nîme bo teswîrî ebrot peyřewî manî deka

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Řezay Taɫebanî
Berhema:
Şêx Řezay Taɫebanî (1831-1910)
 1 Xulek  1525 Dîtin
nîme bo teswîrî ebrot peyřewî manîKes deka
şane bo zincîrî zułifit ’enber efşanî deka
qûtî řoḧe lêweket yaqût weha awdar nîye
men’î bazařî ’eqîq û le’lî řummanî deka
xałî ser lêwit nigîn û xatemî nadir zihûr
muhrî destî asefe ḧukmî suleymanî deka
dił le neş’ey ’eksî mestî çaweket lay’qilErebîe
bo kebabî cergî min lêwit nimekdanî deka
bergî sertapam pełas bê ger be şertê tom bibê
tarî ew berge le lam sed şałî kirmanî deka
sed hezar car dexîlim ḧerfî bedkar meşnewe
herçî derbarem biłê bê pîre şeytanî deka
ger le perdey nazewe awazî to bigrête gwê
bulbulî şîrînzuban meylî ẍezelxiwanî deka
kes nîye ew şoxe ḧałî ka le sozî ateşim
wa řezaNasnava edebî dîsan le ’îşqî her ẍezelxiwanî deka