mudetêke wa le hîcir û nałe û hawarte

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  461 Dîtin
mudetêke wa le hîcir û nałe û hawarte
řoj û şew her wa le şîwen dax û mîḧnet barte
fa’îdey ka çî beçî kird ma’îlî eẍyarte
dił le derga pasewan wa meḧrem û xemxiwarte
wa le cewr û piř fîẍan û ’ezyet û azarte
meḧtî bałayî beşîrîn dête berçaw bê mebes
derdî xom nabê biłêm xo qet negutrawe bekes
nabê ẍafił bim le yarim takû mabê yek nefes
qa’îdey cengî ’edute řoḧ le meydanî ’ebes
bê tirs ew pêşewaye şahî ew salarte
way lebo şadî ḧeyatit dem leser dem kef le kef
marî zułifit dête bała lem teref bo em teref
hatuçoy bałayî şîrin pêç bepêç û qefbeqef
ceyşî daw dawit perîşan dête tedrîb sef besef
ẍałbî cengî holako zułfekey tatarte
bo baẍî sîne teyrî bulbul be neẍme dête dût
qîmetî kanî lelay to ’aşiqêkî řût û qût
bê ḧisabe perçemî tay daw bedaw û mû bemût
şîrî ebro tîrî mujgan sê minim tîẍî ’edut
çaremîn bo gencî ḧusinit kezyekey řeşmarte
car belutfî şîrnî xot ya be pencanit bigo
danîşe yek dem lelaman ya le derganem biřo
le lêwî ałit kem nîye ya le dawî misk û bo
mexsedî ḧerbî supahit çî bû çim zanî le to
جûملەێیکم lê nezanî kam hedef eş’arte
mîhterî qel’ey ḧewadan pêşewayî her minim
yarî teng û tepłî ceng bo cudayî her minim
alî xwên û barî şîn cêy ’esayî her minim
çaw piřî xew ’aczî şew bo tebayî her minim
řoj le hatin şew le çun û zîllet û yelẍarte
car be ebro pêm dełêy bê bexoşî řêm dedey
dabbînî xaney muḧîbet îşarey çîm dedey
car kefî sabûnî lutifit le dest û pêm dedey
řojî ewweł ḧałî xom zanî bekuştin lêm dedey
hêşta řazîme emin xo çendî kuştin karte
ey esif nazanî řêga ta xerîkî nesrîbî
sed selat û dest û damen tacdarî yesrîbî
bê şike çarey şîfabî şîrî wext û ’esrîbî
ta bikey «sam» dekey to naçîye ẍarî meẍrîbî
fêrî ’îlmî ceř bibî ya çare her ew çarte