fikirêk le diłma demêke kake

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  528 Dîtin
fikirêk le diłma demêke kake
gerd û xulyetî ḧałim hîlake
beyanî ekem nizîke mergim
let û pet ebê seraser cergim
gelê usûłman lenawa bawe
mîlletî kurdî pak pê fewtawe
ewwełen mirdûy dêhatekeman
kesî zîndûy xoy exate zîndan
le hemû lawe seryan tê’eken
be ser xoşyan serxoşyan eken
hemû zelamêk tawekû eřwa
bayî sed fils çêşt û nan exwa
ne nan emênê ne birinc ne řon
keşk û şêlim û doynekeş exon
înca saḧêbmał nomał ekewê
řût û qût damaw bo qûtî şewê
daxî mirduwekey der’eçê le dił
bo małwêranî cergî dête kuł
pakî bem derde dił birîndare
bê seda û bê deng bebê haware
’eybe nayełê kes bête ziban
kujrawin hemû be tîẍî deban
lemîşda kemêk xetay melaye
ew herçî biłê mîllet řezaye
keřetêk neyut eme ḧerame
her witî wesyet îsqatî kame
nwêjî fewtawe diroy kirduwe
boy cêbecê ken tawekû zuwe
xulase eger meřêkî ma bê
ewîş bo îsqat beşî mela bê
yaxwa kes neybê fatḧexwanî
derdêkî qurse kake nayzanî
fatḧey ladê mał be quř egrê
mirdû be řêy xoy zîndûy pê emrê