şî’rî nalî pêncixiştekî «samî»

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 3 Xulek  1512 Dîtin
řût û qûtim çon negrîm řû سیاە û řenceřom
řoj û şew karim girîne ba bigryem çake bom
lomekarî xakî kome her le perwêz takû řom
wey ke řû zerdî medîne û řû syahî mekke xom
derkiraw û derbeder yařeb dexîlî ’efûy tom
takû mawim her enořim le sen’et û ḧîkmetit
min şermezarim bewełła întîzarî řeḧmetit
herçî çake bebê bakî dête baẍ û cenetit
defterî e’malî min bê qetreyêkî řeḧmetit
key be sed zem zem syahî noqteyêkî lê deşom
piştîwanî min xudaye xo le çengî dû ḧerîf
derdî însanî girane weswesî şeytan ze’îf
herkesê xway lê řeza bê řêgeyî řast û ḧenîf
ke’bey îşraqî wekû xurşîde min çawim ze’îf
lêm buwe řewşen ke bu’dî qurbe qurbî bu’de bom
nîyetit bê xwaperistî elḧeqe sułtanîye
řû ke ełła hatuwe firset jînî dinya fanîye
kê demênê pakî xake her me’înit baqîye
bo cîwarî ḧeq le hercê sîdqî nîyet kafîye
înşa’ełła bo beytułła xwa me’în bê her deřom
dił dexwazê berdî eswed xawenî mułk û kerem
bimdeyê mułkî ’êraq û xakî qudsî muḧterem
namewê hergîz beẍeyrî lutfî fexir û awî zem
lêm ḧerame dane û awî ḧemamatî ḧerem
min ke bazî dîde bazim nek şewarey destemom
her deme seẍletim min derde dar û dił be taw
bê zexîre û bê ’îbadet dête der cerg û henaw
eger ne’îm û ger ceḧîme yek lewanin toy lenaw
ta bekey wek mirẍî małî danedawî pelişkaw
bo tewafî se’îy û ’imre her nebûm û her neçûm
hîç nezanî řû le şeř tembełî pîs û mizbelen
boye daym her le fîkir û zor lelay min muşkîlen
le te’zîmî şerîk û zułim û boryayî merḧelen
min lewanem çî kewa ehlî wesîley mes’elen
’amîl û naçar û me’zur her biłêm her bêne bom
nefsî bedxu wa xerîke řoj û şew herwek esed
dił bebuẍiz û bo nîfaqîş deçte pêşî bo ḧesed
kuştimîtî ey řefîqan çwîme erzî qed beqed
xewfî min lêre leber zorî gunahe yek be sed
gerçî ’asî û muznîbim emma muqîř û bê dirom
lew ḧeyatey çende xoşe nisfî ’alem sofîye
xem denoşî û têdekoşî em jyaney bo çîye
besye mecnûn û xetakar nałe nałî to çîye
bê xetay to ew le dinya bergî cehlî poşîye
yarî tenganem ẍeme baher ẍemî xom xom bixom
xom eparêzim beto min le çengî fasqan
dule destî cem’î załim xas û ’amî ’asyan
mijde bê xo derçû samîNasnava edebî hat bibîtin şadman
lamede nalîKes le enbarî xezîney sałḧan
gerçî xoşe bibye çînî danerî xermanî řom