baẍ kam baẍ!?

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  293 Dîtin
baẍî sînem pê kerem key ger bifermûy bême wê
cennetî nemrûd be pulêk pêm bibexşî namewê
bo çime textî milûkan şayetî şadaweket
yan henasey zulfekan řambikêşî bême wê
ger be awî lêwî ałit giř le dił nekujêtewe
awî dîcle û furatî bête ser danakewê
bo lepêş çaw û diłî min řoj û şew lencey dekey
hîç demê naçê lebîrim wêneket lanakewê
pêy dełêm çawêk le min ke carbecar û pêm dełê
her biřo û bimre bo xot çawit be çawim nakewê
ḧesrete mîratî min wa bom le exter maytewe
řojî her eş’ar be zulfî şew ke nûstim deçme wê
ew be her dem sîne wałî dest be xunçe û pêkenîn
samîNasnava edebî laşey kiř buwe xo çî bika dił naxewê