parey î’aney zelzeley pênciwîn

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  556 Dîtin
parey î’aney zelzeley pênciwînNava taybet
nazanim řengî sipî bû ya şîn
kam derdî êmey pê hate saman
ya bo kam feqîr bû be berg û nan
her wekû dehoł her bîstim le dûr
her wekû hohoy deştî şarezûrNava taybet
em î’aneye tenha dengî bû
îtir key şêwe û şikił û řengî bû
her wekû cejnî mangî řemezan
lew mangî tirda ekirê be seyran
emîş be nawî pênciwînNava taybet ko kira
nazanim îtir bo lay kê bira
çaweřwanî nan bo pyawî birsî
mirdinî xoşe eger bipirsî
marangaz eger tiryakî bû bê
zû firyay nexen let û pet ebê
gyay kema ekirê bo wextî zistan
le serma û befra bidrê be ḧeywan
bełam ke ḧeywan le birsa bimrê
hezar bar kema kełkî kê egrê
min destim biřwa hetakû behar
behar bê minet eřome ser kar
lecyatî xanû keprê ebestim
be tewr û tewras be şan û destim
ya le şarezûr ebim be werzêr
cûtî xom ekem poşte û tox û têr
her binkegyayê nanêkî tyaye
pelamar edem eykem be maye
ne tirsî befir û ne awî baran
hetakû payîz minîş wek yaran
ebûjêmewe û xom ekem be pyaw
her wekû caran dêmewe naw naw