elyas û xidir û sałḧ û dawud û sulêman

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  515 Dîtin
elyas û xidir û sałḧ û dawud û sulêman
ye’qub û ’uzêr û mesîḧ û yusif û ken’an
yeḧya û eskender û zelkifil û ḧezretî luqman
şahanî zikirkirdinî me’lûme le qur’an
wa lebo xatrî ḧezretî lolake beburhan
dengî seydî cinin û beşer dê le medîne
bo dînî xudawendî te’ala le amîne
mijdeyî nesrî le deste bo řecmî le’îne
bedkarî nekeyn le nemîmî boçî çeqîne
xaneyî nemmamî bibînin wa debê wêran
ew załmî tuşî ’ezab û qehrî xuda bûn
saḧbî ’îz û sełtenetî baẍî seba bûn
beqehrî xudawendî ’ezîm giştî fena bûn
wa be teḧebur řû le derî darî beqa bûn
şa behmen û teymur bexteku qeyserî turan
herçî ledînî ḧezretî fexrul’erebî bî
qet nabê lenaw bergî zułimda û ẍezebî bî
duşminî ełłaye yeqîn herçî ke nebîbî
me’lume le şeytane ke herçî ’esebî bî
le ẍelẍeleda xałî debî heynê le îman
ḧeqe her xom û lebo xom řû bikeme zarî
bo řojî fermuyetî qur’an we’dey barî
qehrî ẍezebî xwa dê wek baranî beharî
nemamî bibînin le diłî řûnî buxarî
îspatî nemîmî ke deka û komełî merwan
besye ẍirurî řû le hewa û ḧubî cîhanî
qehrî ẍezebî westawe heta nexfey sanî
melî ḧeqîqet bike ta lew ’umrî cewanî
to ḧesenatit bêne lebom pêm biłê kanî
bo řojî kewa xêr û şeřit wezne bemîzan
her saḧêbî îmanî seḧîḧ ehlî ne’îme
ew diłî piř ḧesed û şike xełqî ceḧîme
ew le’net lesere ke dexwa małî yetîme
îslamî seḧîḧ ke dełê lew pende berîme
diłî ew kes ’erşî xudaye dûre le şeytan
wesfî beçakî îxtyarî xudawendî ’ezîme
bê bab û weled qadir û qeyum û qedîme
bennayî erz û cinin û beşer ’erşî ’ezîme
řaḧîm û řeḧman û sexî cennat û nedîme
bo ewe bexşînî le cennet ḧorîy û ẍîlman
ew jyanî ke dejîy mirdinîşî bo heye
wextî jînit debînî axrîşî bo heye
cennet û dozex temam ḧeşer û mîzan bo heye
bes bigryê samîNasnava edebîye řêy nedamet tobeye
řût lexwa wermegêře řû le ew bike ey cewan