şî’rî edeb pêncixiştekî «samî»

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 3 Xulek  544 Dîtin
to were tuxwa řeqîban ba lepêş çaw laberîn
dabnîşîn řûbeřûy yek lew sebayey wa berîn
ta binoşîn dem bedem ba awî ḧewzî kewserîn
wek le baẍî dê henasey ew nesîmî ’enberîn
çende xoşe bade wergirtin le yarî nazenîn
way ke xoşe dabnîşîn emin û leyla řûbeřû
ta meqaleyî zułfanî min beyan kem mûbemû
heste zîba katî keyfe ba biřoyn ca zûbezû
çende xoşe ’uşretî tenha legeł yek dûbedû
mutrîb û saqî le layê xunçe dem yek pêkenîn
lew beyanî bû becejnim ta ẍirubî aftab
keyf û bezmî bû legeł yar bê su’al û bê ḧisab
xunçe û bulbul min û yar saqî ya alî cenab
geh le sayey erxewan û geh şerabî le’lî nab
car le baẍî teł’etî yaran guł û xunçe çinîn
ew řeqîbî xuda nenasî xwênřijênî xwênxiwar
man’e xo lew beheştey pêy guşadbûyn emin û yar
řeḧmetî xwaman dedît xo qetre qetre dête xwar
xozge bedwênê şewê ke dûbedû bûyn emin û yar
ta seḧerman ’eyş û ’uşret bo mîzaḧ û pêkenîn
ḧusnî leyla bû be mirg û zexmî konim hate sû
ew beheşte çî beheşte řojî xoy wa bo me bû
dił le boyê şêt û şeyda řoj û şew dêwane bû
dem bedem sa’d le gerden leb leser leb řûbeřû
dest leser sîne û xerîkî pêkenîn û guł çinîn
car le fikirî xwênřijan û carê dêtin pêm dełê
debte wa’îz pêm defermê çî bikey to dête řêt
min dełêm toy řoḧî şîrin û řoj û şew çawim leřêt
car lebade mestî kirdim car be tundî pêm dełêt
car biłêsey agirî dê û carekî ma’î me’în
dił ewa hat leylî şîrîn dête lay to bo tewaf
bes ẍirûrêke leser min xo berzekey wa belaf
çendî şoxî ḧeyfe qurban memxe naw dawî tenaf
gahle camî lêwekey xoy gahle le memî şîrî saf
gah le le camî lebî tenkî ew řewaqî yasemîn
carê dêt û pêm dełêtin dadepoşê pêçekey
pêm dełê wey xo to şêtî deşt û seḧra pey dekey
car be lence dête pêşî ta bederxa xunçekey
car beřwî xoy kird îşare û gah be řewzey sînekey
hizih cinat ’idin fadxiluha xaldînErebî
car belence û pêkenîn dê carê cellad û zwêr
xwên řijênî wam nedîwe załmî wa bê zemîr
samîNasnava edebî let let kird bebê kes ew hejarey wa feqîr
muxteser dwênê şewê ta tel’etî mehrî munîr
her edeb bû bê seda muxtarî firdewsî berîn