nezanîn bełaye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  527 Dîtin
hewrî nezanîn piřîşkan dawê
meley nezanî xot mawê awê
hêmnayîm nedît le řabirdî xom
hêmnayîm hebê min şeřim nawê
şeř le betałî gelê baştire
bo dinke danê xot mawê dawê
teyrî le şaxan be to nagîrê
bo řawî kewan kew deçin řawê
çon samîNasnava edebî nekem lew katî naxoş
hendê mirîşk xor hendê berdawê