mekteb jyanî mîllete baxî ḧeyat û wesłete
Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
2 Xulek
785 Dîtin
mekteb jyanî mîllete, baxî ḧeyat û wesłete
bo ehlî dinya cennete, her kes neçê bê hîmmete
baxêke mekteb piřsemer, řûnake wek şems û qemer
şu’ley eçê bo deşt wider, piř ’eyş û noş û ’uşrete
ey kurd eger to ’aqłî, wek bulbulî şeyday gułî
bo çî le mekteb ẍafłî, zanist be pîrî zeḧmete
’îlim û me’arîf bo beşer, kebxêke piř le’il û gewher
wek tacî şahî bîke ser, saḧêb beha û qîmete
genc saḧîbî beqa nîye, zeḧmet be bê beha nîye
sistî le sin’et ça nîye, dûrî le mekteb weḧşete
însanî bê ’îlim û ’emel, weḧşêke wek ḧeywanî şel
mehtûke ta řojî ecel, bê qîmet û bê ḧurmete
herkes ke wa hunerwere, le fikira zor munewwere
be wêney mah û extere, her mekteb û her sin’ete
ey kurd heta key ẍafłî, xo to le ’umra kamłî
bo hîçnezan û batłî, takey le ser em ḧałete
mecbûrî xorakît û cil, ’umirit ke çû bo dewrî çil
çî fêr ebît xakit be mil, emřo ke řojî derfete
muftîNasnava edebî leřêy çakî weten, dûsed cinêwit pê eden
bişkêne êsqan û beden, bo tome’alî řeḧmete