zułfî dehejê çîne wekû ceyşî holako
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
2 Xulek
565 Dîtin
zułfî dehejê çîne wekû ceyşî holako
bilẍar û fereng û ḧebeş û řomîye yaxo
perçeme bo kuştinî min wa hatuwe îmřo
mujganî wekû tîre lenaw qewsî dû ebro
lêy mede lew xakî ẍerîbî bêtewe serxo
załim û xwênřêj û ẍirur û bê dîn û baẍir
bê řeḧmî wekî xoy nîye ew załmî kafir
pêm go debese bimkuje ey dułberî saḧir
layê beznicîr û kemend û layê be’agir
zanîte ke fewtawe diłim bo çîye řořo
zułf dehejê çîn û bexot boyî besalar
le hicumî weḧşyetî wa wek leşkirî tatar
feqîrî wekû min çîye her załmî xwên xwar
demdeye ber tîrî ẍezeb to leser û xwar
derbederî çoł û çyam wek koçerî hełşo
diłmî bird be’esîrî û girtêtê bepencan
le kemend û ḧepsî zinex bestêtê bezułfan
pêm dełê ta mawî debnałêne le dawan
pişkutnî guł têpeřî lew bulbulî xoşxiwan
axî ledił û girye û nałînî seḧer bo
dîwane le seḧraye ke şeydayî dukułme
herwekû bulbul řoj û şewê xunçe le diłme
herkes le hewes bo mine ẍemxiwardin û cilme
ew řojî ke bergî şehîdît hawête milme
çend kirdim û nemtanî kewa neykeme berxo
lew řoje bedił ’aşiq û sewdagerî to bûm
bê bext û nezan tuşî xelet girye û řo bûm
’aşiqî leylêy nezan û e’rabî bed û bûm
lay xomî nefam wabû keda’îm lemeko bûm
herboyê çemî û gerdenî wa hatîte ejno
letûlî ’emir bedrêjayî daxî henawim
lexemî sîne û perçem û egrîceyî xawim
dermanî nîye çareyî dudestî şikawim
her to bike dermanî emin yarî tewawim
destanî şikam pêy biłê ta bîxeme esto
bê çarîye nałînî letaw ḧałî nemaye
demkujê ew yare ke poşî bergî xezaye
nem zanîye kuştin le çi dînêkî řewaye
le nîzamî dû ejder û ya bexî zułmaye
samîNasnava edebî çi meke şerte leser min ke nełêm o