her le minałî hetakû pîr bûm

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  524 Dîtin
her le minałî hetakû pîr bûm
xo min lelay xoy hoşyar û jîr bûm
le řatbekirdin bûm be tûtniçî
eger şêt nebim le tûtnim çî
bo be destî xom xomim kird be pend
bûm be şerîkî xemî dewłemend
ger têgeyştin wa bê ke min bûm
pêwîstî řecmim heta nemirdûm
ne qerizdarî ḧacî û tucar bûm
ne xawen qerzî pûłî hejar bûm
bê derd û bê xem heta beyanî
xew bû xende bû cacar goranî
ser leser serîn le katî şewda
wiřênem nebû le şîrînxewda
êste be tûtin şew eřawênim
wek dayk řołey xom elawênim
ke cigereş exom be řêga eřom
le cyatî aẍzey agirekey exom
zorî pê naçê xom û hawseran
derçîn be şêtî biřoyn bo geřan
ne xemî tûtin ne tirsî qanûn
ne çaweřwanî destî bêwejin
erzî řeq lelam lêfe û doşek bê
biznêk lelam sed xan û beg bê
lem laweş ełêm kes xetay nebû
şêtî û bêhoşî kes lelay nebû
çunke parey par ebarî be bar
destubirdiman kird lêy kewtîne kar
witman ba emsał hawser kem nebîn
bo parekey par tûşî xem nebîn
ewey parey bû le zor û le kem
bê pareş kewte destibřî û selem
herdû begurcî û bepele û tekan
bo damezranî em paye geřan
ger negbetî hat swarî eqił bû
herçîman hebû le destiman derçû
êsta dest biřa le hemû laye
nobey řeḧmetî dergay xwaye