daxî keway şoř sełtey taqmikar

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  392 Dîtin
daxî keway şoř sełtey taqmikar
daym le diłma pêç eda wek mar
’eba û feqyane û lifkey şan û mil
bo kwêstan zemîn lekwê bûn be cil
bêcge lemaneyş serbarî giştî
mişkî û sirkeyî û camane û řeştî
seryan zil eken beqed kelarê
ser yek ekewn bar û serbarê
em şax û daxe û em daristane
em befre zorey sextî zistane
cûtê kiłaşî qayîm le peřo
kałe û pêtawî hetakû ejno
emyan bo hawîn ewyan bo zistan
pêwîst bê herdû bo bergî kwêstan
şałî sipatî şîrînî turcanNava taybet
bad û bad kirdî qołî hewramanCih
çaktirin le gişt fasonî ełmanNava taybet
cwantir le xam û fenazî capanNava taybet