ew erze ke faxîre xo molkêkî xudaye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 3 Xulek  465 Dîtin
ew erze ke faxîre xo molkêkî xudaye
ferşî beşere me’denî piřçetrî semaye
kewkebî tesbîḧe beła řojîşî çiraye
mexluqî serî le hewa û keyf û sefaye
qîsmêkî ḧeyatî nîye ta řoḧî qezaye
adem û îdrîs û sałḧ û nuḧe lewêye
xidir û saḧêbî yedî beyza ke lewêye
’uzêr û yuns û îzḧaqe lewêye
seyîdî îns û cinin û mela’îk ke lewêye
ke’be û cebelî qudse we hem turî sînaye
mezre’eyî axîre bo yaranî wefadar
hestin lexewî ẍefłet û ey ademî hawar
xwên řêjî lebo muşrîk û xwên řêjî řyakar
man’e xalq yadî bike her nebî carcar
herçî ke ekeyn ḧefîze heta řojî cezaye
şems û qemer û kewkeb û ew erzî bebuřkan
wek dehejê lew řojî ke cewlane le beḧran
înzare lebo cinin û beşer bo hemû ḧeywan
bê sûde girîn û ceze’ wełłahî bequr’an
ew nefse bede řoyî biłên karî kiraye
xalqe bo cinin û beşer bo zeřřîy misqał
bî nore lebo ḧezretî kird şerte bo calcał
ew wexte ke me’lûme lexwa ummetî bê ḧał
wêrane erz be nizulî ayetî zîlzal
haware beḧałî minî wek nîme beqaye
ew nifse bede musteḧeqî agir û ’ezabe
ẍafił mebe boxo lebeynî xewf û řica be
da’îm le fikirkirdinî eḧkamî xuda be
to dûrî buẍiz û ḧesed û dûřûyî řyaye
în’am û kerem merḧemet û řeḧmî lelaye
san’î însan û cinin û ḧeywane bemlyar
mexluqî heye bełake pêm nayete ejmar
be’zê ezyet û ẍem herdeme fikirî le azar
mexsudî kesetre deyewê řuyî le sittar
řûřeşe çunkî le dinya bê ḧemd û senaye
wa başe beşer bijîy leser wesyetî luqman
ew kesî textî heye ew meşhure be sułtan
zîxî ’edil hełxa wekû dawid û suleyman
zîlletî mîllet laberê wekû yusfî ken’anKes
bê çareye însan lekerî řûy le hewaye
ey nifse bese tobî xuda řû ke nedamet
bê ’uzir û behaney bexuda řojî qyamet
’alem û umet ḧezretî şêxî be keramet
derdekewê mexsedî xwa bo yaxu ze’amet
defterî e’malî dedenê û wextî seraye
ey erze ke meşhurî be gewre û keberînî
mîwane lela fexrî ’ereb şahî medînî
aluseḧab û şuhedaw û xwênî birînî
mijeyî ḧeşre beşer le yekem xeberînî
çi tune û çi tîje debînin ke çi heraye
ew řoje dehejê beden û cerg û henawit
bê kełke girîn û ceze’ û wa eşkî betawit
boxot bigrî hetakû xwên dê le herdû çawit
were pêş bexot û dîwanit samîNasnava edebîye nawit
şî’ir û kelamit ḧazir û mewcude kemaye