eger kiçêkî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  362 Dîtin
le mêjûy jyan bihawê hengaw
nemanî zyan bihênête pêş çaw
hezar ecnine û perîy bełekçaw
bequrbanî bê be milyon pyaw
ew pyawaney ke nirxî însan
le layan nîye û wa sûk û herzan
denûn û dexon her wekû ḧeywan
kêmyan lê detkê wek meşkey diřaw
boçî kiçêkî zor xatûn û pak
bo yarîdedan merd û dił řûnak
nabînî hezar pyawî wek kelak
fikir bogenî keř û becêmaw
kiçêk le çake samêkî hebê
’aqił û şîrîn tamêkî hebê
hest be şit bika řamêkî hebê
şîrne le mêjû wek hengiwînî řaw