xendeyî nerim û ḧelîme carekî qaqanîye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  429 Dîtin
xendeyî nerim û ḧelîme carekî qaqanîye
asefêke bo suleyman ’ilmî textî zanîye
medresey tûba ’ezîme muşfîq û luqmanîye
be ’îsmete şox û şenge şîrîn û yaranîye
sed te’ecub ew cewane turke ya îranîye
min ezanim çend ḧelîme bo dewa û derd û elem
bê nezîrî belẍ û turk û xakî kurdan û ’ecem
çon be min dête meqałat bew diłî piř derd û ẍem
wesfî adabî binûsî key detanîtin qełem
’alîmey ’adîl ’ezîze carîye řomanîye
perçemî taw ’enberînî lomeyî sumbul deka
bulbulî dił boy denałê xoy le bergî guł deka
dersî te’rîxî dełêtin wesfekî babil deka
abî şerḧî ateşî sed ’îşqî cehlî kiz deka
ew supa salare elḧeq duşminî seḧḧar nîye
řîşeyî cehil û nezanî wa le diłma çon pisand
leşkirî fîsq û fesadî wek supahî dîn şikand
’îlim û beydaẍî ḧeqîqî wa le meydanî çeqand
barekełła çend fesîḧe medresey kê pêy geyand
’alîmî efẍane yaxu se’dî teftazanîye
çende bałaye ḧeqîqet ’alîmey ew ’esreme
’îlmî weqit û kon dezanê ta demî baba deme
çaw le řêgay întîzar û çaweřêy derganeme
’aqił û ḧesnaw û sebrî ta biłêm min her keme
piř kemał û zor cewan û xulqetî însanîye
dił lebo nałînî yarim çend ẍerîb û bê kese
çend ’edwî ’aşiq le meydan řoj û şew wa ḧesḧese
emma yarî piř wefa bo min bimînê û medrese
şox û şeng û şahî xoban û be wîcdanî bese
pence şimşade beşadî û qametî beydaẍîye
şoxî new xunçey behar û řû wekû pelkî gułîm
soz û aramî ẍerîb û dił guşadî bulbulîm
şahî esrarî ḧeqîqî û neẍme xwanî serçiłîm
hate giftugo legeł min nemdezanî çî biłêm
suxmeyî kirman řengîn gerdenî kaşanîye
bo wenewşî baẍî berzî newbeharim her biłêm
qeddî berzî wa şilêr û wek sinewber sublîm
mîhterî cengî fesadî û şadlêrî cabulîm
pêy witim to dabnîşe dersî ḧîlimit pê biłêm
paşî naxoşî bibîne çende xoşe samîNasnava edebîye