pênciwên bebê to nizîke mergim

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 3 Xulek  2472 Dîtin
pênciwênNava taybet bebê to nizîke mergim
lubnanNava taybet şikên bûy daxî be cergim
tazebûkê bûy beser çyawe
ehatne seyrit lem la û lew lawe
parçe erzê bûy le parçey beheşt
zerd û sûr û şîn kej û kêw û deşt
seyrangay polî gencî ’êraqNava taybet bûy
lem serdemeda bo xoşî taq bûy
cêgey hezaran bê nan û aw bûy
herçend naḧye bûy şarî tewaw bûy
pênciwên be bê to nizîke mergim
lubnan şikên bûy daxî be cergim
bo heway saf û awî sardî to
ekem heta hem şîwen û řořo
mîwey beheşt bû tamî mîweket
kewser bû kanî û çem û şîweket
êranNava taybet û ’êraqNava taybet çawyan le to bû
mirdûş lenawta be řeng û bo bû
sed diłî sîst geş ekirdewe
sed xemit le bîr min ebirdewe
şarî ẍezne bûy bêcge le xoşît
xoşî bû serpak derd û nexoşît
pênciwên be bê to nizîke mergim
lubnan şikên bûy daxî be cergim
taze wekû kew xałit řiştibû
şaranî tirit be dax kuştibû
lîwa le çaw to wêrane dê bû
ḧekîm bûy deway sed derdit pê bû
carbecar ełên ẍezebî xwa bû
do’ay xasan û şêx û mela bû
xo to be tenya beqed kurdistan
bo xasanî xwa bûbûyte bêstan
bêcge lewaneş heta dû hezar
bexêwit ekird feqîr û hejar
pênciwên be bê to nizîke mergim
lubnan şikên bûy daxî be cergim
her çawî çiłkin karî têkirdî
wek tîrî qudret le nawî birdî
êmeş be carê be xoşî towe
her be serxoşî eçûyn be řêwe
bê xem û meraq wextî êwaran
eçûyne çwarbax pol pol bo seyran
bê ’ereq mest bûyn bê şerab serxoş
jin û pyaw yekser xoşxor û teřpoş
wa emřo qedrî xoşît ezanîn
ke wa peřgende û bê xane û lanîn
pênciwên be bê to nizîke mergim
lubnan şikên bûy daxî be cergim
nek her min tenya piř dax û derdim
nek her min tenya henaseserdim
her kesê řojê ke toy bînîwe
wek fener qefqef piştî çemîwe
’êraq becarê be şar û dêwe
matem barî ton be nêr û mêwe
minîş be qeder gişt enḧay ’êraq
wa leser şanim matem û meraq
pênciwên be bê to nizîke mergim
lubnan şikên bûy daxî be cergim