ya syasîy xoyan bûn. kes ḧeqî beser hîçkesî tirewe nebû; herkesê bekarî xoyewe sergerm bû. minîş zyatir lew çaxane řam’ebward.