mektebî pênciwên emsał be şewqe

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  593 Dîtin
mektebî pênciwênNava taybet emsał be şewqe
mindałman legeł xwêndin be zewqe
çunke mamosta yek le yek zyatir
diłsozin boyan le bawik çatir
bêyne ser basî bawkî minałan
małîşyan eger biřwa be tałan
pê xoşḧał ebin bibînin be çaw
řû le berzî bin hengaw be hengaw
bo řastî qisem lem zistaneda
ḧefleyekyan kird le çaxaneda
wityan pêwîste î’aney feqîr
bo berzî weten bibin be destigîr
herkes le’ast xoy be řûy xoşewe
bo em xizmete hate pêşewe
me’mûr û ḧacî ḧemmał û beqqał
hîç kesim nedî nebê pê xoşḧał
her le de dînar ta pênc û ta dû
be satê dûsed dînar kowe bû
cêgey supasin mîlletî pênciwîn
bo em xizmete ya xwa her bijîn