me’lûme ’ebesyane tekber betema be

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  420 Dîtin
me’lûme ’ebesyane tekber betema be
agirî dił bête serit bo gifit û cewabe
carêkî nebû dest keye ałayî sewabe
bo dił dizî bê řeḧme ke bê şerim û ḧîcabe
celladî minî bê kesî wa xane xerabe
aşufte diłî toye etoş carê nezer key
ḧeyranî xetî toye befîřoz û be key key
tacî muḧîbet bo minî bê çare leser key
perçem wekû celladî leser seḧfeyî kułmey
dił zamî ewe boçî dełên mestî şerabe
de mijde be bulbul den seḧer hat şebeqî da
fesłî behare xunçe le baẍanî demî da
dił kewtîte jêr derge û xakî qedemî da
zułfanî wekû ejderî cengî le qedîda
ey diłe bes le emanî bê şerit û beqa be
wa besyetî nałeyî kuştinî be cefa bes
fexrî meke zîba leser ew erze hewa bes
memxere nałînî û kesadî û lomeyî nakes
mujganî wekû tîrî le cergî minî bêkes
gîr kirduwe wa tîje dełêy çengî qulabe
bê behrey hewese ew kesî bergî syapoş
diłî dûre le şadî û herdem ’aciz û xamoş
serwetî dara diłî ’aşiq naka feramoş
samîNasnava edebî ke kujrawî mijeyî toye bela toş
zîlletî bedkarî wa bedî besye weła be