ey mang

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  465 Dîtin
çon řawestawî le boşî asman
řoj û şew leřêy suřan û dewran
le dewrî zewî lebin estêran
bo wa bê hoş û bêdeng û matî
her dê û deçî bê we’de û katî
lew hat û çûne nîşanit çîye
eto çit dewê meramit çîye
perwerdigar û xudanit çîye
bo bê hoş û bêdeng û matî
her dê û deçî bê we’de û katî
bê dest û ziman be kes nawestî
naḧesêytewe demê nawestî
bîr û biřwaket ba bê řawestî
bo wa bê hoş û bêdeng û matî
her dê û deçî bê we’de û katî
boçî pêm nałêy yadî çît heye
le kê detirsî samî çît heye
lew ka’înate kanî çît heye
bo wa bê hoş û bêdeng û matî
her dê û deçî bê we’de û katî