qurban dił

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  329 Dîtin
dił mexe dawî zulfan meyxe derd û hîcranî
’îşq derdêkî sexte nałîne û sergerdanî
xałî řeşî ser kułman pişkoye daẍî cerge
giř le laşan ber deda debête dozexî gyanî
wek bulbul meçrîkêne be yadî guł pişkutin
çî bû ḧał û çirîkey şewkanî aw ẍunçanî
serincêk bide diłim bendîxaney wêneytî
boy detanim wesfî xał, xałekey ser kułmanî
menore lanî samîNasnava edebî netdîwe û şareza nî
bêt û carêk bîbînî heynê qedrî dezanî