ey řoj

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  363 Dîtin
řûnakî şewqit lekê hênawe
ew germî heytit kê betoy dawe
decûłêyewe yan řawestawî
eger necułêy boçî westawî
herwa le boşî çon nakewîye xwar
xo to bałdar nî çon degrî qerar
bê hêlane û cê çon xot řadegrî
beřûnakî xot cîhan dadegrî
mang řûnak dekeyt estêre û zemîn
bexot çon dejî bejdarî lejîn
çon debê weha nebzûy û nexoy
kes nête lat bolay kes neřoy
řûnakî dedeyt manganet nawê
parey benzîn û hêzî xot nawê
ey warîdatî manewet kanî
kargerî lenaw karxanet kanî
çon wa debexşî keçî nabřê
kesîş natwanê leto dabřê
bebê ałet û mekîne û karger
karit herweha çon deçête ser
to her bibexşî û hîçîşt newê
bexot çon dejî danîşî lewê
bonit lekê bû lekêt hênawe
bo qet nabřê kê betoy dawe
şitêkî seyre dedey natewê
bonit bebexşîn çon danakewê
ewey to hete kes pêy nakirê
herdan û herdan takey abrê
le keynêwe hey keynê xulqawî
’umirit çend sałe ta êsta mawî
le řabirdî xot çit dî û beserhat
jyanit çon bû kê yarît dekat
tuxwa pêm biłê key dekujêyewe
herwa demênî ya debřêyewe
ger hat û nemay laşet çî lê dê
çit lê depirsin şewqit çî lê dê
lew řojî ke hey herwa řawestan
necûłanewet betûłî zeman
bebê yarîde û bê westa û şagird
çon wa jyawî xot ewha řagirt
min wa têdegem toş wekû minî
min le qujbinan to bê qujbinî
bê pirs û jimar xêrit dête xwar
bo cins û însan lebo mor û mar
gewretrîn hebûy lebûnî kon
’alem deyzanê bexşînit çone
bełam pêm biłê bê samîNasnava edebî û nyaz
kê betoy dawe lêy bikem daxwaz