řołe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  422 Dîtin
to mebe pyawî em û ew gel firoşî qet meke
řêgrî jyanî hejar û ḧelqe goşî qet meke
bîrî mirdin lew geley xot yan nexoşî qet meke
her kesê kospey le řêgay mîlletî xoy dadenê
ẍeyrî tif bêşk le mêjû hîçî dîkey nadenê
’eybe ser şoř key be dînar lawî tazey newcewan
toy le şaxî nîştimanda bo şebey xunî şewan
nek leřêy bêgane casus bibye xubze û pasewan
merdî mîrate le kurdan wa lebo to maytewe
qet şerim nakey ke kurdî boçî pałit daytewe
bo serit suřmawe řołe kes kesêkî kes nîye
her qisey gewrey bebê kar nabte maye û bes nîye
xwênî laşey xot nebê to hîç kest derbes nîye
bo hejarî û dîlî xełqî kes ḧeqit nadatewe
xwên kilîlî derkî zułme kes nîye lêt katewe
xwênî çînî xwên řêjîne xwên leçaw desřêtewe
ew le mêjû zor benirxe û jyanî pê dekirêtewe
her bexwêne şeř le nawçûn bîkujî û bibřêtewe
sulḧî giştî bête kaye û jînî řoj’awa û hełat
hêmnî darî berîda û jînî hawbeş bo xełat
bo xebat nakey lebo jîn bêye řêzey mîlletan
bibye hawbeş bo geřanî şax û deryay naw cîhan
wa wekû murẍan desuřên deçne naw estêrekan
řołe boçî wa bebê «sam» perdet le řût dadaytewe
bîrî dujmin wa le şax û mał û mêşkan maytewe